Îran ku ji ber daxwazên zêde gef li DYAyê xwarin, got ku dê her êrîş bi topbarana fuze û droneyan bên bersivandin,
Rageşiya di navbera DYA û Îranê de zêde dibe. Şêwirmendê lîderê olî yê Îranê Mucteba Hamaney û Fermandarê Giştî yê Artêşa Muhafizên Şoreşê yê berê Muhsîn Rezaî, li ser hesabê xwe yê medyaya dijîtal daxuyanî da û wiha got :”Ne di dema muzakereyê ne jî agirbestê de em ê rê nedin daxwazên zêde yên DYAyê. Dê her êrîş, bi topbarana fuze û dronan bên bersivandin. Dîrok paşve naçe û êrîşkar dê demildest bê cezakirin.”













