Enqere – Endama Buroya Hiqûqê ya Asrinê parêzer Suzan Akîpa di hevdîtinên bi parêzeran de nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê mafê heviyê de parve kir û got: “Birêz Ocalan li ser mafê heviyê diyar kir ku mafê heviyê xaleke azadiyeyê û anî ziman ku divê dewlet vî mafî bi cih bînê.”
Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê di 17ê Îlona 2025an de derbarê mafê hêviyê ya dosyeya “Koma Gurban” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Emîn Gurban, Civan Boltan û Hayatî Kaytan, biryara xwe ya demkî eşkere kir. Komîteyê di biryara xwe de ji Tirkiyeyê xwest ku gavên pêwîst biavêje û ji bo pêkanîna van jî heta dawiya meha Hazîranê ya 2026an mohlet da. Lê tevî vê yekê jî Tirkiyeyê mafê heviyê bicih neaniye. Komîteya Wezîran a Konseya Ewropa dê di 9 û 11ê Hezîranê de bicivê. Beriya civînê gelek saziyên mafên mirovan û hiqûqê û 10 baroyên bakurê Kurdistanê, danezek ji komîteyê re ji bo biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) yên derbarê dosyayên “Ocalan 2”, “Hayatî Kaytan”, “Emîn Gurban” û “Civan Boltan” de pêk bên, danezan şandin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku muzakerevanê serekê yê pêvajoyê ye ji bo pêşveçûna pêvajoyeyê jî pêkanîna mafê heviyê xaleke sereke ye. Daxwaza siyaseta demokratîk û Tevgera Azadiyê jî ew ê ku mafê heviyê pêk were û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan karibe di şert û mercên azad de pêvajoyê birêve bibe. Buroya Hiqûqê ya Asrinê jî ji bo pêkanîna mafê heviyê xebatên xwe didomînê.
Endama Buroya Hiqûqê ya Asrinê Suzan Akipa derbarê mafê heviyê û biryara Komîteya Wezîran a Ewropa de ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

‘Komîteya Wezîran jî mafê heviyê bi awayekî siyasî nirxand’
Suzan Akîpa bi bîrxist ku mafê heviyê beriya pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî di rojeva wan de bû û wiha axivî: “12 sal berê dadgeha mezin cara yekêm ji bo birêz Ocalan biryara mafê heviyê da û ji Tirkiyeyê xwest muebeta giran ji mevzuatê derxe. Lê tevî 12 sal derbas bûnê jî muebeta giran di mevzuata Tirkiyeyê de heye û piştî birêz Ocalan jî gelek kes bi vî cezayî tên darizandin. Komîte di hemû civînan de jî bang li Tirkiyeyê kir ku hiqûqa xwe biguherîne û muebeta giran rake. Lê heta niha Tirkiyeyê ji bo vê mijarê tu gav neavetinê. Mekanîzmayên Ewropa jî bi awayekî bi bandor jî neşopandin. Komîteya Wezîran ji dadgêr û dozgeran pêk nayê. Ji ber wê jî şopandina wê behtir ne ji aliyê hiqûqî ve lê ji aliyê siyasî vê çêdibe. Herî dawî jî komîteyê ji komîsyona di çerçoveya pirsgirêka Kurd de li meclisa Tirkiyeyê hatibû avakirin nîşan da û got komîsyon dikarê gavan biaveje. Komîteya Wezîran jî mafê heviyê bi awayekî siyasî nirxand.”
‘Tecrîda li ser birêz Ocalan berdewam dike’
Di berdewama axaftina xwe de Suzan Akîpa bal kişand ser rapora komîsyona meclise û wiha pê de çû: “Komîsyona meclise di rapora hevpar de cih neda mafê heviyê û tenê ew xal cih girtibû ku dê biryarên Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropa pêk bînin. Heta niha Tirkiyeyê ne ji aliyê hiqûqî û mafê mirovan ve ne jî li gor pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk tu gaveke cîddî neavetiye. Ji pêvajo despêkiriyê vir ve tenê 3 caran parêz çûn Girava Îmraliyê û bi birêz Ocalan re hevdîtin kir. Yanî mafê hiqûqî yên birêz Ocalan jî bi cih naynin. Di vê pêvajoyê de bêguman çûyîn û hatina Girava Îmraliyê zêde bû, peyamên birêz Ocalan ji raya giştî re hatin parvekirin lê ji aliyê hevdîtina malbat û parêzeran ve tecrîda li ser birêz Ocalan berdewam dike. Dadgeha Mezin ji bo mafê heviyê dibêje herî zêde 25 salan dikarê di girtîgehê de bimîne. Lê 27 sal zêdetirê birêz Ocalan di girtîgehê de ye. Mafê heviyê ji vê pêvajoyê cudatir e. Mafê heviyê dervayî vê pêvajoyeyê.”
Nirxandinên Abdullah Ocalan li ser mafê heviyê
Suzan Akîpa di hevdîtinên bi parêzeran de nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên derbarê mafê heviyê de parve kir û derbarê mijarê ev tişt gotin: “Birêz Ocalan li ser mafê heviyê bi awayekî zelal anî ziman. Birêz Ocalan dibêje mafê heviyê ne tenê ji bo wî lê ji bo hezaran girtiyan derbasdar e û ji aliyê rejîma hiqûqê ve weke kêmasiyek pênase dike. Jixwe dema em biryarên Komîteyê dinêrin jî ji bo kesekî biryar nade ji Tirkiyeyê dixwazê rêjima xwe ya hiqûqê biguherîne. Birêz Ocalan li ser mafê heviyê jî diyar kir ku mafê heviyê xaleke azadiyê ye û got ku divê dewlet vî mafî bi cih bînê. Birêz Ocalan hem ji aliyê Tevgera wî ve û hem jî ji aliyê gelê wî ve weke muzakerevanê serekê hatiyê nişandan ji ber wê jî divê statuya birêz Ocalan ji aliyê hiqûqî vê were mîsogerkirin. Di vê pêvajoyê de mafê heviyê ji bo statuya birêz Ocalan qadeke reva jî ji desthilatê re derdixe hole. Heke desthilat di pêvajoyê de cîddî be di vê çerçoveyê de jî dikarin mafê heviyê pêk bînin.”
‘Divê statuya birêz Ocalan di nava qanûna demkî de cih bigirê’
Di dawiya axaftina xwe de Suzan Akîpa destnîşan kir ku wan çend meh berê weke Buroya Hiqûqê ya Asrinê serî li Komîteya Wezîran a Ewropa dabûn û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çend roj berê jî gelek saziyên hiqûqê û baroyan danezen ji komîteyê re şandin. Bêguman hewldanên bi vî rengî li ser komîteyê bandor dike. Niha pêvajoyek jî tê rêvebirin. Nîqaşên qanûnan jî di rojevê de ne. Dawiya mehê parlamento jî dikevê batlaneyê. Divê ew qanûnên demkî beriya batlaneya meclise bên çêkirin û statuya birêz Ocalan jî di nava vê qanûnê de cih bigirê. Divê saziyên hiqûq û civakî jî ji bo vê yekê dengê xwe bilind bikin.”













