Parêzerên jin ên endamên ‘Kolektîfa li Dijî Cezakirinê’ ya li Kolombiyayê, nameyek ji Konseya Ewropayê re şandin û xwestin ku ‘Mafê Hêviyê’ ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan demildest bê bicihanîn. Di nameyê bi gotina, “Hêvî ne têgeheke razber e; hêvî pratîkeke siyasî ya kolektîf e” xwest ku Konseya Ewropayê berpirsyariyê bigire.
Koma parêzerên jin a bi navê ‘Kolektîfa li Dijî Cezakirinê’ ya Kolombiyayê, têkildarî binpêkirina ‘Mafê Hêviyê’ nameyek ji Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KE) re şand. Di nameyê de rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wateya qanûnî û siyasî ya ‘Mafê Hêviyê’ û pêwendiya xurt a di navbera têkoşîna gelê Kurd û gelên Abya Yalayê (parzemîna Amerîkayê) de hate destnîşan kirin.
‘Pêvajoya aştiyê û tecrîd li hev nakin’
Di nameya parêzeran de bertek nîşanî pergala Îmraliyê hate dayîn û ev nirxandin hate kirin: “Em gelekî xemgîn in ku fîlozof û rêberekî dilsoz ê jiyana xwe fedaî gelê xwe û bi taybetî jî fedaî azadiya jinan kiriye û ji bo avakirina aştiyê muxatabekî nasbûyî ye, demeke ewqas dirêj e di bin şert û mercên tecrîda giran de tê ragirtin. Nemaze ragirtina wî ya di demeke wiha de ku pêdivî bi diyalogên aştiyê yên cidî heye, nayê qebûlkirin. Pêvajoyên diyalog, lihevkirin û veguherîna civakî, nikarin li ser înkarkirina rûmet û vîna mirovî ya kesên ku beşdarî van pêvajoyan dibin, bên avakirin.”
‘Divê hiqûq xwedî li berpirsyariya exlaqî derkeve’
Di berdewamiya nameyê de perspektîfeke qanûnî û civakî wiha hate pêşkeşkirin: “Ji perspektîfeke hiqûqa Afro (gelên reşik) û mafên mirovan a li Başûrê Gerdûnê (Global South), em dubare dikin ku hiqûq nikare tenê bibe amûreke teknîkî ya ji çarçoveya xwe ya dîrokî hatiye qutkirin. Divê hiqûq, bersivê bide erkên exlaqî yên li hemberî gelên ku di dîrokê de hatine çewisandin û ji bo çareserkirina nakokiyan di xeyalkirina alternatîfên demokratîk û kolektîf de cih digirin.
‘Hêvî pratîkeke siyasî ye’
Jinan destnîşan kir ku têkoşîna gelê Kurd bi gelek têkoşînên me yên li Abya Yalayê re di nava ahengê de ye û balkişandin ser van xalan: “Parastina xakê, xweserî, bîra dîrokî, rêxistinkirina civakê, jiyana bi rûmet û parastina formên kolektîf ên hebûnê yên li hemberî projeyên otorîter û mêtinger.” Parêzerên jin bal kişandin ser wateya hêviyê û gotin: “Wekî parêzer, jin û femînîstên reşik, em baş dizanin ku hêvî ne tenê têgeheke hiqûqî ya razber e. Hêvî, pratîkeke siyasî ya kolektîf e. Ew îhtîmala şênber a domandina hebûnê, xwibirêxistinkirin û avakirina pêşerojeke azad e.”
Rexneya tund a li Konseya Ewropayê
Di nameyê de polîtîkayên dewleta Tirk hatin şermezarkirin û Konseya Ewropayê jî ji ber ku biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya der barê Mafê Hêviyê yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de bi cih neaniye, bi tundî hate rexnekirin. Her wiha hate bi bîrxistin ku niha li Tirkiyeyê 10 hezar û 235 girtiyên ku cezayê muebbetê li wan hatiye birîn, di zindanan de ne.
‘Em li gel Kurdan e’
Ji xeynî nameyê, Parêzer Dîana Marcela Ortîz Mesa ku di nava Kolektîfa li Dijî Cezakirinê de cih digire û îmzeya wê jî di nameyê de heye, bi peyameke vîdyoyî piştgiriya xwe ya bi gelê Kurd re ragihand. Dîana Marcela Otîz Mesa di peyama xwe de têkoşîna gelê Kurd silav kir û daxwaza pêkanîna Mafê Hêviyê ya ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi hezaran girtiyên siyasî careke din dubare kir.













