MHPê bi boneya Cejna Qurbanê serdana DEM Partiyê kir. Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Sadîr Durmaz ku di serdanê de axivî û bi lêv kir ku ew yekitî û biratiya Tirkiyeyê diparêzin. Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz jî diyar kir ku divê piştî cejnê gavên şênber bên avetin.
DEM Partî bi boneya Cejna Qurbanê dest bi serdana partiyên siyasî kir û li navenda xwe ya giştî jî serdanan qebûl dike. Di çerçoveya serdanan de heyetek ji MHPê ku ji Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Sadîr Durmaz, Şewirmendê Serokê Giştî Esma Ozdasli û endama MYKê Şahîn Kartal ve pêk dihat, serdana yekem ji DEM Partiyê re kir. DEM Partiyê li navenda xwe ya giştî heyeta ku ji Cîgira Hevserokên Giştî Hatîce Betul Çelebî, parlamenterê Wanê Zulkuf Uçar û Endama Meclîsa Partiyê Nuray Ozdogan ve pêk dihat, serdan qebûl kirin.
Di serdanê de Hatîce Betul Çelebî bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha got: “Ew bang banga pêkanbûna rêyeke nû ye. Civaka me ji aştiyeke bi rûmet re hesret e. Xebatên me yên ji bo aştiyê dê bidomin.”
Cîgirê Serokê Giştî yê MHPê Sedîr Durmaz jî anî ziman ku ew yekitî û biratiya Tirkiyeyê diparêzin û ev tişt vegot: “Divê em ji bo pêşeroja zarokên xwe û jiyaneke bi hev re bûyî pêvajoyê bigihînin encamê. Armanca me ew ê ku zarokên me di aramiyê de bijîn.”
Heyeta ku ji Cîgirê Hevserokên Giştî yê DEM Partiyê Mahfuz Guleryuz, parlamentera Amedê Adalet Kaya û endama Meclîsa Partiyê Zeyno Bayramoglu pêk dihat jî serdana MHPê, Partiya Gelecek û EMEPê kirin. Mahfuz Guleryuz di serdanê de got ku divê piştî cejnê gavên şenber bên avetin.
Her wiha Partiya Dogru Yol û Gelecekê jî li Navenda Giştî serdana DEM Partiyê kirin.
Serdanên partiyên siyasî berdewam dike.














