Fermandarê Giştî yê HSDê Mazlûm Ebdî li Hewlêrê bi Tom Barrack re civiya û di civînê de rewşa siyasî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê hate gotûbêjkirin.
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî li bajarê Hewlêrê bi Nûnerê Taybet yê Serokê Amerîkayê yê Iraq û Sûriyeyê Tom Barrack û şandeya pê re civiya. Hate ragihandin ku di civînê de her dua liyan rewşa siyasî ya Sûriye û Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kirine.
Hate ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî di civînê de amade bû.













