*Cîgira Hevserokên Giştî yên DBPê Narîn Gezgor li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan axivî û wiha got: “Divê tevahiya jin, ciwan, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn, ji bo Rêber Apo bigiheje statûya xwe ya hiqûqî û siyasî di nava lîv û tevgerê de bin.”
*Bingehên kooperatîf, sera û projeyên bostanan ên ku li ser keda jinan hatine sazkirin, piştî hilbijartinên herêmî yên sala 2014an ku BDP li Wanê bi ser ketibû, hatin avêtin. Tevî du caran qeyûman ev xebat asteng kir û dan sekinandin jî, Şaredariyên DEM Partiyê yên li herêma Wanê bostanên ku hilberîna jinan esas digire, careke din vedike.
*Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Neslîhan Şedal û Hevşaredara Êlihê Gulîstan Sonuk di konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk de axivîn û wiha gotin: “Ev tayînkirina qeyûman ne bi şexsan ve girêdayî ye, ne bi hevserokên hilbijartî ve girêdayî ye, rasterast êrîşa li ser îradeya jinan û li ser îradeya gelê Kurd e.”
*Parêzer Sedat Çinar di salvegera qetilkirina Hafiz Akdemîr de da zanîn ku heya ku qanûnên dewletê neyên demokratîzekirin û “hiqûqa dijmintiyê” ya li dijî çîn û komên derveyî pergalê bi dawî nebe, polîtîkaya bêcezakirinê dê bi dozên cuda berdewam bike.
*Endamê MEBYA-DERa Êlihê Mele Ahmet Başak ê ku kurê wî jî di têkoşîna azadiya Kurdistanê de jiyana xwe ji dest daye anî ziman ku êdî weke berê baweriya Kurdan bi pêvajoyê nemaye û wiha got: “Heta niha gavên ku hatibin avêtin jî ji aliyê Tevgera Azadiya Kurd û Rêber Apo ve ne û tiştên ku gotine hemû jî pêk anîne.”
*Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk dê bi dirûşma “Bi Îradeya Jinan Em Dibin Komun, Bi Rêveberiyên Herêmî Civaka Azad Dihûnin” li Eywana Konferansê ya Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê di roja duyemîn de jî berdewam bike. (09:30)
*Platforma Şaxan a KESK a Wanê, dê li eywana baroyê komxebata “Rêbazên têkoşînê yên li dijî polîtîkayên şerê taybet ên li ser jinan” li dar bixe. (11.00 – 17.00)
*Komeleya Ziman, Çand û Hunerê ya Ankayê (ANKA-DER), dê li Navenda Bazirganiyê ya Cîhanê ya li navçeya Çankaya ya Enqereyê komxebata zimanê Kurdî li dar bixînê. (10.00-16.30)
*Ege Barîkat û Mor Barîkat dê li ber Nexweşxaneya Amerîkî ya Taybet li dijî gotinên nîjadperest ên Rahmî Koç daxuyaniyekê bidin. (14.00)
*Rêxistina DEM Partiyê ya navçeya Esenyûrtê dê ji bo gotinên Rahmî Koç ên zayendperest û nîjadperest li dijî jinên Kurd li Qada Esenyûrtê daxuyanî bide. (17.00)
*Bi pêşengiya TJAyê dê li dijî nijadperestî û zayendperestiya ku di bin navê “mizahê” de jinên Kurd dike armanc, ji Qada Şêx Seîd heya Mizgefta Ulu yê (Mezin) meşa li dijî nijadperestiyê bê lidarxistin.(19.00)








