* Hevşaredarên Akdenîza Mêrsînê Hoşyar Sariyildiz û Nuriye Arslan li ser polîtîkayên qeyiman û konferansa Rêveberiyên Herêmî dan zanîn ku qeyim talane ku demokrasiyê ji holê radike û destnîşan kirin ku heke şaredarî bibin komun dê demokrasiya Tirkiyeyê jî li pêş bikeve.
* Dengbêj û mamosteyê zimanê Kurdî Muhyedîn Dûymak ku ji zarokatiya xwe ve heya niha stranên dengbêjiyê berhev dike, bang li çapxaneyên Kurdî kir ku 425 stranên dengbêjiyê ku ber bi windabûnê ve diçin bike pirtûk.
* ARÎ-DER ya li Êlihê xebatên ziman bi rê ve dibe û BOTAN-DER ya ku li Sêrtê xebatên ziman bi rê ve dibe, dest bi serlêdanên kursên zimanê Kurdî kirin.
* Dikandar Rifat Dûman ê ku bi çêkirin û firotina perdeyan debara xwe dike tabela û hişyariyên dikana xwe bi zimanê Kurdî nivîsandiye. Rifat Dûman bal kişand ser girîngiya ziman û diyar kir ku daliqandina tabelaya Kurdî divê ecêb neyê dîtin û got: “Divê Kurdî bibe zimanê aborî û bazirganiyê jî.”
* Şaredariya Navçeya Tûşbayê ya Wanê dê li avahiya şaredariyê bernameya “Rojên Wêje û Pirtûkan a Şaredariya Tûşbayê” bi daxuyaniyekê eşkere bike. (15:00)
* Şaredariya Peyasê û Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn dê bi boneya 10emîn Festîvala Belgefîlman a FîlmAmedê li Mala Kevirîn ya Parka 75an a li navçeya Peyasê resepsiyonekê li dar bixin. (19:00)








