• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
05 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

    Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

    ‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

    ‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 5ê HEZÎRANA 2026an

    Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

    Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

    Ciwanekî reda xwe ya wijdanî eşkere kir

    Ciwanekî reda xwe ya wijdanî eşkere kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

    Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

    ‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

    ‘Ji bo çareseriyê hewce ye statuya birêz Ocalan bê diyarkirin’

    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 5ê HEZÎRANA 2026an

    Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

    Ciwanên Sêrtê li seyrangehê hatin cem hev

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

    Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê: Darvekirinan rawestînin

    Ciwanekî reda xwe ya wijdanî eşkere kir

    Ciwanekî reda xwe ya wijdanî eşkere kir

  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

Serhat Toptaş / AW

5 HEZÎRAN 2026 - 08:59
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Enqere – Rêvebera ANKA-DERê Emîne Oguz diyar kir ku ew ê di 7ê Hezîranê de li Enqereyê komxebata zimanê Kurdî li dar bixin û wiha got: “Armanca me ya komxebatê statu û mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî ye. Piştî vê komxebatê di 26-27ê Hezîranê de jî wê weke encama komxebatan li Amedê konferansa Zimanê Kurdî bê lidarxistin.”

Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER) ku li Enqereyê xebatên çand û zimanê Kurdî dike dê bi şîara “Statûya Zimanê Kurdî û Perwerdehiya bi Kurdî” di 7ê Hazîranê de li Enqereyê komxebata zimanê Kurdî li darbixînê. Komxebata bi 4 rûniştinan pêk were dê li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya navçeya Çankaya ya Enqereyê bê li darxistin. Sazî û dezgehên çand û zimanê Kurdî, partiyên sîyasî, saziyên sivîl û gelek kes dê tevlî komxebatê bibin. Rêvebera ANKA-DERê Emîne Oguz tekildarî komxebatê ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Emîne Oguz bi lêv kir ku armanca wan a komxebatê mîsogeriya mafê zimanê Kurdiyê û wiha axivî: “Di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de em dixwazin xebatên ziman û çanda Kurdî xurt bikin. Em vê komxebatê jî li paytexta Tirkiyeyê Enqereyê dikin. Enqere ji bo daxwaza mafê zimanê Kurdî navendeke girîng e. Di vê pêvajoyê de em dixwazin Kurd daxwazên xwe yên li ser ziman bi bîr bixin. Mijara ziman mijareke sereke û girîng e. Armanca me ya sereke ew e ku mafê perwerdehiya zimanê Kurdî pêk were.”

Mijar û naveroka komxebatê

Emîne Oguz derheqê naveroka komxebatê de jî diyar kir ku komxebat dê bi 4 rûniştinan pêk were û wiha qala naveroka komxebatê kir: “Di rûniştina yekemîn de ciwan, dê li ser mafê ziman û di têkoşîna ziman de rol û mîsyona ciwanan biaxivin. Li gel ciwanan jî avakarê Kurdolîngoyê Cîhat Îlbaş dê li ser hişê çekirî û di wê qadê de bikaranîna zimanê Kurdî nîqaş bike. Di rûniştina duyemîn de mafê zimanê Kurdî dê ji aliyê hiqûqê ve were nîqaşkirin. Astengiya herî mezin a li pêşiya statu û perwerdehiyê zimanê Kurdî aliyê hiqûqî ye. Ziman ji aliyê hiqûqî ve dê çawa bê parastin? Di vê pêvajoyê de qala hiqûqeke nû tê kirin. Di hiqûqa nû de mafê zimanê Kurdî dê çawa cih bigire? Ev yek dê were nirxandin. Parêzerên Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) û Buroya Hiqûqê ya Asrinê dê di vê rûniştindinê de biaxivin. Rûniştina sêyemîn jî saziyên li ser mafê mirovan dixebitin ji aliyê mafê perwerdehiya ziman de nîqaşan bikin. Nêrînên xwe bi me re parve bikin. Ziman mafekî sereke ye û me xwest saziyên mafên mirovan jî di vê beşê de biaxivin. Rûniştina herî dawî jî sîyesetmadar dê biaxivin. Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal dê biaxive û di aliyê dîrokî de jî dê Kurdolog û nivîskar Mehmet Bayrak zanîn û lêkolînên xwe bi beşdaran re parve bike.”

‘Di 26-27ê Hezîranê de Konferansa Zimanê Kurdî dê li Amedê pêk were’

Emîne Oguz destnîşan kir ku komxebata li Enqereyê dê bibe 4emîn komxebata zimanê Kurdî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta niha me li Wan, Cizîr û Sêwereg jî komxebat li dar xistin. Piştî vê komxebata Enqereyê di 26-27ê Hezîranê de li Amedê weke encama van komxebatan em dê konferanseke li dar bixin. Ev komxebat jî weke amadekariya vê konferansê ye. Em ê komxebatê li ser rewşa Kurdên Enqereyê û Anatoliya Navîn, pirsigirêkên ji aliyê ziman ve derdikevin holê jî nîqaş bikin. Heke kesek ji aliyê ziman ve were astengkirin keseyata wê/î jî ji aliyê derûniyê ve astengiyê dikişînê û nikarê xwe temam bike. Em ê van pirsgirêkên ku Kurdên Enqereyê û Anatolaya Navîn pê re rû bi rû dimînin, diyar bikin û wisa tev li konferansa Amedê bibin.”

‘Li ser medyaya dîjîtal jî kar û xebatên Kurdî divê berfirehtir bibin’

Emîne Oguz anî ziman ku piştî konferansê jî xebatên wan ên li ser ziman dê bidomin û wiha pê de çû: “Armanca saziyên ziman ew e ku xebatên ziman, statu û mafê perwerdehiya ziman derxin pêş. Em ê piştî vê komxebatê jî kar û xebatên xwe yên li ser ziman bidomînin. Kargehên me yên ziman her tim berdewam in. Her wiha xebatên gihandina mamosteyên zimanê Kurdî jî berdewam dike. Bi panel û bernameyên cur bi cur em ê daxwaza mafê zimanê Kurdî derxin pêş. Em dixwazin mijara ziman di medyaya dîjîtal de jî li pêş bixin. Em dixwazin li Enqereyê wek studyoya medya dîjîtal a li ser ziman bixebite, vebikin. Îro mijarên derdikevin pêş, hemû li ser medyaya dîjîtal belav dibin. Divê em hêza xwe ya li vir berfirehtir bikin.”

‘Werin em statu û perwerdehiya bi Kurdî bi hev re nîqaş bikin’

Emîne Oguz di dawiyê de ji bo tevlîbûna komxebatê ev bang kir: “Ew komxebat ji bo Kurdên Anatolaya Navîn û Kurdên li Kurdistanê koçberî Enqereyê bûne girîng e. Em bang li hemû kesan dikin ku werin em mafê perwerdehiya zimanê Kurdî û statuya Kurdî bi hev re nîqaş bikin. Em hemû gelê xwe û yên ku piştgiriya me dikin vêdixwînin komxebatê. Me tenê nehêlin û werin cihê xwe di komxebatê de bigirin.”

Etîket: ANKA-DERÇand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER)Komeleya ZimanKomxebata Zimanê KurdîMamosteya ANKA-DERê Emîne OguzStatuya Kurdî Perwerdehiya bi KurdîZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

KNKê ji bo kampanyaya ‘Her Mal Bibe Dibistaneke Zimanê Kurdî’ bang kir

3 HEZÎRAN 2026
Li Sêwregê komxebata zimanê Kurdî hate lidarxistin

Li Sêwregê komxebata zimanê Kurdî hate lidarxistin

31 GULAN 2026
Di nav milyonan pirtûkan de tenê du ref pirtûkên Kurdî hene!

Di nav milyonan pirtûkan de tenê du ref pirtûkên Kurdî hene!

25 GULAN 2026
ARSÎSAyê li Konên Zimanê Kurdî dersa Kurmancî da

ARSÎSAyê li Konên Zimanê Kurdî dersa Kurmancî da

23 GULAN 2026
Piştgiriya ji bo ‘Rojên Pirtûkan’ dest pê kir

Piştgiriya ji bo ‘Rojên Pirtûkan’ dest pê kir

22 GULAN 2026
Zimanzanên Kurd: Divê Kurdî bibe zimanê serwer, perwerde û hunerê

Zimanzanên Kurd: Divê Kurdî bibe zimanê serwer, perwerde û hunerê

17 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

    Parêzerê doza Kalkan: Tevî ku delîlên berbiçav hene jî dadgeh biryara girtinê nade

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rewşa Girtîgehan: Îzolasyoneke demdirêj tê sepandin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Lîsa Çalan: Têkoşîna me ya ji bo aştiyê dê berdewam bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji nêzîkatiya ‘hevalane’ ber bi gefan ve: Li Îzmîrê tora sîxuriyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Enqereyê Komxabeta Zimanê Kurdî dê bê lidarxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sirri Sakik bi Serokkomar Erdogan re hevdîtin pêk anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Temellî: Divê demildest şert û mercên azad ên birêz Ocalan pêk werin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Bostana Komuna Jinan a Bajarê Nû firingî û rihan hatin danîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 5ê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Siyasetmedar û nivîskar Mahmut Alinak hate girtin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (107)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne