• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

    Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

    Ciwanekî reda xwe ya wijdanî eşkere kir

    Ciwanekî reda xwe ya wijdanî eşkere kir

    Pêkanînên rejîma Îranê li Şirnex û Mêrdînê hat şermezarkirin

    Pêkanînên rejîma Îranê li Şirnex û Mêrdînê hat şermezarkirin

    SESê li Amed û Wanê bertek nîşanî bertîl û kedxwariyê da

    SESê li Amed û Wanê bertek nîşanî bertîl û kedxwariyê da

    Karkerên madenê careke din dest bi çalakiyê kir

    Karkerên madenê careke din dest bi çalakiyê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

    Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

    Ciwanekî reda xwe ya wijdanî eşkere kir

    Ciwanekî reda xwe ya wijdanî eşkere kir

    Pêkanînên rejîma Îranê li Şirnex û Mêrdînê hat şermezarkirin

    Pêkanînên rejîma Îranê li Şirnex û Mêrdînê hat şermezarkirin

    SESê li Amed û Wanê bertek nîşanî bertîl û kedxwariyê da

    SESê li Amed û Wanê bertek nîşanî bertîl û kedxwariyê da

    Karkerên madenê careke din dest bi çalakiyê kir

    Karkerên madenê careke din dest bi çalakiyê kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mîsyona Hiqûqî ya Serbixwe li PEyê rapora ‘pêvajoyê’ aşkere kir

Navenda Nûçeyan / AW

4 HEZÎRAN 2026 - 22:16
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A

Mîsyona Hiqûqî ya Serbixwe ya Têkildarî Pêvajoya Aştiyê ya Tirkiyeyê li Parlamentoya Ewropayê rapora xwe eşkere kir. Di raporê de li ser girîngiya mafê hêviyê, perwerdehiya zimanê dayîkê, beşdariya jin û civaka sivîl rawestiya.

Mîsyona Hiqûqî ya Serbixwe ya Têkildarî Pêvajoya Aştiyê ya Tirkiyeyê ku di bin sîwana Yekitiya Parêzeran a Ji Bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Ewropayê û Cîhanê (ELDH) û Komeleya Demokrasî û Hiqûqa Navneteweyî (MAF-DAD) de hate damezrandin, têkildarî Pêvajoya Aştiyê ya li Tirkiyeyê daxuyanî da.

Di mîsyonê de ji bilî parêzerên girêdayî van rêxistinan, Enstîtuya Mafên Mirovan a Yekîtiya Baroyên Navneteweyî (IBAHRI), Yekîtiya Hiqûqnasên Cezayê ya Îtalyayê (UCPI) û Esculca wekî sazî cih girtin.

Endamên mîsyonê

Mîsyona Hiqûqî ya Serbixwe ya Têkildarî Pêvajoya Aştiyê ya Tirkiyeyê ji van endaman pêk tê:

Aiartza Azurtza Urko (Hevserokê ELDH)

Raquel Crespo Castro (Sekretera Giştî ya Esculca)

Devrat (Parêzerê li Dadgeha Bilind a Hindistanê qeydkirî ye)

Clemens Lahner (endamê ELDH)

Wendy Lyon (Komeleya Hiqûqnasên Sosyalîst ên Îrlandî, endamê ELDH)

Ezio Menzione (Komeleya Hiqûqnasên Ceza yên Îtalyayê)

Eleonora Scala (Enstîtuya Mafên Mirovan a Komeleya Hiqûqnasên Navneteweyî)

Armancên mîsyonê

Mîsyon armanca xwe wiha rave kir:

“Armanca Mîsyonê ew e ku pêşketinên heyî yên di pêvajoya aştiyê yên têkildarî pevçûnên Tirk-Kurd de binirxîne û ji perspektîfek serbixwe û hiqûqî ve tevkariya aştiyek mayînde û dadwerî bike. Mîsyon li gorî rêgezên ku di Danezana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Mafê Aştiyê (A/RES/71/189) de hatine destnîşankirin tevdigere, di heman demê de rêzê li serwerî û avaniya sazûmanî ya Komara Tirkiyeyê digire; armanc dike ku li ser bingeha edalet û mafên mirovan bi rêya diyalog, bêalîbûn û analîzek hiqûqî teşwîqî çareseriyê bike.”

Mîsyonê xebata xwe di çarçoveya berfirehtir a pevçûnên Tirk-Kurd de dimeşîne û vê prvçûnê wekî “pirsgirêkek tevlihev û her tim diguhere ku mijarên nasname, rêveberiyê û beşdariya siyasî vedihewîne” pênase dike.

Mîsyonê wiha lê zêde kir: “Şerê çekdarî yên ku ji sala 1984an vir ve di navbera dewleta Tirk û Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) de diqewime dihewîne, di heman demê de ji hêla nîqaşên hiqûqî û siyasî yên têkildarî mafên çandî, xwerêveberiyê û bicîhanîna qanûnên têkoşîna li dijî terorê de teşe girtiye.”

Mîsyonê destnîşan kir ku ev mijar “Hiqûqa destûrî, hiqûqa mafên mirovan a navneteweyî û di demên diyarkirî de hiqûqa mirovî ya navneteweyî jî di nav de şaxên cûrbecûr ên hiqûqê eleqedar dike.”

Divê çarçoveya Parlamentoyê berfireh bibe

Li Parlamentoya Ewropayê di civîna ji bo pêşkêşkirina raporê hat lidarxistin de, axaftina vekirinê ji hêla Hevsekretera Giştî ya Yekîtiya Parêzeran a Ji Bo Demokrasî û Mafên Mirovan a Ewropayê û Cîhanê (ELDH) Şerîfe Ceren Uysal ve hat kirin.

Şerîfe Ceren Uysal têkildarî delegasyonê de agahî da û got: “Delegasyonê parêzerên ji welatên cûda û nûnerên saziyên hiqûqî û mafên mirovan anîn cem hev; her yek ezmûna xwe ya pîşeyî di çarçoveyek xebata hevpar de anîn cem hev.”

Şerîfe Ceren Uysal destnîşan kir ku rapora ku îro hatiye pêşkêşkirin, pêvajoya heyî hem ji hêla derfetên ku pêşkêş dike û hem jî ji hêla kêmasiyên ku pêşkêş dike ve dinirxîne û bal kişand ser Komîsyona Meclisa Tirkiyeyê ya ji bo pêvajoyê de hatiye avakirin û got: “Rapor avakirina çarçoveyek parlamentoyê wekî pêşveçûnek girîng a sazûmanî qebûl dike, di heman demê de hewcedariya vê çarçoveyê destnîşan dike ku bibe avaniyek berfirehtir, jêhatîtir û bihêztir ku bikaribe rê nîşanî pêvajoyê bide.”

Urko Aiartza: Li Tirkiye hîn jî avaniyeke berfireh nehatiya avakirin

Hevserokê ELDHê Urko Aiartza diyar kir ku wan bi gelek aktorên ji beşên cûda yên civakê re hevdîtin kirine û hewl dane ku hem derfet û hem jî zehmetiyên ku di pêvajoya heyî de pê re rû bi rû mane fam bikin.

Aiartza got, “Peyamên ku me gelek caran bihîst ev bû ku komîsyona parlamenteriyê pêşketinek girîng a destûrî temsîl dike. Em beşdarî vê nêrênê dibin. Komîsyonê ji bo nîqaşê qadeke demokratîk û parlamentoyî java kiriye. Lê divê were fêm kirin ku ev tenê gava yekem e û hîn jî avaniyek berfireh nehatiye avakirin.”

Endamê mîsyonê wiha domand: “Yek ji peyamên sereke yên ku dubare hatin kirin ev bû ku pirsgirêka Kurd tenê ji perspektîfa ewlehiyê nayê destigrtin û em bi tevahî beşdarî vê dibin. Bê guman, bidawîkirina tundjiyê pir girîng e; lê pênasekirina rast a çawaniya pirsigrêkê şertê pêşîn ê çareseriyek serketî û mayînde ye. Her çiqasî bidawîkirina tundiyê pêdivî be jî, gelek beşdaran girîngiya pirsgirêkên din jî destnîşan kirin. Di nava wan de mafên ziman, nasnameya neteweyî, beşdariya demokratîk, naskirina çandî û hemwelatîbûna wekhev hene.”

Aiartza bal kişand ser rola Abdullah Ocalan û got: “Mijareke din a ku me bi berfirehî nîqaş kir rewşa Abdullah Ocalan û fikarên têkildarê vê bûn. Nêrînê siyasî çi dibe bila bibe, hemû kesên ku em bi wan re axivîn bi zelalî rola diyarker a Birêz Ocalan di destpêkirina pêvajoya heyî de lîst û dilîze qebûl kirin. Di vê çarçoveyê de, şert û mercên wî û rewşa wî wekî hêmanek girîng ji bo pêşveçûna pêşerojê ya pêvajoyê tê dîtin. Em hemû di ferqa vê yekê de ne; hem em, hem civaka Tirkiyeyê û hem jî qanûnçêkerên li Tirkiyeyê.”

Eleanora Scala: Pêvajo wê bandorên girîng li ser YEyê jî bike

Ji Enstîtuya Mafên Mirovan a Komeleya Baroya Navneteweyî Eleanora Scala di çarçoveya pêşkêşkirina raporê de pêşniyarên Mîsyonê parve kirin.

Eleanora Scala diyar kir ku divê piştgiriya Yekîtiya Ewropayê (YE) ji bo demokratîkbûn û reformên mafên mirovan berdewam bike, YE di vê pêvajoyê de ji bo wekî aktorek bi bandor û têkildar bimîne jiyanî ye.

Hin pêşniyar: Divê şertên Abdullah Ocalan li ber çavan bê derbaskirin

Eleanora Scala bi gotina “Ji ber ku encamên vê pêvajoyê dê bandorên girîng li ser Yekîtiya Ewropayê jî bikin” van pêşniyaran kir:

* Pêşî, ez dixwazim bi mijara beşdariya civaka sivîl û zelaliyê destpê bikim.

* Kesên ku em bi wan re axivîn, damezrandina komîsyona meclisê wekî gavek bingehîn a sazûmanî ku pêvajo ji bin siya danûstandinên deriyên girtî derxist, nirxandin. Lê ji bo pêşveçûnê divê bi civaka sivîl re mekanîzmayên şêwirmendiyê yên fermî, avakirî û watedar weri avakirin.

* Di heman demê de, raporên pêşveçûnê yên li ser pêvajoya aştiyê bi rêkûpêk bên weşandin û ev ê baweriyê di nava raya giştî de ava bike

* Divê jin bêhtir û watedartir di pêvajoyê de cih bigirin. Em dixwazin ku jin bi awayekî çalak beşdarî danûstandinan, pêvajoyên diyaloga civakî û bernameyên lihevhatinê dibin. Divê gavên di vî warî de werin teşwîqkirin.

* Derbarê mijara temsîlkirinê de; di nav derdorên ku em bi wan re hevdîtin kirin destnîşan kirin ku rola Abdullah Ocalan a di pêvajoyê de girîng e. Ev nirxandin tenê bi hin derdoran re ne sînordar bû; derbarê girîngiya rola Ocalan û berdewamkirina pêvajoya diyalogê de daxuyaniyên vekirî hatin dayîn.

* Em di wê baweriyê de ne ku ji bo pêşvebirina diyalogê divê şert û mercên girtina Ocalan di ber çavan de bên derbaskirin. Herî kêm divê destûr bê dayîn ku ew bi hemû aktorên girîng re têkilî deyne û derfeta ku ev têkilî bi nepenî bên meşandin were afirandin.

Ana Mirana Paz: Em piştgiriya pêvajoyê dikin

Endama Hevpeymaniya Azad a Keskan/Ewropayê ya Parlamentoya Ewropayê (PE) Ana Miranda Paz got: “Wekî endamên Koma Çep (The Left), Koma Sosyalîst û Demokratan (S&D) û her wiha koma Renew Europe li Parlamentoya Ewropayê, em piştgiriyê didin pêvajoya aştiya mayînde, demokratîk û aştiyane.”

Ana Miranda Paz diyar kir ku ew beşdarî mîsyonên çavdêriyê û danişîna doza Kobanê bûn û anî ziman ku ew piştgiriyê didin têkoşîna Kurdan a ji bo aştî, demokrasî û azadiyê. Ana Miranda Paz wiha berdewam kır: “Bi vê re me ji bo azadiya Birêz Abdullah Ocalan me gelek bang kirin û ketin nava hewldanan. Me piştgirî da kampanyayên ku bi salane berdewam dikin; ev piştgirî tenê bi sala dawî re ne sînorkirî ye, ev parçeyek hevgirtina demdirêje.”

Rapor: Serdemeke nû

Rapora ku bi boneya civînê hat weşandin bal kişand ser pêşketinên dawî û got: “Pêşketinên dawî, bi taybetî piştî banga Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a di Sibata 2025an de ji bo bidawîanîna têkoşîna çekdarî di pêvajoyê de qonaxeke nû nîşan dide. Ev qonax; îlanên agirbestê, têkiliyên siyasî yên ji nû ve û tevlîbûna parlamentoyê ya pêvajoyê û nîqaşên li ser çarçoveyên bêçekkirin û ji nû ve qezenckirinê vedihewîne. Her çiqasî ev pêşketin nîşan didin ku veguherînek gengaz ji şerê çekdarî ber bi diyaloga siyasî ve ye, ew di heman demê de pirsên girîng ên qanûnî û sazûmanî jî derdixin holê. Di vê çarçoveyê de, Mîsyon derfetên derketine holê û zehmetiyan her tim dinirxîne; ji bo avakirina aştiyê ya li ser bingeha serweriya hiqûqê, rêveberiya demokratîk û rêzgirtina mafên bingehîn tevkariyê dike.”

Etîket: aşkere kirMîsyona Hiqûqî ya SerbixwePErapor
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

TMMOBê rapora hezazê ya li ser rêya Wan û Colemêrgê amade kir

TMMOBê rapora hezazê ya li ser rêya Wan û Colemêrgê amade kir

4 GULAN 2026
Rapora têkildarî mirinên bi guman ên li Girtîgeha Qûbînê hat aşkerakirin

Rapora têkildarî mirinên bi guman ên li Girtîgeha Qûbînê hat aşkerakirin

23 NÎSAN 2026
ÎHDa Amedê: 2 hezar û 671 binpêkirin hatin tesbîtkirin

ÎHDa Amedê: 2 hezar û 671 binpêkirin hatin tesbîtkirin

27 ADAR 2026
Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

Meclisa Jinan a DEM Partiyê xwest ku rapora Dîlan Karamanê paşve bê kişandin

11 ADAR 2026
Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

Rapora derbarê Dîlan Karaman hat weşandin

9 ADAR 2026
Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PEyê misogeriya mafên Kurdan nîqaş kir

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li PEyê misogeriya mafên Kurdan nîqaş kir

26 SIBAT 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

    Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bostana Komuna Jinan a Bajarê Nû firingî û rihan hatin danîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 4ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sirri Sakik bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin pêk anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Temellî: Divê demildest şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk werin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedar û nivîskar Mahmut Alinak hate girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Saziyên maf û hiqûqê danezan şandin: Mafê Hêviyê bînin rojeva xwe

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (100)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne