• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
03 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye

    DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye

    ‘Neavêtina gavên qanûnî dibe sedema bêbaweriyê’

    ‘Neavêtina gavên qanûnî dibe sedema bêbaweriyê’

    KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

    KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

    Haşdî Şabî li Mûsilê 3 DAIŞî kuştin

    Haşdî Şabî li Mûsilê 3 DAIŞî kuştin

    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 3yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye

    DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye

    ‘Neavêtina gavên qanûnî dibe sedema bêbaweriyê’

    ‘Neavêtina gavên qanûnî dibe sedema bêbaweriyê’

    KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

    KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

    Haşdî Şabî li Mûsilê 3 DAIŞî kuştin

    Haşdî Şabî li Mûsilê 3 DAIŞî kuştin

    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 3yê HEZÎRANA 2026an

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DFG: Nêzîkatiya li dijî çapemeniya azad, nêzîkatiya li dijî demokrasiyê ye

Amed / AW

3 HEZÎRAN 2026 - 13:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
DFGê, rapora xwe ya binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Gulanê eşkere kir. DFGê destnîşan kir ku nêzîkatiya li hemberî çapemeniya azad, di heman demê de nêzîkatiya li hemberî demokrasiyê ye û wiha got: “Em pêkanînên sansûrê yên di qada medyaya dîjîtal de wekî nîşaneya israra desthilatê ya di polîtîkayên antîdemokratîk de dinirxînin û qebûl nakin.”

Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), rapora xwe ya têkildarî binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Gulanê eşkere kir. Daneyên DFGê yên meha Gulanê nîşan didin ku binpêkirinên mafan ên li dijî rojnamegeran bi awayekî piralî û sîstematîk berdewam dikin. Her wiha zextên li ser mafê jiyanê, ewlehî, azadiya îfadeyê û xebatên pîşeyî yên rojnamegeran, di vê mehê de jî tabloyek giran derxistiye holê.

‘Qanûna dezenformasyonê li ser rojnamegeran veguheriye amûreke zextê’

DFGê di tabloya mehane de destnîşan kir ku di meha Gulanê de binpêkirinên mafan ên li ser rojnameger û saziyên çapemeniyê berdewam kirin û ev tişt vegot: “Rojnameger bi zextên piralî yên wekî binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz, gef û astengkirina şopandina nûçeyan re rû bi rû man. Ji bilî destwerdanên li ser azadiya çapemenî û îfadeyê, astengiyên xwegihandinê yên li ser mecrayên înternetê jî berdewam kirin. Di meha Gulanê de gelek rojnamevan ji ber nûçeyên ku çêkirine rasterast bûn hedef. Ji rojnamegerên ku hatin hedefgirtin, nûçegihana Rojnameya BîrGunê Sarya Toprak, ji ber nûçeya xwe ya derbarê gumanbar Ûgûrcan Açikgoz ê ku di çarçoveya dosyaya Gulistan Dokûyê de hatibû binçavkirin, ji hêla rojnameya Akîtê ve hedef hate nîşandan. Girtina Xwediya Îmtîyazê ya Aydinpostê Yelîz Ayaz a li Aydinê ji ber nûçeyeke hatibû weşandin, careke din nîşan da ku qanûna dezenformasyonê li ser rojnamegeran veguheriye amûreke zextê.”

Rojnameger hatin binçavkirin, girtin û gef li wan hate xwarin

DFGê di berdewama raporê de diyar kir ku di meha Gulanê de rojnamegerek û organeke weşanê rastî êrîşê hatine û wiha domand: “Herî kêm 2 rojnameger hedef hatin nîşandan. 5 rojnameger hatin binçavkirin, rojnamegerek hat girtin. Gef li 3 rojnamevanan hate xwarin. Herî kêm 6 rojnamegerên ku nûçe dişopandin hatin astengkirin. 3 ji van astengkirinan di dema bûyerên li qadê de pêk hatin. Di doza Hakan Tosûn de ku di nav dozên civakî de cih digire, di danişîna rêveberê Weqfa Xizmeta Quranê Ayhan Şenguler ê ku bi sûcdariya êrîşa zayendî ya li ser Hîfa Îkra Şenguler dihat darizandin de rojnameger negirtin eywana danişînê û rojnamegerên ku serdegirtina polîsan a li ser Navenda Giştî ya CHPê şopandin rastî tacîza devkî hatin. Ev yek weke mudaxeleyên li hemberî mafê agahî girtina gel hatin dîtin.”

27 rojnameger di girtîgehan de ne

DFGê anî ziman ku ji ber çalakiyên rojnamegeriyê derbarê 5 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye destpêkirin û ev agahî parve kir: “Derbarê rojnamegerekê de dozeke nû hat vekirin, heta meha Gulanê darizandina 28 rojnamegeran a di 18 dosyayên cuda de berdewam kir. Ji rojnamevan Reyhan Hacioglû re 4 sal û 2 meh cezayê girtîgehê hat birîn, her wiha ji bo du rojnamevanan jî cezayê pereyan hat birîn. Ji aliyê din ve, heta 3yê Hezîrana 2026an hejmara rojnamegerên ku di girtîgehên Tirkiyeyê de tên ragirtin wekî 27 hat qeydkirin. Şert û mercên xebatê yên neewle yên di sektora medyayê de berdewam dikin, di meha Gulanê de herî kêm 4 rojnameger ji kar hatin derxistin. Berteka rojnamevanên ku di Halk TVyê de dixebitin a li dijî mercên xebatê û têgihiştina rêveberiyê ku bi îstifayan bi dawî bû, bû yek ji rojevên balkêş ên ked û azadiya çapemeniyê ya mehê.”

‘Destwerdanên desthilatê yên li ser çapemeniya azad sîstematîk bûye’

Di berdewama raporê de DFGê da zanîn ku Lijneya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTUK), di meha Gulanê de ji bo 8 weşanên cuda biryara cezayê daye û wiha pê de çû: “Cezayên ku ji hêla RTUKê ve hatin bicihanîn, careke din nîşan da ku zextên îdarî yên li ser saziyên weşanê berdewam dikin. Pêkanînên sansûrê yên di qada medyaya dîjîtal de di meha Gulanê de jî berdewam kirin. Herî kêm malpereke înternetê ji xwegihandinê re hat girtin. Ji bo 9 naverokên nûçeyan biryara astengkirina xwegihandinê hat dayîn. Ji bilî vê, ji bo 193 naverokên medyaya civakî biryara astengkirina xwegihandinê yan jî derxistina ji naverokê hat dayîn. Girtina hesabên Xyê yên Ajansa Mezopotamyayê û JinNewsê yên bi Tirkî û Kurdî careke din nîşan da ku destwerdanên desthilatê yên li ser çapemeniya azad sîstematîk bûye.”

‘Astengiyên xwegihandinê berdewam dikin’

Her wiha DFGê diyar kir ku nêzîkatiya li hemberî çapemeniya azad, di heman demê de nêzîkatiya li hemberî demokrasiyê ye û raporê wiha bi dawî kir: “Em pêkanînên sansûrê yên di qada medyaya dîjîtal de wekî nîşaneya israra desthilatê ya di polîtîkayên antîdemokratîk de dinirxînin û qebûl nakin. Di meha Gulanê de binpêkirinên mafan ên li ser rojnamegeran; bi awayê binçavkirin, girtin, lêpirsîn, doz, gef, sansûr û astengiyên xwegihandinê berdewam kirin. Krîmînalîzekirina çalakiyên rojnamegeriyê, astengkirina şopandina nûçeyan û pêkanînên sansûrê yên di qada dîjîtal de nîşan didin ku zexta li ser azadiya çapemenî û îfadeyê berdewam dike. Xwedîbûna rojnamegeran a ji şert û mercên xebatê yên ewle re, misogerkirina azadiya raman û îfadeyê û dawîanîna li polîtîkayên necezakirinê di nav hewcedariyên bingehîn ên civakeke demokratîk de cih digirin.”

Etîket: DFGKomeleya Rojnamegeran a Dîcle FiratêRojnameger
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

Rojnameger Alî Bariş Kurt tehliye bû

22 GULAN 2026
Atolyeya ‘Rojnamegeriya Aştiyê’ hate li darxistin

Atolyeya ‘Rojnamegeriya Aştiyê’ hate li darxistin

14 GULAN 2026
Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

Rapora DFGê ya meha Nîsanê: Binpêkirin bi awayekî sîstematîk berdewam dikin

5 GULAN 2026
Rêxistinên Rojnamegeran: Sepanên ku rojnamegeriyê sûc dibînin bi dawî bikin

Rêxistinên Rojnamegeran: Sepanên ku rojnamegeriyê sûc dibînin bi dawî bikin

3 GULAN 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Keda ku me îro li ser pêyan digire têkoşîna komunê ye

1 GULAN 2026
Parlamenter Parlak binçavkirina rojnameger Orûç ji Wezareta Dadê pirsî

Danişîna doza nûçegihanê me Nedîm Orûç dest pê kir

24 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Berhema şaristaniyên mezin: Keleha Wanê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bingeha Çapemeniya Azad: Serxwebûn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 3yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Sema Bîngol û 7 kesên din hatin berdan

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Leşkeran ketina gundê Zivinga Şikakayê qedexe kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Xelkê gundê Zivinga Şikaka çima tên astengkirin?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Xurtkirina xeta 3yemîn deriyê azadiyê ye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Neavêtina gavên qanûnî dibe sedema bêbaweriyê’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (65)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne