Amed – Li Tirkiyeyê piştî desthilatiya AKPê hejmara girtîgehan qat bi qat zêde bûn. Her wiha hejmara girtiyên li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan jî zêde bûn. Di 5 salên dawî de 2 hezar û 258 girtiyan li girtîgehê jiyana xwe ji dest dan.
Li gorî daneyên Wezîrê Dadê, li Tirkiyeyê 273 girtîgehên girtî, 12 girtîgehên jinan ên girtî jî di navde; bi giştî 406 girtîgeh hene. Kapasîteya girtîgehan 299.043 kes in. Lê bi giştî 342.526 girtî hene. Nêzî 42 hezar girtî li erdê radizên.
Li gorî rapor û daneyên saziyên mafên mirovan ên meha cotmehê jî; li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 15 hezar û 521 jin, 3 hezar û 512 zarok û nêzî 5 hezar kesên temenê wan di ser 65 sali re hene. Bi giştî li tevahiya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê 362 hezar û 422 kes girti ne.
AKPê 285 girtîgeh ava kir
Ji 2006an heta 2023an di serdema AKPê de 285 girtîgeh hatin avakirin. Bi taybetî di salên dawî de Girtîgehên Tîpa Y û Tipa S ên Ewlehiyên Bilind ava dikin û girtiyan tecrîd dikin. Di 3 salên dawî de 7 girtîgehên Tîpa S, 14 girtîgehên Tîpa Y ava kirin. Bi mîmariya van girtîgehan tecrîdê di hundirê tecrîdê de pêş dixin. Girtî bi temamî ji hev qut dibin û li ser girtiyan îzolasyonê pêş dixin. Girtî rojê 22,5 saetan di hucreyê de derbas dikin û girtî rojê nabînin. Ji ber girtî rojê nabînin û hewayê nastînin nexweş dikevin û nexweşî li wan giran dibin.
Li gorî raporan di navbera 2018 û 2023yan de li girtîgehan herî kêm 2 hezar û 258 girtiyên edlî û siyasî jiyana xwe ji dest dan. Bi saxî hatin girtin, lê cenazeyê wan derket. Di 3 salên dawî de 8 hezar girtî tevî ku cezayê wan temam bûye jî nayên berdan. Bi sedan girtiyên nexweş tevî raporên “nikare li girtîgehê bijî” dîsa nayên berdan. Li gorî rapora Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a sala 2023yan li girtîgehan herî kêm 23 hezar û 899 binpêkirinên mafan pêk hatin. Bi taybetî berdana girtiyên siyasî tê astengkirin. Ji ber girtî lêgerîna tazî û vekirina dev red dikin nayên mûayinekirin.
Li girtîgehan nêzî 5 hezar kesên temenê wan zêdeyî 65 salî hene. Li gorî daneyên 2023yan hezar û 517 girtiyên nexweş hene. Ji van girtiyan 651 girtiyên nexweşên giranin. Girtiyen nexweş nikarin ji mafên gihandina tenduristiyê sûdê bigirin. Girtiyên ku li dijî lêgerîna tazî û lêgerîna nava dev derdikevin bêyî biçin nexweşxaneyê dîsa vedigerin girtîgehê. Girtiyên jin ên nexweş dema diçin nexweşxaneyê, li pêş cendirmeyan tên muayenekirin û rûmeta wan tên şikandin. Gelek caran girtî rastî zext, tundî û astengiyan tên û nikarin sûdê ji mafên xwe yên tenduristiyê bigirin.
ÎHD 661 hefte nin dixwazin girtiyên nexweş bên berdan
Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (KMM- (ÎHD) a Stenbolê her hefte ji bo girtiyên nexweş bên berdan, rojên şemiyê çalakiyê li dar dixin. Heta niha 661 hefte nin, her roşên şemiyê çalakiyan li dar dixin. Lê li dijî vê yekê hikûmet tu gavan naavêje.
8.5 hezar girtî du caran ceza kirin
Li gorî girtekên Komîsyona Lêkolîna Mafê Mirovan a Meclîsê, Desteyên Îdare û Çavdêriyan ên Girtîgehan ji sala 2021an ve di dewrê de ye. Ji ber biryarên Desteya Çavdêriyê berdana 8 hezar û 521 girtiyan hatiye astengkirin. Li gorî bîlançoya ku Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç bi xwe agahî dane di vê heyamê de 199 hezar kes ji ber “halê baş” serbest hatine berdan. Ji ber ‘Halê nebaş’ jî 8 hezar û 521 kesan du caran hatine cezakirin û berdana wan hatiye taloqkirin.
Girtiyên nexweş talûke dibînin
Heta niha bi sedan girtiyên nexweş tevî ku raporên wan ên Saziya Tipa Edlî heye jî, daraz û rêveberiyên girtîgehan li pêş berdana wan dibe asteng. Em dikarin çend mînakan wiha li jêr rêz bikin:
Dibe ku girtiyê 84 salî bireve
Girtiyê nexweş ê giran Siddik Guler 84 salî ye. Li Girtîgeha Tîpa R a Menemenê dima. Bi kursiya biteker dimeşe. Nikare bi serê xwe bijî. Di 12ê Cotmehê de bi hinceta ku “dermankirin qebûl nekiriye” cardin sewqî Girtîgeha Tîpa T a Îskenderûnê kirin. Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan têkildarî Guler got “Baldar bin! Dibe ku bireve!”
Tevî ku cezayê wî qediya ye jî dîsa bernadin
Yek ji girtiyên nexweş û nayê berdan Cemîl Îvrendî 30 sal in girtî ye. Niha li Girtîgeha Tîpa S a Kirşehîrê tê ragirtin. Ew di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (KMM) de cih digire. Nexweşiyên wek dil, hîpertansiyon, kolesterola zêde, astim, anal fîstul û gelek nexweşiyên din lê peyda bûne. Tevî ku cezayê Îvrendî qediya jî lê berdana wî 6 meh hat dirêjkirin.
3 caran rapor dan lê dozger red kir
Yek ji girtiyên nexweş ku tevî raporê nehat berdan û li girtîgehê jiyana xwe ji dest da, Abdulkadîr Kuday bû. Tevî ku Saziya Tipa Edlî (STE) 3 caran rapora “nikare di girtîgehê de bimîne” da Abdulkadîr Kuday jî, bi hinceta “Li ser ewlehiya gel xeterê dê bike” nehat berdan û 2yê cotmehê li Girtîgeha Tîpa R a Metrîsê jiyana xwe ji dest da.
Tevî temenên mezin û nexweşiyan jî nayê berdan
Hanîfe Arslan 81 salî ye. Arslan a ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Wanê girtî ye, bi KOAH, ulsera mîdeyê, şekir, dil û tansiyona bilind pêre heye. Piştî Covid 19 pişika wê zerarek mezin dît û di nefes girtin û dayînê de zehmetî dijî. Di bin şert û mercên girtîgehê de Arslan bi alîkariya kesên din jî lênerîna xwe ya şexsî pêk tîne. Hatîce Yildiz a 75 salî di 22yê Adara 2024an de li ser sedyeyê ji malê hat derxistin û li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê girtî ye. Tevî ku nexweşe jî li gel nexweşiyên xwe li girtîgehê tê girtin. Muhlise Karaguzel a 61 salî ku gelek nexweşiyên wê hene, nayê berdan. Hatîce Onaran (60): Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHDê ya Stenbolê û parêzvana mafên mirovan e. Hatîce Onaran tevî nexweşiyên giran girtî ye. Her wiha wekî wan bi sedan girtiyên nexweş ku bên berdan hene.