Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan, xemsariya dewletê ya di pêvajoyê de bi tundî rexne kir. Kalkan eşkere kir ku di 27ê Adarê de li Îmraliyê li ser nexşerêyekê lihevkirin pêk hatibû, lê dewletê qanûnên pêwîst dernexistin. Kalkan der barê nexşerêya MHPê de jî wiha got: “Bêyî statû û vekirina pêşiya siyaseta demokratîk a ji bo Rêber Apo, ev nexşerê ferzkirina tasfiyeyê ye.”
Endamê Akademiya Zanista Civakî ya Abdullah Ocalan Dûran Kalkan, beşdarî bernameyeke taybet a Medya Haber TV bû û der barê têkiliyên bi Îmraliyê re, daxuyaniyên nakok ên Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî, destwerdana darazê ya li dijî CHPê, polîtîkayên derve di çarçoveya Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de û xeta çalakiyên tevgerên demokratîk de nirxandinên girîng û berfireh kirin.
Nexşerêya 27ê Adarê û helwesta dewletê
Di destpêka nirxandinên xwe de Kalkan bal kişand ser hevdîtina dawî ya 24ê Gulanê ya li Îmraliyê. Kalkan diyar kir ku ew li bendê ne Şandeya DEM Partiyê naveroka vê hevdîtinê bi raya giştî re parve bike, lê pirsgirêka esasî nediyariya dewletê ye. Kalkan agahiyeke gelekî girîng parve kir û anî ziman ku di 27ê Adarê de li Îmraliyê, di navbera Rêberê PKKê Abdullah Ocalan û rayedarên dewletê de lihevkirinek hatibû kirin.
‘Diviya heta dawiya Nîsanê zagonan derketibana’
Kalkan pêvajoya piştî hevdîtina 27ê Adarê wiha vegot: “Di hevdîtina 27ê Adarê de nexşerêyeke şênber hatibû diyarkirin. Li gorî vê planê, diviyabû heta nîvê meha Nîsanê pêşnûmeqanûn derketibana. Pêşî wê biçûna Îmraliyê, ev pêşnûme bi Rêber Apo re nîqaş bikirana, piştre wê ji me re bihatana şandin. Em wekî rêveberiya Tevgerê amade bûn ku nêrînên xwe bi nûnerên xwe ragihînin û di dawiya Nîsanê de jî qanûnên esasî bên derxistin. Ev nexşerêyeke zelal bû. Lê belê Nîsan derbas bû û Gulan derbas bû, tu tişt nehat. Li şûna pêngavên qanûnî, çapemeniya şerê taybet dest bi sorkirinê kir û hewl da me sûcdar bike ku qaşo ‘rêxistin gavan navêje’. Ev nêzîkatiyeke dirust nîne. Heta ku bi Îmraliyê re têkilî û danûstandineke bi rêk û pêk, vekirî neyê danîn, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk nikare bimeşe.”
Nakokiyên daxuyaniyên Bahçelî û lîstika tasfiyeyê
Dûran Kalkan cudahiya di navbera daxuyaniya Devlet Bahçelî yê 5ê Gulanê û nexşerêya 7 madeyî ya ku di 18ê Gulanê de hat belavkirin destnîşan kir. Kalkan anî ziman ku ev yek ne nexşerêya aştiyê, lê nexşerêya tasfiyeyê ye û wiha domand: “Daxuyaniya 5ê Gulanê ya Bahçelî girîng bû; qala ‘koordînatoriya siyasîbûnê’ dikir û ev yek li gorî pêşniyarên Rêber Apo bû ku digot ‘bila cihê min ê xebatê bê avakirin’. Lê ya ku di 18ê Gulanê de wekî nexşerêya 7 madeyî derket holê, bi temamî berevajî bû. Di vê nexşerêyê de qet behsa ‘mafê hêviyê’ yan jî siyaseta demokratîk a ji bo Rêbertî nayê kirin.”
‘Dibêjin bila PKK belav bibe Abdullah Ocalan li Îmraliyê bimîne’
Kalkan balkişand nîneyat dewletê û wiha domand: “Kurd tenê di wateyeke neyînî de hene, timî qala ‘neteweya Tirk’ tê kirin. Ev koordînatoriya tasfiyekirina PKKê ye. Dibêjin ‘bila PKK ji hev belav bibe û Ocalan li Îmraliyê girtî bimîne.’ Ma em saf in? Em ê baweriyê bi vê bînin? Me biryar da ku stratejiya têkoşîna çekdarî bi dawî bikin û stratejiya siyaseta demokratîk bişopînin. Heke hûn entegrasyoneke demokratîk dixwazin, divê hûn destpêkê qanûna azadiyê derxînin, statûyekê ji bo Rêber Apo ava bikin da ku bikaribe bi azadî siyasetê bike. Bêyî vekirina pêşiya siyaseta demokratîk, gotina ‘bila vegerin malên xwe’ bêhurmetiyeke mezin e.”
Darbeya darazê ya li dijî CHPê û tirsa ji navê Kurdan
Têkildarî êrişên darazê yên li ser CHPê û biryara “betalirina teqez” jî Kalkan destnîşan kir ku ev darbeyeke siyasî ye û ji pirsgirêka Kurd qut nîne. Kalkan ev nirxandin kirin: “Berê darbe li baregehên leşkerî dihatin plankirin, niha li odeyên darazê, bi destê kesên bi cubbe tên kirin. AKP û MHP dadweriyê wekî amûrekê ji bo tasfiyekirina hevrikên xwe bi kar tînin. Serokkomar Erdogan bi xwe demekê digot ‘divê wesayeta darazê li ser siyasetê nebe’, lê niha ew bi xwe darazê ji bo şerê desthilatdariyê bi kar tîne. Sedema vê dîktatoriyê çi ye? Ev rasterast girêdayî zilm û mêtingeriya li Kurdistanê ye. Dema ku Ozgur Ozel qala ‘gelê Kurd’ û mafên wan kir, Bahçelî tavilê bertek nîşan da û ew kirin hedef.”
‘Kesên îro vê tînin serê CHPê dê sibê çi li Kurdan nekin’
Kalkan bûyerên li dijî CHPê bi bîr xistin û ev hişyarî kirin: “Kesên ku îro partiya damezrîner a komarê bi vî rengî bi destê polîsan radest digirin, wê sibe çi neyînin serê kesên ku nasname û azadiya Kurdan dixwazin? Demokrasiya Tirkiyeyê û azadiya Kurdan mîna goşt û neynûk bi hev ve girêdayî ne. Heke Kurd azad nebin, Tirkiye nikare demokratîk bibe. Divê CHP jî li hemberî vê paşve gav nevêje û xwedî li berxwedana demokratîk derkeve.”
‘Li aliyekê behsa pêvajoyê dikin li aliyê din Kurdistanê talan dikin’
Kalkan bal kişand ser nakokiya di navbera îdiayên AKPê yên wekî “em bi rengekî stratejîk nêzî pêvajoyê dibin” û pratîkên wê yên li Kurdistanê û wiha pêde çû: “Li aliyekî qala aştiyê dikin, li aliyê din jî li dijî civaka Kurd û Kurdistanê talan û qirkirinê dimeşînin. Bi destê çeteyên şerê taybet ên dewletê, li dijî jin û keçên Kurd êrişên herî hovane tên kirin. Mînakên Gulistan Doku û Rojîn Kabaîş li holê ne. Xweza talan kirin, çiya û daristan nehiştin. Girtîgeh ji kapasîteya xwe gelek zêdetir tijî ne, cenazeyên hevrêyên me yên nexweş ji zindanan derdikevin. Goristanên me xera kirin, hestiyên şehîdên me winda kirin. Gelo ma têkiliya vê zilm û hovîtiyê bi hiqûq û edaletê re heye? Ev kapîtalîzma hov e. AKP hemû pêvajoyan tenê ji bo berjewendiyên desthilatdariya xwe ya rojane bi kar tîne, nêzîkatiyeke wan a stratejîk a ji bo çareseriyê nîne.”
Xeyalên DYA û Îsraîlê di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de
Di beşa nirxandina siyaseta derve de, Kalkan helwesta Tirkiyeyê ya di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de wekî ‘teslîmiyetekê’ nirxand û xeyalên ev dahurandin kirin: “Tirkiye bi temamî teslîmî hegemonya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îsraîlê bûye. Hesabê wan ew e ku heke rejîma Îranê hilweşe an paşve gav biavêje, ew ê jî bi tifaqa DYAyê re li hev bikin. Lê ev xeyaleke pûç e. Eger li Îranê guhertineke demokratîk pêk bê, ev yek wê pirsgirêka Kurd li Rojhilatê Kurdistanê jî çareser bike û Tirkiyeyê di nava herêmê de bi temamî bixe nava tecrîdê. Siyaseta şantajê ya Tirkiye bi Îngilistan, Elmanya an jî Rûsyayê re dimeşîne, tu encamê nade. Îsraîl û DYAyê li Rojhilatê Deryaya Spî tifaqa xwe bi Yewnanistan, Qibrisa Başûr û Misrê re jixwe ava kiriye. Yekane rizgariya Tirkiyeyê, banga çareseriyê ya Rêber Apo û avakirina Komara Demokratîk e.”
Sererastkirina xeta çalakiyan: Gotin heye pratîk tune ye
Kalkan ji bo nîqaşên hundirîn ên tevgerên demokratîk, bi taybetî li ser rexneyên di qada çalakiyan de, peyamên xwerexnekirinê yên girîng dan û wiha domand: “Nivîsa ku Şînasî Atabey û hin hevalên din li ser qelsbûna çalakiyan nivîsîn, gelekî di cih de bû. Em jî muxatabê van rexneyan in. Îro yekbûna teorî û pratîkê, yekbûna gotin û çalakiyê qut bûye; gotin heye lê çalakî nîne. Çalakiyên ku tenê ji bo weşana çapemeniyê tên kirin û tu bandorê li derdor û civakê nakin, ne çalakî ne. Mînak, me hundirê komînê vala kiriye. Komîn tê wateya jiyana hevpar, çûna nava civakê û afirandina jiyaneke nû. Lê niha hin kesên bi ruhê ezezîperest dijîn, tenê navê komînê bi kar tînin. Sê çar ciwan kom dibin, daxuyaniyekê dixwînin û piştre winda dibin. Xeta Apoyî ev nîne. Rêbaza Rêber Apo ‘dema ku dike difikire, dema ku difikire dike’ ye. Divê ciwanên me dev ji çalakiyên rûserî berdin û xwe bikin hêza avaker a çalakiyên ku civakê zindî dikin.”
‘Xeta rast xeta şehîdan e’
Di dawiya axaftina xwe de Kalkan bal kişand ser Meha Gulanê û girîngiya pêşengên şoreşê bi bîr xist. Kalkan axaftina xwe wiha bi dawî kir:
“Rêber Apo dibêje, ‘PKK partiya şehîdan e’. Şehadet, şahidiya rastî û serkeftinê ye. Meşa azadiyê ya ku di şexsê Hakî Karer de dest pê kir, îro 50 sal li pey xwe hişt. Em di vê mehê de pêşengên şoreşger ên Tirkiyeyê Denîz Gezmîş, Yûsûf Aslan, Huseyîn Înan, Îbrahîm Kaypakkaya û Sînan Cemgîl bi bîr tînin. Her wiha em hevrêyên xwe yên qehreman Cemşîd, Êriş, Andok, Qasim Engîn û Masîro jî bi minet bi bîr tînin. Hevalê Qasim xwedî aqlekî bêhempa bû, karê pênc kesan dikir. Hevalê Masîro di şertên herî giran de fermandariyeke serkeftî kir. Dijmin çiqasî êrişî goristanên me bike û hestiyên şehîdan tune bike jî, nikare daneheviya azadiyê ya ku wan afirandiye ji holê rake. Wezîfeya me ew e ku em rastiya şehîdan baş fêm bikin, wan bidin naskirin û xeta wan bixin pratîkê.”













