Roja duyemîn a 1emîn Hevdîtinên Ciwanan a Werzîş û Çandê ya Peyasê bi gerandina govendê û dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî”, “Ciwan fedayiyê Rêber Apo ne” dawî bû.
Şaredariya Peyasê bi hevkariya Komeleya Em Ji Bo Siberojê Li Vir İn bi dirûşma ‘Bi Ciwanên Azad Ber Bi Siberoja Azad Ve’ 1emîn Hevdîtinên Ciwanan ên Werzîş û Çandê yên Peyasê li dar xist. Di roja duyemîn de xebatên werzîşê û lîstikên kevneşopî yên Kurdî hatin lidarxstin. Paşê jî bi guhdarkirina stranan roja duyemîn bi dawî bû. Ciwana bi stranan re govend gerand û bênavber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî”, “Ciwan fedayiyên Rêber Apo ne” hatin berzkirin û tîlîlî hatin kişandin.
1emîn Hevdîtinên Ciwanan a Werzîş û Çandê ya Peyasê dê sibê berdewam bike.























