Amed-Jinên li dijî xizanî û tunehesibandina kedê di komunan de tên gel hev, bi hilberîna hevpar û tora piştevaniyê jiyana aborî û civakî ava dikin.
Komunên ku piştevaniya dîrokî ya jinan û çanda hilberîna hevpar nîşan didin, di gelek qadan de rêxistinbûna jinan mezin dikin. Ji taxa heta navendên jiyanê jin bi xebatên komunan tên gel hev û hem hilberîna hevpar dikin, hem jî bi piştevaniyê keda kolektîf jiyana aborî û civakî dihûnin. Her wiha jin bi hevkariya komunan ji tecrubeyên xwe hêzê digirin û pratîka jiyana xwe ji nû ve zindî dikin.
Sevda Kayar Gorek a di Serokatiya Daîreya Polîtîkayên Jinan a Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de dixebite, derheqê xebatên komunan de ji ajansa Jinnewsê re axivî.
Avakirina çanda komun û hilberînê

Sevda Kayar diyar kir ku ew dixwazin pergala komûnan li hemû taxan belav bikin û wiha got: “Em di komunan de cih didin daxwazên jinan. Jin di hin komunan de hilberînê dikin. Hedefa me ev e, em bi jinan re bên gel hev, fikir û çanda komûn û hilberînê ava bikin.”
Sevda Kayar da zanîn ku jin li her derê komunan ava dikin, jin dixwazin rasterast di hilberînê de cih bigirin, aboriya xwe ji nû ve ava bikin û ev tişt anî ziman: “Em di mijara komunan de ji jinan re bûn alîkar. Ji hêla din ve jinên ku di komûnan de cih digirin dadikevin taxan û bi jinên taxan re hevdîtinan dikin. Jin bi rêya komunan vedigerin jiyana xweser.”














