Şewirmendê Çapemeniyê yê Kemal Kiliçdaroglu ragihand ku ew dê ji bo diyalogê heyeteke ava bikin û got ku ew dê hefteyê bê komcivîna partiya xwe jî li meclîsê pêk bînin.
Şewirmendê Çapemeniyê yê Kemal Kiliçdaroglu Muslîm Sari derbarê pêvajoya ‘Betalkirina Teqez’ de pirsen çapemeniyê bersivand.
Muslum Sari diyar kir ku armanca wan a serekê ew ê ku rêya diyalogê ava bikin û wiha got: “Rêveberên heyî biryara ‘Betalkirina Teqez’ tunehesibandin û pirsgirêk paşguh kirin. Divê em pirsgirêke bi awayekî objektîf bigirin dest û li ser çareseriyê rawestin. Em ne li dijî kurultayê ne. Em ê Meclîsa Partiyê kom bikin û li ser van mijaran rawestin. Mekanîzmayeke ku em bi hev re gotûbêje bikin heye. Di vî warî de me biryar girt ku em heyeteke diyalogê ava bikin. Em heyeteke ku di nava MYKê de Serokê me yê giştî jî guncav dibîne dê ava bikin. Em ê roja pencşemê Meclîsa Partiyê kom bikin. Em ê roja sêşemê jî komcivîna xwe li meclîse li dar bixîn. Serokê me yê giştî dê biaxive û li ser rewşa heyî nirxandinan bike. Ji ber ku biryar hê teqez nebûye em nikarinê kongreyê pêk bînin.”













