Konslosxaneya Îtalyayê li Hewlêrê Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî pêşwazî kir û piştgiriya xwe ji bo diyalogê li Sûriyeyê û misogerkirina mafên hemû civakên wê anî ziman.
Konslosxaneya Îtalyayê li Hewlêrê ya li Başûrê Kurdistanê îro Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî pêşwazî kir.
Konslosxaneyê li ser hesabê xwe yê fermî Xê pêşwazîkirina General Mazlûm Ebdî ragihand. Konslosxaneyê wêneyên Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî bi konsolos û endamên mîsyona dîplomatîk re li ser Xê parve kir û wiha hat gotin: “Ez kêfxweş im ku pêşwaziya Fermandarê Kurdên Rojava li Sûriyeyê, Fermandar Mazlûm Ebdî dikim. Îtalya piştgiriyê dide diyaloga berdewam ji bo Sûriyeyeke demokratîk, aram û yekgirtî, da ku mafên hemû komên etnîkî û olî bi tevahî werin naskirin û rêzgirtin.”













