Li gundê Xwarikê yê navçeya Gimgimê ya Mûşê, berxwedana gel a li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) ya ku ji aliyê şîrketa Amerîkî ya IGNIS H2 Enerji Üretim A.Ş. ve tê plankirin, di roja 46emîn de bi biryardarî û hevgirtinê didome. Nobeta ku ji aliyê Meclîsa Ciwanan a Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê ve hatiye destpêkirin, ji aliyê şêniyên gundê Şorikê ve tê domandin.
Di qada nobetê de pankartên bi Kurdî û Kirkî yên ên “Ev erd mîrasa dê û bavan û emanetê nifşên pêşerojê ye” û “Em JES naxwazin” hatin vekirin.
Polîtîkaya Bêmirovkirinê
Hevserokên Komeleya Çavdêrî û Lêkolîna Koçberiyê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) Medya Alkan û Vecîh Aydogan ji bo piştevaniyê serdana qada nobetê kirin.
Hevseroka GÖÇ-DERê Medya Alkan bal kişand ser berxwedana gelê Gimgimê û got: “Di salên 90î de bi şewitandina gundan, niha jî bi wêrankirina ekolojiyê hewl didin herêmê bêmirov bihêlin. Ev polîtîkayeke domdar a bêmirovkirinê ye.”
‘Hilberîn heke li qada jiyanê be binpêkirina mafê jiyanê ye’
Hevserokê GÖÇ-DERê Vecîh Aydogan jî anî ziman ku çavkaniyên enerjiyê yên alternatîf hene, lê dema ev çavkanî li ser axa çandiniyê û jîngehê bên avakirin, mafê jiyanê yê mirovan tê astengkirin. Aydogan wiha têkildarî mijarê wiha got: “Mafê jiyanê tê astengkirin, rêya avê tê guhertin. Bila çem û derên me bi azadî herikîn.”
‘Em ê bi ser bikevin’
Endamê Platforma Ekolojiyê ya Gimgimê Çayan Dursun jî bibîr xist ku bi saya berxwedana gel, sondaja ku di 20ê Gulanê de dihat plankirin, nehatiye kirin. Dursun destnîşan kir ku ew bawer dikin ku dê di vê têkoşînê de bi ser bikevin.
Şêniyên gundê Xwarikê di roja 46emîn de nobeta li dijî JESê tê domandin dewrî şêniyên gundê Şorikê kirin.
Nobet bi biryardarî û hevgirtinê didome.













