Stenbol – Kovar- Rojnameya Serxwebûnê bi sernavê Rêya Şoreşa Kurdistanê di 6ê Îlona 1978an dest bi weşanê kir, dîsa piştî kongereya 12emîn a PKKê ya di sala 2025an de weşana xwe piştî 47 salan bi dawî kir. Serxwebûn li her derê bû dengê têkoşînê û li her derê Kurdistanê û cîhanê bû sedem ku dirûşma “Ji Serxwebûn û azadiyê bi rûmettir tiştek nîne” olan da.
Ji avakirina komarê re li Tirkiyeyê tevî Kurdan gelek nasname û çand tune hatin hesibandin û di çarçoveya polîtîkayên helandinê de gelek netewe, ol, bawerî, civak di encama van polîtîkayan de an bi dawî bûn û an jî ji rastiya xwe gelek dûr ketin. Tevgera Azadiyê ya Kurd ku li dijî hemû polîtîkayên qirkirin, tune hesibandin, çewisandin, sirgûn û girtinan li ber xwe da û heya roja me ya îro ji bo hebûna xwe bide qebûlkirin têkoşînek bêhempa li dar xist. Kovara Serxwebûn bû gihandina gel a vê têkoşîn û berxwedanê. Hejmara yekem a Serxwebûndi di sala 1978an de wekî veşartî dest bi weşanê kir, piştî Çileya sala 1982yan li Ewropayê bi awayekî fermî dest bi weşanê kir.
Yek ji damezrenerê Serxwebûnê Dûran Kalkan li ser avakirina Serxwebûnê axivî bû. Duran Kalkan di axaftina xwe de diyar kiribû ku Serxwebûn di sala 1978an de li Kurdistanê di serî de weke kovar, piştî sala 1982an li Ewropa wekî rojname hate çapkirin û got: “Di meha Nîsana sala 1978an de li Xarpetê civînekî de biryara derxistina weşanekî hate girtin. Lijneya weşangeriyê li Amedê dest bi xebatan kir. Mazlum Dogan, Hayrî Dûrmûş, Fatma û Dûran Kalkan wekî lijneya weşangeriyê dixebitiyan. Lijneya weşangeriyê bi koordineye Serok APO dixebitiya. Serok APO di civînan de li ser qala em ê weşangeriyekê çawa bikin. Paşê xebatên me li Dersimê didomiya lê ji ber ku operasyon zêdebûn lijneya weşangeriyê derbasî navçeya Depê bûn û amedakarî li wir bi dawî bû.”
Kovara Tevgera Apociyan dest bi weşanê kir

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hejmara yekemîn di meha Tirmeha sala 1978an de li Amedê “Manîfestoya Rêya Şoreşa Kurdistanê” nivîsand. Qapaxa Serxwebûnê li navçeya Rêzana Amedê hate çêkirin. Çapkirina Serxwebûnê yê li Xarpetê hatibûya çêkirin lê ji ber sedema operasyonan lijneya weşanê derbasî Çewligê bû. Li Çewligê Serxwebûn hate çapkirin. Kovarên hatibû amadekirin ji nîvê wan, Huseyîn Dûrmûş ji bo veşêre, li gel xwe biribû. Lê di rê de hate girtin. Ji ber vê yekê kovarên din bi awayekî lêz hatin belavkirin. Bi vî awayî kovara Tevgera Apociyan dest bi weşanê kir. Di sala 1979an de 5 hejmara taybet a Serxwebûnê hate çapkirin. Di sala 1980an de jî çend bultenên nûçeyan hate çapkirin. Paşê jî di sala 1982yan de li Ewropa dest bi weşanê kir.
Ji Serxwebûn û azadiyê bi rûmettir tiştek nîne
Xwediyê dirûşmeya “Ji Serxwebûn û azadiyê bi rûmettir tiştek nîne” rêberê şoreşa Vietmanê Ho Chi Minh e. Tevgera Apociyan li Vietnamê gelek bandor bû. Nave Partiya Karkeran jî ji Vietnamê tê. Dirûşmeya “Ji Serxwebûn û azadiyê bi rûmettir tiştek nîne” bû dirûşmeya Tevgera Apociyan û ev dirûşm li ser gelê Kurd bû xwedî bandoreke bêhempa.
Berpirsiyarê Karên Nivîsan ê yekemîn: Mazlum Dogan
Mazlum Dogan yek ji pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê bû. Bi fikr û ramanê xwe bandor li ser gelek kesan dikir. Lêhûrbûn û xebatên Mazlum Dogan bala Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî dikişîne û di kar û barê ramanî, propaganda û ajîtasyonê de peywirê dide Mazlum Dogan. Li ser vî esasî her ku diçe hem çarçoveya “weşangeriyek çawa” di serê Mazlum Dogan de zelal dibe û hem jî karûbarên pratîk ên weşanekê teşe digirin. Piştî avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji ber vî aliyê xwe, Mazlum Dogan wekî perpirsê propaganda û weşangeriyê yê partiyê tê wezîfedarkirin. Mazlum Dogan bû sernivîskar û berpirsyarê Serxwebûnê.

Berî ku Serxwebûn derkeve, Mazlûm Dogan nivîsekê amade dike û behsa pêdiviya weşaneke şoreşger dike. Ev nivîs paştre hate weşandin û wekî yek ji belgeyên destpêkê yên fikra kovarê tê nirxandin. Mazlum Dogan di nivîsa xwe de wiha dibêje: “Li dijî çanda feodal û neteweyê red dike, divê çanda mirovahiya pêşverû ji gel re bê ragihandin. Heta roja îro hewildana ku çanda şoreşgerî û pêşverû ji gel re ragihîne nebûye. Bûrjûvaziya pêşverû çanda pêşverû daye gelê xwe. Lê bûrjûvaziyek me ya wiha çênebûye. Ev kar hemû ji me re dimîne. Dema hewil tê dayîn fikrên şoreşgerî ji gel re bên ragihandin, divê berjewendî û daxwazên gel esas bên girtin. Ji ber ku di dîroka me ya neteweyî de heta niha tiştem me ya afirîner tune bûye, em nikarin ya derdorên din ji xwe re bigirin. Mînak weşanek ji hêla rewşenbîrên bi çanda Tirk mezin bûne, nikare ji daxwazên gelê Kurd re bibe bersiv. Bi rastî jî ji ber ku heta niha têkoşînek şoreşgerî, rizgarîxwaz tune bû, weşangeriyek wiha jî li Kurdistanê derneket.”
Serxwebûn ji bo rastiya Kurdistanê…
Hejmera yekemîn a Serxwebûnê bi manşeta “1emîn konferansa PKKê hate lidarxistin” derket. Di hejmera yekemîn de nivîsek bi navê “derketin” hate weşandin û di nivîsê de hate wiha hat gotin: “Serxwebûn ji bo rastiya Kurdistanê û bihîstin, kirina dengê têkoşîna serxwebûnê dê têbikoşe lê Serxwebûn van tiştan jî bi alikariya şoreşgerên Kurdistanî, welatparêz û kedkaran pêk bîne.” Bi van gotinan Serxwebûnê dest bi pêkanîna peywîra xwe kir. Piştî derbeya 12ê Îlona 1980an tevgera Serxwebûnê qutbû. Lê di demekî kêm de Serxwebûn xwe dîsa rêxistin kir û di sala 1982yan de li Ewropayê dest bi weşanê kir. Dema duyemîn ya Serxwebûnê bi awayekî çalak berdewam kir. Tevahî belgeyên kongre û konferansên PKKê weşand û rêxistinkirin û polîtîkkirina gelê Kurd ên li Ewropayê wek erkekê pêk anî.
Bi kongreyê dest pê kir, bi kongreyê bi dawî bû
Kovar-Rojnameya Serxwebûnê 4 sal li Kurdistanê bi awayekî veşartî û 43 sal jî li Ewropayê hate weşandin. Serxwebûn bi giştî 47 salan hate çapkiri û bi giştî 521 hejmarên Serxwebûna hatin çapkirin. Her manşeta Serxwebûnê bilindkirina dengê rastiyê, manifestoya PKKê, geşedanên şoreşê û gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji gel re ragihand. Serxwebûn di 47 saliya xwe de bû bû deng û dibistana gelê Kurd. Serxwebûn weşangeriya xwe ya demdirêj piştî di çarçoveya pêkanîna kongreya 12emîn a PKKê de di 4ê Hezîrana 2025an de hejmara xwe ya dawî çap kir.
Rastiya şerê demdirêj ragihand
Tirkiye li gel şerê çekdarî, şerê taybet jî dimeşîne. Ji salên 1980î heta sala 2026an Tirkiye di şerê di navbera PKKê de herdem şerê taybet, politîkayên taybet meşand. Di sala 1990î de leşkerên Tirk bi cil û bergên Kurdî diavêta li ser gundan û malên gundiyan dişewitand û gundiyan dikuşt. Bi van kuştinan jî bi navê “Gerîla sivîl kuşt” parve dikir. Di televîzyonê de nûçeyên hejmarekê zêde PKKyî hate kuştin dihat weşandin. Serxwebûn li dijî şerê taybet a Tirkiyeyê rastiya û vê rastiya dewletê ji gel re radigihand.
Çanda berxwedanê gi berdelên giran ava bû
Di oxira weşangeriya azad a Kurdistanê de gelek kes jiyana xwe ji dest dan. Mazlum Dogan yek ji van bû. Di salên 90î de gelek rojnameger û belavkarên rojnameyan li kolanan hatin kuştin. Weşangeriya Kurd tu carî paş de gav neavêt û çanda berxwedanê ya Çapemeniya Azad bi berdelên giran ava kir. Ji ber ku dîroka çapemeniya azad bi bingeha Serxwebûnê hate avakirin. Gûrbetellî Ersoz, Azîz Koyluoglû, Gulîstan Tara, Nazim Dastan, Cîhan Bîlgîn, Kadrî Bagdû bi gelek kes mîrateya Serxwebûnê hilgirtin ser milê xwe û tev li karvana nemiran bûn.














