Artêşa Îsraîlê li derdora bajarê Sûrê yê başûrê Libnanê dest bi êrişên nû kir. Her wiha qadeke berfireh a li başûrê Çemê Zahrani jî weke herêma şer pênase kir. Di êrişan de jî herî kêm 2 kes mirin.
Şerê Îsraîlê yê li Libnanê hindî diçe mezintir dibe. Îsraîl bi gavên nû qada şer a di nav axa Libnanê de berfireh dike. Artêşa Libnanê, piştî banga veguhestina sivîlan a ji herêmên li derdora Tyre (Sûr) a li başûrê Libnanê kir, artêşa Îsraîlê êrişên hewayî yên nû pêkanîn.
Banga ‘derbasî bakurê çemê Zahranî bibin’
Berdevkê artêşa Îsraîlê Avîchay Adraee li ser hesabê medya dîjîtal daxuyanî da û bang li şêniyên herêmê kir ku tavilê malên xwe biterikînin û derbasî bakurê Çemê Zahrani bibin.
Di êrişa hewayî de 2 welatî mirin
Artêşa Îsraîlê piştre daxuyanî da û ragihand ku li herêma Sûrê êriş biriye ser nuqteyên binesaziya Hizbullahê. Li gorî çavkaniyên xwecihî li herêma El Bus a li nêzî Sûrê, êriş li se avahiyekê hate kirin û herî kêm 2 kes hatin kuştin.
Di hefteyekê de herî kêm 43 kes hatin kuştin
Hate ragihandin ku di êrişê de herî kêm 15 kes jî birîndar bûn ku hin jê jin û zarok bûn. Roja Çarşemê di êrişan de herî kêm 9 kes, roja Sêşemê jî herî kêm 34 kes hatin kuştin.













