Enqere-Piştî ku Kemal Kiliçdaroglû bi biryara dadgehê ya ‘Betalkirina Teqez’ vegeriya erka xwe ya berê, 28 wekîlên li nava Meclîsa Partiyê îstifa kirin. Li gorî agahiyan îstifa ji bo pêkhatina kongreya partiyê hatiye kirin.
Tîma lîderê hilbijartî yê CHPê Ozgur Ozel, ji bo partî di nava 45 rojan de kongreya xwe ya awarte lidar bixe, biryar da ku ji Meclîsa Partiyê îstifa bike. Ji 57 endamên Meclîsa Partiyê yên ku bi biryara ‘Betalkirina Teqez’ vegeriyan ser wezîfeyên xwe, 28 kes ji wan nêzî Ozel îstifa kirin.
Hat ragihandin ku bi vê biryarê re li gorî Rêziknameya Partiyê hem Meclîsa Partiyê hem jî Desteya Rêveberiya Navendî ya ji nava wê hatiye hilbijartin, bi fermî ketiye.













