Tîma Kurdistana Iraqê ya Rêxistina CPT’yê, rapora daneyên êrişên sê mehên dawî yên rejîma Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê belav kir. CPT ragihand ku di 751 êrişan de 22 kes hatin kuştin û 112 kes jî birîndar bûn.
Tîma Kurdistana Iraqê ya Rêxistina “CPT” (Christian Peacemaker Teams), rapora daneyên êrişên sê mehên dawî yên rejîma Îranê yên li ser Herêma Kurdistanê belav kir. Di rapora rêxistinê de hatiye diyarkirin ku piştî destpêkirina şerê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Îsraîl û Komara Îslamî ya Îranê ya di 28ê sibata 2026an de, Herêma Kurdistanê rûbirûyî êrişên Pasdarên Îranê û komên çekdar ên hevalbendên wê yên li Iraqê bûye.
Li gorî raporê, di navbera van sê mehan de 751 êriş hatine qeydkirin. Li gorî raporê di encama van êrişan de 22 kesan jiyana xwe ji dest dane û 112 kesên din jî birîndar bûne.
Rêxistina CPT’yê daneyên êrişên Îranê yên di dema sê mehên şer de (28ê sibatê – 28ê gulanê) bi vî awayî pêşkêş kiriye:
Hejmara giştî ya êrişan: 751 êriş (647 êriş di 40 rojên pêşî de û beriya agirbesta 8’ê Nîsanê pêk hatine).
Aliyên ku êriş kirine: Komên hevalbendên Îranê yên li Iraqê berpirsê (%60.3) êrişanin û hêzên Îranê bixwe jî berpirsê %39.7 êrişên li ser Herêma Kurdistanê ne.
Cureya êrişan: Ji sedî %78.4 ya tevahiya êrişan ji aliyê balafirên bêfirovan (drone) yên xwekuj ve hatine kirin.
Qada êrişan: Sînorê parêzgeha Hewlêrê her dem armanca sereke ya êrişan bûye û ji sedî %78.3 ya tevahiya êrişan li ser sînorê vî parêzgehê pêk hatine.
Cihên ku hatine armancgirtin: Ji sedî %37.4 ya êrişan li ser sazî û navendên dîplomatîk û leşkerî yên Amerîkayê yên li Herêma Kurdistanê bûn. Ji sedî %31.7 ya êrişên din li ser cihên sivîl, kompanya, baregehên Wezareta Pêşmerge û navendên leşkerî yên ku beşdarî wî şerî nebûne, hatine kirin. Her wiha ji sedî %30.9 ya êrişan jî li ser kampên penaberan û baregehên partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê bûne.
Guhertina aliyê êrişan di dema agirbestê de (8ê nîsanê – 28ê gulanê)
Tevî ragihandina agirbestê ya di 8ê nîsanê de, êrişên li ser Herêma Kurdistanê nehatin sekinandin. Tîma Kurdistana Iraqê ya CPT’yê, di dema agirbestê de 104 êrişên li ser Herêma Kurdistanê qeyd kirine.
Hedef guherîn: Ji sedî %82.7 ya êrişên di dema agirbestê de, li ser partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê û kampên wan bûn.
Guhertina aliyê ku êriş kiriye: Di dema agirbestê de hêzên Îranê bûn aliyê sereke yê encamdana êrişan û berpirsê nêzîkî %89 ya êrişên vê demê ne.
Qurbanî: Tevahiya qurbaniyên dema agirbestê ku 5 kuştî û 17 birîndarin û endamên partiyên Kurdî yên Rojhilatê Kurdistanê ne.
Pêşniyar
Ji bo hemû aliyan: Gihîştina bi peymaneke mecbûrî ku sekinandina tam a êrişên li ser xaka Herêma Kurdistanê mîsoger bike.
Ji bo Hikûmeta Iraqê: Parastina serweriya xaka Iraqê, lêpirsîn û dadgehkirina Komara Îslamî ya Îranê û komên hevalbendên Îranê yên li Iraqê.
Ji bo Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê: Dabînkirina qerebûya bilez ji bo wan welatiyên ku ziyan dîtine, li gorî qanûna jimare 20 ya sala 2009an û qanûna sererastkirî ya jimare 57 ya sala 2015an.













