Li gorî raporê Rêxistina Efûya Navneteweyî, herî kêm 78 xwepêşander, muxalifên siyasî û kesên ku bi komên muxalefetê ve girêdayî ne niha bi gefa darvekirinê re rû bi rû ne.
Rêxistina Efûya Navneteweyî derbarê binçavkirin û girtinên li Îranê de raporek parve kir û di raporê de diyar kir ku herî kêm 78 xwepêşander, muxalîfên siyasî û kesên ku bi komên muxalefetê ve girêdayîne ku 41 ji van kesan di xwepêşandanên li bajarên cuda yên Îranê ne û di di meha Çile û Sibata 2025an de hatine binçavkirin, bi gefa darvekirinê re rû bi rû ne.
Beşek din a daxuyaniyê destnîşan kir ku herî kêm pênc ji wan kesên ku hatine mehkûmkirin di dema sûcdarkirinê de bin 18 salî bûne. Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku ev yek binpêkirinek aşkera ya erkên navneteweyî yên Îranê yên derbarê mafên zarokan de pêk tîne û daxwaza rawestandina tavilê ya darvekirina wan kir.
Rêxistinê her wiha diyar kir ku gelek bersûcan ji şêwirmendiya hiqûqî ya serbixwe, darizandinek adil û parastinek bi bandor hatine dûrxistin û hin doz li ser îtîrafên bi zorê yan raporên ji ajansên ewlehiyê hatine damezirandin.
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî tekez kir ku ji ber hawîrdora zextê, sînordarkirinên giran ên agahdariyê û zexta li ser malbatên girtiyên siyasî, hejmara rastîn a girtiyên ku di rêza mirinê de ne, dibe ji hejmarên fermî zêdetir be.
Rêxistinê bang li rayedarên Îranê kir ku tavilê darvekirinan rawestînin, hemû biryarên li ser pêvajoyên dadwerî yên neheq betal bikin û piştrast bikin ku girtî gihiştina parêzerên serbixwe û mafê wan ê darizandinek adil heye.
Di raporê de tê gotin ku di mehên dawî de çalakvanên civaka sivîl, xwepêşander, welatiyên Kurd û Belûc û rexnegirên siyasî hatine hedefgirtin.
Çalakvanên mafên mirovan hişyar dikin ku bikaranîna berfireh a cezayê mirinê li dijî xwepêşander û dijberên siyasî beşek ji siyaseta tepeserkirin û kontrolkirina civaka Îranê ye.













