• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 3yê HEZÎRANA 2026an

    Homa Mîrafşar jiyana xwe ji dest da

    Homa Mîrafşar jiyana xwe ji dest da

    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

    Rojnameger Sema Bîngol û 7 kesên din hatin berdan

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 3yê HEZÎRANA 2026an

    Homa Mîrafşar jiyana xwe ji dest da

    Homa Mîrafşar jiyana xwe ji dest da

    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Cezayê heta hetayê li kujerê Kînem Kiymet Yildiz hat dayîn

    Li Enqereyê tevî nûçegihana MAyê gelek kes hatin binçavkirin

    Rojnameger Sema Bîngol û 7 kesên din hatin berdan

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

    Rejîma Îranê cezayên giran li du ciwanan birî

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

Bazîd Evren / AW

3 HEZÎRAN 2026 - 08:54
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Girtîgehên li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê veguherîne saziyên binpêkirinên mafan û rewşa girtiyan di xetereyê de ye. Girtî rastî îşkenceyê, muameleya xerab, lêgerînên dijhiqûqî, cezayên disîplînê û hwd. tên û di girtîgehên wekî Tîpa S, Tîpa Y û Ewlehiya bilind de îzolasyoneke demdirêj tê sepandin.

Rewşa girtîgehan li Tirkiyeyê bi taybetî li Bakurê Kurdistanê di salên dawî de, li gorî raporên rêxistinên mafên mirovan, parêzeran û saziyên sivîl her ku diçe xerabtir dibe û mafên bingehîn ên girtiyan jî tên binpêkirin. Di van salên dawî de girtîgeh weke cihên mîlîtarîzmê tên binavkirin û ji hemû girtîgehan agahiyên ‘binpêkirina mafan’ tên. Bi taybetî li Girtîgehên Kurdistan û Behra Reşê rêjeya binpêkirinan zêde ye û parêzer, parastvanên mafên mirovan û malbat rewşa girtiyan di xetereyê de dibînin.

Herî zêde serlêdan ji Dûmlûyê tê

Saziyên wekî Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV), Komeleya Parêzerên ji bo Azadiyê (OHD) û Komeleya Civaka Sivîl di Pergala Înfazê de (CÎSST) her 6 mehan carek raporan amade dikin û rewşa girtîgehan, taybetî jî ya girtiyên siyasî ji raya giştî re parve dikin. Li gorî raporên van saziyan pirsgirêkên sereke ya rewşa girtiyên nexweş, gihiştina mafê tenduristiyê, sekna Saziya Tiba Edlî (ATK), taloqkirina berdana girtiyan a ji aliyê Lijneyên Çavderiyê yên Girtîgehan ve, zêdebûna hejmara girtiyan, tecrîda kûrkirî ya girtîgehên tîpên N, S, Y û Ewlekariya Bilind, cezayên dîsîplînê, dûrxistina ji malbatan hwd. in. Her wiha di raporan de jî xuya ye herî zêde serlêdanên binpêkirinên mafan ji girtiyên li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hejmar 1 a Dûmlûyê ya Erziromê dimînin, tên û herî zêde li Girtîgeha Tîp a S ya Kavakê ya Samsûnê berdana girtiyan tê astengkirin.

Girtîgehên tîpa S, tîpa Y û Ewlehiya Bilind

Girtiyên siyasî ku bi rêya malbat û parêzerên xwe rewşa girtîgehan radigihînin, destnîşan dikin ku ew di xeyalên xwe de jî nikarin ji girtîgehê derbikevin û balê dikşînin ser girtîgehên tîpên S û Y yê. Rewşa girtiyên siyasî yên di girtîgehên tîpên S û Yyê de dimînin di xetereyê de ye û gelek caran gefa cezayê dîsîplînê li girtiyan tê xwarin. Pergala van girtîgehan li ser modela odeyên yekkesî hatine avakirin ku têkiliya girtiyan yekser bi hev re qut dike. Ev rewş ji aliyê parêzeran ve wekî ‘tecrîda kûrkirî’ tê pênasekirin û bandoreke giran li ser derûniya girtiyan dike. Model û avahîsaziya van girtîgehan ji girtîgehên din cudatir e û salê carekê roj-tav li dîwarê hewşa girtîgehê dide. Ev yek jî rewşa tipên S û Yyê radixe ber çavan ku girtiyên muebetê ango heta hetayê li van girtîgehan dimînin.

Piştî guherîna Wezîrê Dadê rewş xerabtir bûye

Bi giştî di girtîgehan de girtî radigihînin ku gelek caran bi ser odeyên wan ve tê girtin û lêgerîn tê kirin. Li girtiyan lêgerîna nava dev û muayeneya bi kelepçe tê ferzkirin, lewma girtî gelek caran naçin nexweşxaneyê. Odeyên girtiyên siyasî û edliyan li cem hev, di heman beşê de ne û dixwazin têkiliyê girtiyan ji hev qût bikin. Mafê girtiyan ên weke spor, derketina hewşê, çûyîna atolyeyan tê binpêkirin û girtî gelek caran nikarin ji van mafên xwe sûd werbigirin. Girtî bi piranî sewqî girtîgehên ku bi hezaran kîlometreyan dûrî bajar û malbatên wan in, tên kirin. Ev yek dibe sedema malbat ji ber aborî û nexweşiyê nikaribin biçin dîtina xizmên xwe ku ev bixwe wekî cezayekî duyemîn li ser malbatan tê dîtin. Daxwaza sereke ya girtiyan jî sewqkirina wan a nêzî malbatên wan e. Li gorî girtiyan piştî guherîna Wezîrê Dadê rewşa girtîgehan xerabtir bûye û gelek mafên wan tên bipêkirin.

Di S, Y û Ewlehiya Bilind de îzolasyona demdirêj hatiye asayîkirin

Parêzer Ozan Başdînç ku li gelek girtîgehan geriya ye, li ser rewşa girtîgehan nirxandin kir û diyar kir ku divê nirxandin li ser bingeha mîmariya girtîgehan, şert û mercên ragirtinê (mayînê) bê kirin.

Ozan Başdînç anî ziman ku di vî warî de bi taybetî girtîgehên Tîpa S, Tîpa Y û Girtîgehên Ewlekariya Bilind ên ku nû hatine çêkirin, derdikevin pêş û wiha got: “Ev avahî, bi pergalên xwe yên mîmarî yên ku tenduristiya laşî, derûnî û civakî ya girtiyan li ber çavan nagirin û bi rejimên xwe yên înfazê yên li ser bingeha tecrîdê balê dikişînin. Bi taybetî di girtîgehên Tîpa S, Y û Ewlekariya Bilind de, pergalek heye ku tê de îzolasyona demdirêj hatiye asayîkirin û têkiliyên civakî bi awayekî sîstematîk tê sînordarkirin. Ev şert û merc dibin sedema pêkanînên tecrîda demdirêj ku di pîvanên navneteweyî de wekî şêwazekî îşkenceyê yan jî muameleya xerab têne hesibandin; ev rewş li ser yekparçetiya laşî û derûnî ya girtiyan rîskên cidî ava dike.”

‘Divê pergala înfazê ji nêzîkatiya ewlehîparêz derkeve’

Di berdewamiya axaftina xwe de Ozan Başdînç diyar kir ku ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehan bi dawî bibin, divê pergala înfazê ji nêzîkatiya ewlehîparêz derkeve û wiha pê de çû: “Divê pergala înfazê bi nêzîkatiyek ku mafên mirovan di navendê de digire, ji nû ve were avakirin. Ji ber mafên bingehîn ên kesên ku ji azadiya xwe bêpar hatine hiştin ji holê ranabin; erka dewletê ew e ku di dema înfaza cezayê de rûmeta mirovî, mafê jiyanê, mafê tendurustiyê û qedexeya muameleya xerab biparêze. Lêbelê, em dibînin ku di pêkanînên heyî de ev garantî di gelek rewşan de tên binpêkirin. Bi taybetî pêkanînên înfazê yên cudakar ku li ser bingeha cureyê sûc tên kirin, di warê dewleta hiqûqê û prensîba wekheviyê de pirsgirêkên cidî derdixin holê. Muamelekirina girtiyan li gorî cureyê sûcên wan û sepandina rêzikên cuda ji bo girtiyên siyasî, vediguhere binpêkirina mafan a ku ji cezakirinê derbas dibe; ev rewş armanca bingehîn a hiqûqa înfazê binpê dike û wê vediguherîne amûreke tolhildanê.”

‘Lijneyên çavdêriyê weke saziyeke dadwerî tevdigerin’

Ozan Başdînç di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand ser lijneyên çavdêriyê jî û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Yek jê pirsgirêkên sereke yên di vê qadê de ‘Lijneyên Îdare û Çavderiyê’ yên ku gihîştina girtiyan a bi mafan û pêvajoyên berdanê diyar dikin in, dikarin bêyî pîvanên hiqûqî û berçav biryaran bidin. Ev lijneyên ku bi piranî ji personelên îdarî pêk tên û pirî caran ne xwediyê kalîteyeke hiqûqî ne, biryarên rasterast bandorê li ser mafê azadî û ewlehiya girtiyan dikin, digirin û di pratîkê de wekî saziyeke dadwerî tevdigerin. Lê belê, van biryarên ku ji garantiyên hiqûqî û mekanîzmayên çavdêriya serbixwe bêpar in, dibin sedema sînordarkirina azadiyê bi rênimayên îdarî û rê li ber biryarên kêfî vedikin. Gelek agahiyên cidî hene ku biryarên wekî berdana bi şert, derbasbûna girtîgeha vekirî yan jî kontrolkirina edlî – ku rasterast bandorê li azadiya kesî dikin – pirî caran bêyî pîvanên objektîf û şefaf tên girtin. Ev rewş ji bo girtiyan nediyariyeke hiqûqî ava dike û rîska pêkanînên kêfî zêde dike. Ji ber vê yekê, pêdivî bi rênimayên qanûnî yên bihêz heye ku garantî bikin biryarên lijneyê bi awayekî maqûl, bi hincet û ji çavdêriya serbixwe re vekirî bin.

‘Pêdivî bi guhertinên dadwerî hene’

Parêzer Ozan Başdînç behsa rewşa girtiyên nexweş jî kir û da zanîn ku yek ji pirsgirêkên herî giran jî rewşa girtiyên nexweş e.

Ozan Başdînç destnîşan kir ku hiştina kesên ku dermankirina wan di şert û mercên girtîgehê de ne guncav in an jî yên ku nikarin jiyana xwe bi tena serê xwe bimeşînin, ne tenê mijareke hiqûqî, di heman demê de mijareke wijdanî û mirovî ye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji bo parastina mafê tenduristiyê, mafê jiyanê û rûmeta mirovî, divê rêziknameyên înfazê yên derbarê girtiyên nexweş de bi awayekî parastir û mirovparêztir ji nû ve bên destgirtin. Ji bo pêşîgirtina li binpêkirinên mafan, divê zelalbûn, rêyên serlêdana bi bandor û çavdêriya dadwerî ya bihêz bêne dabînkirin. Girtina girtîgehan a ji çavdêriya derve re, dibe sedema nedîtina binpêkirinan. Ji ber vê yekê, di girtîgehan de pêdivî bi guhertinên dadwerî heye ku pergaleke înfazê ya berpirsiyar û li ser bingeha mafên mirovan ava bike.”

Etîket: girtîgehOzan Başdînç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

Mehmet Polat piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan

25 GULAN 2026

‘Li girtîgehên Anatolyaya Navîn zext zêde dibin’

18 GULAN 2026
Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

Leşkeran li girtiyê nexweş xist: Nehiştin tedawî bibe

7 GULAN 2026
Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

Nûçegihanê me Nedîm Oruç ji girtîgehê derket

24 NÎSAN 2026
Suheyla Taş a ku berdan wê dihat taloqkirin hat berdan

Suheyla Taş a ku berdan wê dihat taloqkirin hat berdan

24 NÎSAN 2026
‘Di girtîgehan de jiyan di xetereyê de ye’

‘Di girtîgehan de jiyan di xetereyê de ye’

10 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Xelkê gundê Zivinga Şikaka çima tên astengkirin?

    Xelkê gundê Zivinga Şikaka çima tên astengkirin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Leşkeran ketina gundê Zivinga Şikakayê qedexe kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Sema Bîngol û 7 kesên din hatin berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Sasonê çinîn û firotina çîlekan dest pê kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Telefona Rojwelat piştî kuştina Gulistan 46 roj girtî maye!

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 3yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê li herêmê qeyran kûrtir kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tirsa rejîmê li hemberî ‘Jin Jiyan Azadî’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berhema şaristaniyên mezin: Keleha Wanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (56)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne