Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan, Endama Meclisa Bajarê Mezin a Amedê Hacer Kurt û Parlementera DEM Partiyê Berîtan Gûneş Altin ên tevlî Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk bûne destnîşan kirin ku pergala qeyiman ji bo tunekirina destkeftiyên jinan hatiye avakirin û gotin: “Em ê destkeftiyan bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê biparêzin.”
Konferansa Jinan a Rêveberiyên Herêmî yên Demokratîk bi dirûşma “Bi îradeya jinan em dibin komun, bi rêveberiyên herêmî civaka azad dihûnin” li bajarê Amedê hat lidarxistin. Gelek hevşaredar, rêveber û jinên di rêveberiyên xwecihî de cih digirin û parlamenter tevlî konferansê bûn. Jinan di konferansê de li ser mijarên rêveberiyên xwecihî, çawaniya rêveberiyên xwecihî û li ser modelên xwe birêvebirina bi perspektîfa jinan nîqaş kirin.
‘Xwestin li bajar xebatan nemeşînin’

Hevşaredara Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkayên qeyiman ên deh salên dawî û diyar kir ku ev pêvajo ne tenê talankirina avahiyan, di heman demê de talankirina feraseta rêxistinî, destkeftiyên jin û ciwanan bû. Daghan da zanîn ku her çend di sala 2024an de ew bi ser ketibin jî, qeyiman texrîbateke zêde ava kirin, astengiyeke mezin li pêşiya armancan ava kirin. Gulbîn Şahîn Daghan bal kişand ser rewşa taybet a Nisêbînê û wiha got: “Nisêbîn bajarekî di xeta sînor de ye. Wexta qeyim hatin avêtin li ser şaredariyên Nisêbînê, ne tenê wek avahiyê, bêînîsiyatîfkirina xebatkaran jî, xwestin ku di vî bajarî de tixubê xebatan nemeşînin. Li herêma me de tewahî Mêrdîn jî tê de, dema ku jin bi tundiyê re rû bi rû dimînin, dikaribûn xwe bispêrin stargehek Navenda Gulşîlavê. Heger jinek li Dêrikê, li Mêrdînê û li derdora wê rastî tundiyê bihata dihatin li Navenda Gulşîlavê û li wê derê alîkarî dihat kirin. Di warê tendurustiyê hiqûqî, aborî û gelek mijaran de alîkarî dihate kirin.”
Gulbîn Şahîn Daghan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku pergala desthilatdar zanîbû li Nisêbînê rêxistina jinê xurt bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi tayînkirina qeyiman ev der vala kirin û bêînsiyatîf hiştin. Zanîn ku wê careke din hilbijartin çêbibe û wê gel dîsa avahiya xwe, şaredariya xwe bi dest bixe. Lewma avahiyê Gulşîlavê hat hilweşandin. Îca ji ber wê yekê em dikarin bêjin, şer, qeyim bi hemû awayê xwe talankirina vê axê bû.”
‘Proje dê bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadiyê bên birêvebirin’
Gulbîn Şahîn Daghan got ku pergala qeyûman pêşî êrîşî DEM Partiyê, paşê CHPê ya di hilbijartinên rêveberiyên xwecihî de bûbû partiya yekemîn kirin û got: “Sibe, dusibe partiyeke din li hemberî pergalê rabe, wê li ser wê jî bike. Em ê li dijî hêzên emperyalîst û hegemonîk bi hev re di qadan bin, bi jin û ciwanam em ê xebatên ekolojî û demokrasiyê xurt bikin û li ser perspektîfa Rêber Abdullah Ocalan a ji bo rêveberiyeke demokratîk, ekolojîk û bi pêşengtiya jinê bisekinin. Herwiha Nisêbîn wekî ‘bajarê jinê’ hatibû îlankirin û piştî hilbijartinên 2024’an jî pênc bajar wekî bajarên jinê hatine îlankirin ku yek jê Nisêbîn e. Armanca me ya yekemîn ew e ku her projeyek ji pakijbûna bajar heta avakirina projeyên mezin bi reng û hişmendiya jinê û bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’yê bê birêvebirin.”
‘Pirsgirêka gel ne xema wan e, û ji bo wan ne derd e’

Endama Meclisa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hacer Kurt jî bal kişand ser zagona tesarûfê û polîtîkayên dewletê yên li dijî şaredariyan û wiha axivî: “Qeyim hemû mijar xistin bin zagona tesarûfê. Ji bona wê, tahrîbatên wan heta 5-6 salan dê xelas nedin. Niha jî difikirin ku dê navenda şaredariyê çawa vala bikin. Hêj jî qeyim şandine ser çend navendên me. Em dixwazin dîsa wan deran bi dest bixin. Ji ber gel dibêje, ‘Bila şaredariya me, ya me be, bi zimanê xwe, bi rengê xwe, bi hemû çanda xwe ve.’ Şaredariya me rûmeta me ye, ya me ye. Mêrekî ku ji derve were çawa wê ji me fêm bike? Çawa wê ji me re çareseriyan bibîne? Pirsgirêka gel ne xema wan e, û ji bo wan ne derd e.”
Di berdewama axaftina xwe de Hacer Kurt li ser nêzîkatiya mûxalefetê û rewşa li ser medyaya civakî rawestiya û got qeyim li ser kîjan partiyê be bila bibe ew ê qebûl nakin û wiha pê de çû: “Partiyên din bin qeyûm tiştekî ne rast e, ne xweş e. Em kêmasiyên xwe dibînin. Li cihê ku aştî, aramî xwişk-biratî hebe dê li wê derê aştî hebe aborî, bereket û aramî hebe.”
‘Qeyim jehriya demokrasiyê ye’

Parlementera DEM Partî ya Mêrdînê Berîtan Gûneş Altin jî polîtîkaya qeyûman wekî konsepteke giştî ya tunekirin û bêdengkirina siyaseta gelê Kurd nirxand. Berîtan Gûneş Altin destnîşan kir ku ev konsept di girtîgehan de, di koçberiyê de hat meşandin; astengkirina zimanê Kurdî, kuştina jinan, şerê taybet û tunekirina xebatên şaredariyê hemû di nav heman konseptê de ne. Berîtan Gûneş Altin diyar kir ku ev hişmendî di dîrokê de her tim bi navên wekî mufetişên giştî û hwd. hebûye, tenê nav û teşe guhertiye lê eslê xwe maye. Berîtan Gûneş Altin anî ziman ku piştî pêla yekem a qeyûman, gelê Kurd di hilbijartinan de hejmara dengên xwe zêdetir kir, xwedî li îradeya xwe derket û got: “Gava qeyim hat ser kar, rastî jî xebata wan a yekem hemû tunekirin û girtina saziyên jinan û astengkirina polîtîkayên jinan bû. Ev li ser bajêr de bandorekê mezin hişt û ev bandor jî bi kuştina jinan, bi destdirêjiya jin û zarokan xwe niha nîşan dide. Lê belê mirov dikare bêje li hemberî vê iradeyeke xurt heye. Em ê ji bo van texrîbatan derman bikin kar û xebatan bimeşînin.”
Berîtan Gûneş Altin bal kişand ser banga Rêber Abdullah Ocalan a Aştî û Civaka Demokratîk û wiha axivî: “Qeyûm ji bingeh ve demokrasiyê qut dike û wekî ‘jehriya demokrasiyê’ ye. Kurdistan li gorî gotina Rêber Ocalan wekî ‘laboratuvara polîtîkayên antî-demokratîzmê’ dihat pênasekirin û îro ev polîtîka li tewahî Tirkiyeyê belav bûye. Ji ber ku demokrasî ji bo her kesî ye. Ji bo tewahî ziman, ol, zayend û hemû civakê ye.”
‘Konferans dê bibe bersiveke xurt’
Di dawiya axaftina xwe de Berîtan Gûneş Altin got ku armanca konferansê xwe li bi berçav derbaskirin, bi mêjiyekî hevpar fikirandin û avakirina komunên jiyanî û şaredariyê ye û wiha derbirî: “Şaredarî li gorî serdema nû polîtîkayên ziman, zarok, astengdar, jin û ciwanan ji nû ve divê xwe dîzayn bike. Rêveberiyên xwecihî ji polîtîkayên zarokan, ciwanan, jinan, ekolojiyê di gelek qadan biryar dide. Ya ku bajar û navçeyan li gor wê dîzayn dike, ew hişmendî bi xwe ye. Lewma ji bona wê qadeke girîng e. Ev konferans dê ji bo pêvajoyê bibe bersiveke xurt.”












