* Endama Buroya Hiqûqê ya Asrinê parêzer Suzan Akîpa di hevdîtinên bi parêzeran de nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê mafê hêviyê de parve kir û got: “Birêz Ocalan diyar kir ku mafê hêviyê xaleke azadiyê ye û got ku divê dewlet vî mafî bi cih bîne.”
* Hevşaredara Nisêbînê Gûlbîn Şahîn Daghan, Endama Meclîsa Bajarê Mezin a Amedê Hacer Kurt û Parlementera DEM Partiyê Berîtan Gûneş Altin di Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk de destnîşan kirin ku pergala qeyiman ji bo tunekirina destkeftiyên jinan hatiye avakirin û dan zanîn ku gelê Kurd bi îradeyeke bingehîn bersiv daye vê plansaziyê.
* Akademîsyen Mesût Yegen destnîşan kir ku li Tirkiyeyê pêşiya demokrasiyê ji aliyê dîrokî, pergalî û rojane astengî hene û diyar kir ku divê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û wiha got: “Ji bo demokratîkbûyîna Tirkiyeyê, çareseriya siyasî û civakî ya pirsgirêka Kurd, divê rê li ber Abdullah Ocalan bê vekirin û statuya wî bê diyarkirin.”
* Bi salan e 12 Hezîranê weke “Roja Têkoşîna li Dijî Karkeriya Zarokan” tê zanîn. Lê li Tirkiyeyê her ku diçe hejmara zarokên karker zêdetir dibe. Li Tirkiyeyê 3 milyon zarokên karker hene, ji wan 2 milyon di MESEM û MTALê de dixebitin. MESEM ji zaroka re an dibe goristan an jî mafê zarokan tên binpêkirin.
* Hevşaredara Sêrtê Sofya Alagaş û siyasetmedar Ayşe Surucu derbarê gotinên zayendperest û nijadperest ên karsaz Rahmî Koç de destnîşan kirin ku Rahmî Koç çi be pergal jî ew e û wiha gotin: “Ji ber ku hevdu diparêzin, têkoşîna jinên Kurd jî rasterast li hemberî vê hişmendî, vê pergalê û feraseta netewperest e.”
* Bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan û Hevserokên Giştî yên DBPê Giştî Çîgdem Kiliçgun Ûçar û Keskîn Bayindir dê li Çand Amedê Konferansa Rêveberiyên Heremî ya Demokratîk bê lidarxistin. (09:30)
* ÎHD dê tekildarî girtiya siyasî Seda Baykan ku li Girtîgeha Amedê ragirtiyê û ji 1ê Nîsanê vir ve di grava birçîbûnê de ye li hemû şaxên xwe daxuyaniyê bide. (12:30)
* Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê dê li dijî gotinên Rahmî Koç ên nijadperest gilî bike û li pêşiya Edliyeya Çaglayanê daxuyanî bide. (13:00)
* Li Dadgeha Cezayên Giran a Midyadê dê 3yemîn danişîna Doza Kobanê ya Kerboranê were lidarxistin. (13:00)
* Bi pêşengiya Dayikên Aştiyê ya Êlihê dê têkildarî heqareta Karsaz Rahmî Koç a derbarê Jinên Kurd de li ber Navenda Avahiya Kar a Nasiroglûyê daxuyanî bê dayîn. (14:00)
* Nûçegihanê rojnameya Ozgur Gundemê Hafiz Akdemîr dê bi munasebeta salvegera qetilkirina xwe li kolana Hafiz Akdemîr a li Cadeya Melîk Ahmetê ya navçeya Surê bê bibîranîn. (17:00)
* Li Parka Sumerê ya li navçeya Bajarê Nû ya Amedê dê deklerasyona “Mitînga Azadiyê” bê eşkerekirin. (18:00)








