Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar li Şirnexê axivî û got ku divê dewlet êdî biryara xwe bide ka Rêber Ocalan di vê pêvajoyê de çawa pênase dike.
Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar û heyeta pêre di çarçoveya xebatên, ‘Em gotina aştiyê bi gel re saz dikin’ li navenda Qilebanê û Şirnexê tev li civînên gel bû. Li taxa Repin a Qilebanê bi dehan welatî tev li civînê bûn û nêrîn û rexneyên xwe anîn ziman. Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar got ku êdî dema azadiya gelê Kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye.
Rêxistinbûyîna Tevgera Azadiyê rê li ber nexşerêyek nû vekir
Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna gel a li Qilebanê biryara MGKyê ya 2015an bi bîr xist û wiha axivî: “Piştî 2015an em ji biryara çokdanînê ya MGKyê li ser piyan man û hatin roja îro. Dewletê demek dirêj nehişt Tevgera Azadiyê ji Kurdistanê derkeve û belav bibe. Lê îro ev tevger li çar parçeyên Kurdistanê û welatên derdora xwe belav bûye. Rêxistinbûyîna Tevgera Azadiyê rê li ber vekir ku dewlet bi Kurdan re nexşerêyeke nû saz bike. Bi taybetî jî piştî destkeftinên Rojava dewletên Rojhilata Navîn û yên hesabê li ser Rojhilata Navîn dikin mecbûr mane ku bi Kurdan re rûnin û hesabê Kurdan jî bikin.”
‘Di sedsala 2yemîn a komarê de nabe ku Kurd esas neyên girtin’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar diyar kir ku di rojeve siyaseta Tirkan de 2yemîn sedsala komarê heye, ev sedsal nabe ku bi Kurdan re wiha bê berdewamkirin û axaftina xwe wiha domand: “Di sedsala 2yemîn a ku Tirkiye ji xwe re kiriye rojeva sereke nabe ku bêyî Kurdan hesab were kirin. Di vê pêvajoyê de em nikarin nirxandinê li ser baweriya bi dewletê bikin. Lê em dikarin nirxandina baweriya bi xwe bikin. Dema em bi xwe bawer bin, em ê bikarin bigihijin armancên xwe. Dema me komînên xwe yên hevgirtinê, komînên xwe yên rêxistinbûyî û yên her cure civakî ava kirin wê demê em ê bikaribin vê rêyê bimeşin.”
‘Ocalan her tim aştî dixwest’
Çîgdem Kiliçgun Ûçar di civîna gel a li taxa Vakofkent a li Şirnex êde bal kişand ser nêrînên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser aştiyê û wiha axivî: “Îşev me li vir komînek şêwirandina aştiyê ava kiriye. Em îşev li vir qala aştiyê dikin lê hêzên hegomonîk naxwazin ku li vî welatî aramî hebe û dixwazin em hev tune bikin. Rêber Ocalan ji sala 1990an heya îro li aştiyê digere. Îro jî ji bo aştiyê têkoşînê dide. Îro bi Ocalan re em aştiyek çawa pêk bînin tê axaftin. Ji bo ku gelek hebûna xwe pêk bîne hewceyî pê tuneye ku gelek din tune bike. Ji ber vê yekê divê em hemû li nasnameya xwe xwedî derkevin. Êdî aqlê dewletê mecbûr e ku bi Kurdan re li hev bike. Ji ber ku em hêza azadiya Rojhilata Navîn in.”
‘Gelê Kurd biryara xwe daye; Azadî, aştî, demokrasî û wekhevî ‘
Çîgdem Kiliçgun Ûçar herî dawî derbarê azadiya Ocalan de got ku divê êdî dewlet biryara xwe bide û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Dewletê heya niha pênaseyek li ser rewşa Rêber Ocalan nekiriye. Lê divê dewlet êdî biryara xwe ya li ser Rêber Ocalan bide. Ocalan rewşa xwe pênase dike. Divê dewlet biryara xwe bide dê bi Kurdan re aştiyê bike an na? Kurdan biryara xwe daye û dibêjin; azadî, aştî, demokrasî û wekhevî. Gelê Kurd dixwaze azad bijî û vê jî li ser xaka xwe pêk bîne. Gelê Kurd dema dest bi vê şoreşê kir azadî û demokrasî ji xwe re kir armanc. Îro jî em li ser vê rêyê dimeşin. Ev serdema guhertina mêjû ye û divê em li gor vê pêvajoyê xwe veguhêzin.”
Bila dewlet sekna xwe aşkere ji gel re vebêje
Welatiyên ku tev li civînê bûne diyar kirin ku gavên Tevgera Azadiyê avêtine weke mîladekî ne lê li beranberî vê heya niha gav nehatine avêtin. Welatiyan her wiha rexne li ser ne zelalbûna pêvajoyê kirin û xwestin her tişt bi aşkere werin vegotin.
Civînên gel bi pirs û bersivan bi dawî bûn.



















