Xwezaya Kurdistanê ku di bin talana dewlet û sermayeyê de ye, bi berxwedana gel tê parastin. Li Gimgimê li dijî projeya JESê û li Geliyê Hawaçor ê Dêrsimê li dijî qirkirina ekolojîk, nobetên jiyanê yên bi pêşengiya jin û ciwanan bi biryardarî didomin.

Erdnîgariya Kurdistanê bi salan e di çarçoveya polîtîkayên dewletê de ji aliyê şîrketên rantxwir ve tê talankirin. Qadên jiyanê yên gel bi projeyên wêranker ên wekî HES, GES, JES û madenan pêşkêşî şîrketan tên kirin. Lê belê li dijî vê qirkirina xwezayê, li gelek herêman berxwedaneke mezin derdikeve pêş. Mînakên herî şênber ên vê têkoşînê, niha li navçeya Gimgim a Mûşê û navçeya Pilûr a Dêrsimê bi nobetên jiyanê tên hûnandin.
‘Derwêşan ev çiya neterikandin, em jî naterikînin’

Li Geliyê Hawaçorê yê girêdayî navçeya Pilûrê ya Dêrsimê li dijî talankirina xwezayê, Nobeta Xweza û Jiyanê bi piştgiriyeke xurt didome. Parêzvanên xwezayê û xelkê herêmê diyar dikin ku ev têkoşîn ne tenê ji bo herêmekê ye, berpirsiyariyek e ji bo nifşên paşerojê ye.
Banga piştevaniyê kirin
Çalakvanên li Hawaçorê destnîşan dikin ku qirkirina xwezayê jiyana hemû ajal, çûk û zindewarên endemîk tehdît dike. Bang li hemû hêzên demokratîk hate kirin ku piştevaniyê mezin bikin û xwedî li erdnîgariya Kurdistanê derkevin.
‘Îro difiroşin, sibê wê çi bixwin?’

Serokê Komeleya Gundê Hawaçorê Zeynel Hayiroglû di axaftina xwe de diyar kir ku wan ev sê sal in ji bo xwedîderketina li xwezayê kon vedane û bertek nîşanî bazirganiya li ser xweza da.
‘Em ji bo parastina xweza bi hev re dixebitin’
Hayiroglu bertek nîşanî kesên bi armanca komkirina pincaran tê û zirarê didin xweza jî da û wiha axivî: “Kesên ku ji derve tên çiyayên me, ji me dixeyidin û dibêjin, ‘Hûn çima pêşiya me digirin, em ji xwe re pincaran dibin û difiroşin.’ Lê em talaneke wiha naxwazin û qebûl nakin. Li çiyayên me rêvas, poxik, savil (çavşîr), helûg û sîr şîn dibin. Em naxwazin tu kes zirarê bide darên me, çiyayên me, giya û ava me. Berê li welatê me, li derdora war û malên me giyayên çiyayî gelek bûn, niha ji ber talanê tiştek nemaye. Tên kom dikin û dibin difiroşin. Îsal em bi Komeleya Dêrsimê û gelê Dêrsimê re hatin ba hev. Em ji bo parastina xwezaya xwe bi hev re dixebitin.”
‘Em li welat xwedî derkevin’
Hayiroglû di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê her kes berpirsiyariyê hilgire û wiha domand: “Bila her kes dengê me bibihîse. Kî tê çiyayê me, bila berpirsiyariya xwe bizanibe. Ji ber talanê ji bo xwarinê jî tiştek nemaye. Di zarokatiya me de li van çiyayan rêvas çiqas gelek bûn, niha qet nîn in. Bila herkes jî li kulîlk û xwezaya me xwedî derkeve. Em jî li welatê xwe xwedî derkevin.”
‘Em mil bidin hev, nexwe wê her tiştî biqedînin’

Meral Dînler jî bang li gel kir ku li dijî talankirinê bibin yek û ev peyama hevgirtinê da: “Ev der axa me ye. Ev kulîlk kulîlkên me ne, ev rêvas yên me ne. Li axa xwe, li kulîlk û welatê xwe xwedî derkevin. Werin ba hev, piştgiriyê bidin hevdû. Heke em xwedî dernekevin, wê her tiştî biqedînin.”
Nobeda jiyanê ya ku li Geliyê Hawaçorê dewam dike, her roj ji aliyê gelek hunermend, rewşenbîr, siyasetmedar û nûnerên sazî û komeleyan ve tê ziyaretkirin.
Li Gimgimê li kêleka warê pîroz jiyana komînal

Li Gimgimê jî, li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ku tevî metirsiya erdhejê tê xwestin li ser xeta fayê bê çêkirin, berxwedana gel veguherî nobeda konvedanê. Têkoşîna ku 3 meh berê dest pê kir, li kêleka Gireboayê ji bo Kurdên Elewî pîroz e, bi biryardarî dewam dike.
Tevlêbûna gundên derdorê zêde dibe

Di nobeta ku bi pêşengiya Meclisa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê dest pê kir de, jiyaneke komînal tê avakirin. Berxwedana ku pêşî tenê bi 16 gundan dest pê kiribû, niha bi tevlîbûna xelkê derdorê mezin dibe. Jin, ciwan û zarok bi kilamên dengbêjan û govendê serkêşiya çalakiyê dikin. Gelê di nobetê de destnîşan dike ku heta proje bi fermî betal nebe, ew ê qadên xwe yên jiyanê û baweriyê neterikînin.













