Li gorî daneyên herî dawî tê payîn ku wekî encama mûzakereyên nûkleerî yên di navbera DYA û Îranê de peymanek bê îmzekirin. Lê aliyên peymanê daxuyaniyê cuda didin û hewil didin ku peymanê ji xwe re wekî serkeftinekê nîşan bidin. Trump daxwaza radestkirina ûranyûmê dike, Îranê deriyê tunelên ûranyûm tê de mayin dike. Îsraîla ku li dijî peymanê ye, dest bi sîxuriya li dijî rayedarên DYAyê kir.
Mûzakereyên di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de didomin. Derbarê naveroka peymanê de jî gelek agahî hatin aşkera kirin. Li gorî van agahiyan dê agirbestek ji bo 2 mehan bê îlan kirin, li hemberî radestkirina ûranyûma zenînkirî dê hind pêdankirinên li ser Îranê bê rakirin.
Ji bilî Trump tu alî ji naveroka peymanê narî nînin
DYA hewil dide peymanek li ser esasê radestkirin û îmhakirina ûranyûma zengînkirî ya Îranê îmze bike. Lê mûzakereyên ku di navbera Washington û Tehranê de tên meşandin, hem rastî bertekên fîzîkî yên Îranê hem jî rastî hewldanên astenkirinê yên Îsraîlê tên. Hem di hundirê DYA û hem jî di hundirê Îranê de gelek derdor li dijî peymanê derdikevin.
Şertê Trump: Divê ûranyûm radestî me bê kirin
Rêveberiya Serokê DYAyê Donald Trump, di mûzakereyan de şertên xwe yên giran danîne ser maseyê. Trump di helwesta xwe ya dawî ya der barê peymanê de destnîşan kir ku divê Îran hemû stokên xwe yên ûranyûma zengînkirî radestî DYAyê bike da ku werin îmhakirin. Rêveberiya Washingtonê, radestkirina ûranyumê wekî şertê bingehîn ê her cure peymanekê derxistiye pêş. Herî dawî Trump di daxuyaniyek li ser hesabên xwe yên dijîtal de angaşt ku Îranê şert qebûl kirine û dê 14ê Hezîranê peyman li welatek Ewropayê bê îmzekirin.
Bersiva Îranê: Ketina tûnelên nûkleerî hatin mayinkirin
Li hemberî daxwazên radestkirinê yên rêveberiya Trump, rejîma Îranê ev angaşt bi fermî red nekir. Lê li gorî raporên îstîxbaratî yên dawî, Îranê ji bo parastina stoka xwe ya ûranyûmê, deriyên hin tûnelên xwe yên stratejîk, bi taybetî yên li Kompleksa Nûkleerî ya Îsfehanê bi qestî rûxandine û mayin kirine.
Îran naxwaze dest ji ûranyûmê berde
Ev pêngav, wekî peyameke eşkere ya Tehranê ya ’em bi hêsanî dest ji ûranyûma xwe bernadin’ hate nirxandin û nîşan dide ku Îran li hemberî têkçûna mûzakereyan amadekariya parastinê dike. Ev tedbîrên ewlehiyê, derxistina ûranyûmê û cîbicîkirina her cure peymanekê gelekî zehmet dike.
Di hundirê Îranê de qeyrana peymanê
Piştî agahiyên li ser naveroka peymanê û daxuyaniyên Donald Trump ên derbarê mijarê de li Îranê gelek çalakî û xwepêşandan hatin lidarxistin. Hate ragihandin ku bi taybetî Parêzvanên Şoreşê li dijî peymanê ne û ji bo vê yekê jî Wezîrê Karên Derve Abbas Arakçî û Serokê Meclisa Îranê Muhamed Bekir Kalibaf sûcdar dikin. Di xwepêşandanan de Arakçî û Kalilîbaf wekî xayîn hatin sûcdar kirin. Her wiha hate xwestin ku ev peyman neyê îmzekirin.
Helwesta Îsraîlê: Li dijî hevalbendê xwe sîxurî kir
Pêşveçûna mûzakereyên di navbera DYA û Îranê de, herî zêde rêveberiya Îsraîlê nerihet dike. Rayedarên Îsraîlê bi tundî li dijî peymanê derdikevin û îdia dikin ku ev mûzakere tenê demê didin Îranê. Rayedarên Îsraîlî di daxuyaniyên xwe de eşkere dikin ku ew bi tu peymaneke ku navendên nûkleerî yên Îranê li ser piyan dihêle ve ne girêdayî ne û ew ê ji bo ewlehiya xwe serbixwe tevbigerin.
Nûnerê Trump hate şopandin
Lê belê berteka Îsraîlê tenê bi daxuyaniyan sînordar nema û veguherî qeyraneke mezin a îstîxbaratî. Ji bo ku agahiyên veşartî yên hevdîtinên DYA û Îranê bi dest bixe, Îsraîlê li dijî rayedarên payebilind ên DYAyê dest bi xebatên tora sîxuriyê kir. Îstîxbarata Îsraîlê, di serî de Nûnerê Taybet ê Trump Witkoff û rayedarên Pentagonê Elbridge A. Colby û Michael P. DiMino şopandine.
Ev hewldana Îsraîlê ji aliyê rayedarên Amerîkî ve wekî îhlalkirina hiqûqa hevalbendiyê hate nirxandin û careke din nîşan da ku qeyrana nûkleerî ne tenê di navbera DYA û Îranê de, di navbera hevalbendan de jî bûye sedema şikestineke kûr.













