Şaredariya Peyasê bi boneya 5ê Hezîranê Roja Hawirdorê ya Cîhanê, “Şahiya Veguherîna Ekolojîk” li dar xist. Di şahiyê de gelek çalakiyên pratîkî yên hişyariya ekolojîk û veguharandinê hatin organîzekirin.
Gerînendetiya Guherîna Avhewayê û Sifir Bermahî ya Şaredariya Peyasê bi boneya 5ê Hezîranê Roja Hawirdorê ya Cîhanê, bi armanca belavkirina hişmendiya jîngehê di nav xelkê de bi taybetî di nav zarokan de, çalakiyên cihêreng li dar xist. Şahî li Baxçeyê Perwerdehiya Ekolojîk a di nav Parka 75ê de hate lidarxistin. Hevşaredarên Peyasê Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar, endamên meclîsa şaredariyê û gelek zarok û welatî beşdarî şahiyê bûn. Hevşaredar Bêrîvan Gulşen Sîncar û Cengîz Dundar di çalakiyêde diyar kirin ku armanca wan ew e ku nifşên pêşerojê bi girîngiya parastina jîngehê, veguherandinê û jiyana domdar haydar bikin û destnîşan kirin ku çalakiyên wiha ne tenê hişyariyê zêde dikin, di heman demê de kêfxweşiyeke mezin jî diafirînin. Hevşaredaran bal kişandin ku ji bo ragihandina vê hişmendiyê ji nifşên pêşerojê re, çalakiyên bi vî rengî gelekî qîmetdar in.
Çalakiyên sereke yên şahiyê
Di çarçoveya şahiyê de gelek atolye û çalakiyên pratîkî hatin lidarxistin. Rêwîtiya Tovan: Beşdaran bi çerxa jiyana riwekan nasîn, girîngiya tov di xwezayê de fêr bûn û bi çêkirina gogên tovan ezmûneke pratîkî kirin. Çêkirina Kompostê: Fêrkirina ji nû ve bikaranîna bermahiyên organîk û pêşxistina pratîkên bêbermahî. Pê re “Baxçeyê Min ê Seleteyê- Şînahiya Mîkro”: Di vê çalakiyê de çandina şînahiyên mîkro hat nasîn û bal hat kişandin ser girîngiya xwarina saxlem û hilberîna domdar, “Ji Cawên Kevn Alternatîfên li Dijî Naylonê”: Ji bo kêmkirina firaq û kîsên plastîk, atolyeyên boyaxkirina çenteyên qumaşî û çêkirina çenteyan ji cawên kevn hatin sazkirin. Bi vê yekê girîngiya vezîvirandina tekstîlê hat nişandan û herî dawî jî “Ji Bo Çûkan Êmdankên Xwarinê”: Ji bo parastina çûkên bajaran û geşkirina hezkirina xwezayê ya di dilê zarok û mezinan de, êmdankên xwarinê yên ji bo çûkan hatin çêkirin. Di heman demê de çawaniya vezîvirandina kaxezan bi awayekî pratîkî hat nîşandan.
Li qadê her wiha “Standa Dildarên Jîngehê ya Şaredariya Peyasê” hat vegirtin û çalakiyên wekî pevguhertina pirtûk û lîstokan hatin lidarxistin. Yek ji çalakiyên herî balkêş a şahiyê jî pîvandina şopa karbonê bû. Ji bo hişmendiya li ser veguhastina ekolojîk û kêm-karbon, şopa karbonê ya beşdaran hat hesabkirin. Di encama vê çalakiyê de, ew welatiyê/a ku bi herî kêm şopa karbonê gihîştibû qada şahiyê, wekî xelat şitileke guldankê wergirt.
Şahî bi lîstik û xebatên dildarî yên hawirdorparêziyê îro heta êvarî wê bidome û bi dawî bibe.
























