Êlih – Hevserokê DBPa Êlihê Resûl Çetîn diyar kir ku desthilata AKP û MHPê bi neavêtina gavan di nava civaka Kurd de gumanan dide çêkirin û destnîşan kir ku divê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest pêk bê.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de banga “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” kir. Piştî ku bang hate kirin PKKê di 5-7ê Gulanê de 12emîn Kongreya xwe li dar xist û di 12 Gulanê de ragihand ku xwe fesix kiriye. Dû re Tevgera Azadiyê di 11ê Tîrhemê de li Şikefta Casenê ya bajarê Silêmaniyê yê Herêma Kurdistanê bi komeke gerîla çekên xwe şewitandin. Piştî wî jî Tevgera Azadiya Kurd hêzên xwe yên li Bakur û Tirkiyeyê hemû bi paş ve kişandin. Her wiha tevî ku ewqas gav ji aliyê Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd ve hatin avêtin jî dewletê ango hikûmetê ji bilî avakirina komîsyona Meclîsê tu gav neavêtine.
Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) a Êlihê Resûl Çetîn derbarê pêvajoya heyî de axivî.
Resûl Çetîn anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi salan e bi awayekî bêhiqûqî li Girava Îmraliyê dîl tê girtin û li ser wî tecrîdeke giran heye û wiha got: “Dîsa jî tişta ku ketiye ser milê wî, bi exlaqî pêk aniye. Her wiha di vê pêvajoyê de jî gelek gavên şênber ji aliyê wî û rêxistina wî ve hatine avêtin. Lê dewleta Tirk hê jî geveke şênber neavêtiye. Desthilata heyî hinek tiştan dibêje, lê ew gotin jî êdî bêwate ne. Ev yek jî mirovan dike nava fikaran. Beriya çend salan jî pêvajoyeke wisa hatibû destpêkirin. Wê demê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan dîsa di nav de bû û pehîna xwe li pêvajoyê xist û xerab kir. Wê demê li gelek bajaran şer dest pê kir û bi hezaran kes hatin girtin, bi sedan ciwanên Kurd hatin qetilkirin. Em dikarin bêjin wê demê rewşa bakurê Kurdistanê gelek xerab bû.”

‘Rewşa heyî gumanan çêdike’
Resûl Çetîn destnîşan kir ku dema li pratîka desthilatê tê nihêrandin, pratîka pêvajoya 2015an tîne bîra mirovan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê, wê demê jî xwestine ku navek li pêvajoyê bê kirin. Resûl Çetîn anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ser pêvajoyê disekine lê dewlet bi israr neyînî nêzîkî pêvajoyê dibe û wiha got: “Hê jî pêvajoyê bi ewlehiyê û bi gavên şênber ve girênadin. Ji aliyê serokatî ve bang li dewletê tê kirin ji gav bêne avêtin, da ku girtiyên nexweş bêne berdan. Divê hinek zagonên ku bêne guhertin derbikevin. Divê statuya birêz Ocalan û hevalên ku bi salan e di zîndanan de ne bê diyarkirin. Ji berê heta niha zêde tişteke cuda nahetiye guhertin. Dibe ku hinek hevalên me yên zîndanan bêne berdan, lê hê jî înfazên gelek ji wan tên şewitandin. Gelek ji wan jî 30 salên xwe qedandine dîsa jî nayên berdan. Dema ku mirov li van nêzîkatiyên dewletê dinêre, rewşa heyî gumanan çêdike.”
‘Tevgera Azadiyê gavên herî şênber avêtin’
Resûl Çetîn diyar kir ku divê azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest pêk bê û ev yek anî ziman: “Divê birêz Ocalan bikaribe kesên bi vê mijarê re eleqedar dibin bide û bistîne. Êdî gel dikeve nava şik û gumanan û êdî gel dişkê. Gel ji xwe dipirse û dibêje; ‘Gelo ev pêvajo jî dê bişibe ya 2015an yan jî cuda be?’ Tevgera Azadiyê gavên herî şênber avêtin. Çek şewitandin, xwe fesix kir. Ji ber ku ew weke Rêber Apo dixwazin ev pêvajo bi awayekî bi selametî bi dawî bibe. Dema ku gavên şênber neyên avêtin, wateya gotinan namîne. Bi tenê ew ê van gotinan gel bixe nava gumanê. Dewleta Tirk ji aliye pratîkên wisa ve xwedî tecrubeyek e, ji ber ku li ser mîrateya Osmaniyan rûniştiye. Bi sedan sal in lîstikên bi vî awayî lîstine.”
‘Hişmendiya AKPê û MHPê hişmendiyeke nijadperest e’
Resûl Çetîn diyar kir ku heke armanca dewleta Tirk xelasiya tevahiya Tirkiyeyê bûna dê heta niha pêvajoyê bi rêk û pêk bidana meşandin û wiha got: “Hişmendiya AKPê û MHPê hişmendiyeke nijadperest e. Dixwazin ku bi awayekî neyînî rojevê biguherînin. Îro berê xwe dane CHPê û dixwazin çend meh xwe mijûl bikin. Dixwazin bîra hemû civakê serûbin bikin. Hemû tiştên ku li ser CHPê didin kirin operasyoneke siyasî ye. Di van kiryarên wan de dide nîşandan ku amadekariyên hilbijartineke nû dikin. Da ku di vê hilbijartinê de xwe bi hêz bikin. Bi vê yekê re sosyalîstên Tirkan ên ku hinek be jî nêzîkî Kurdan e, di nava xwe de bi vî awayî bidin perçekirin. Û ji Tevgera Azadiyê bidin dûrxistin.”












