Îzmîr – Endamê Desteya Rêveber a EGEÇEPê Arîf Alî Cangi bal kişand ser biryarên Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ên ji bo derxistina qadên ji sînorên daristanan û destnîşan kir ku desthilata siyasî li dijî Destûra Bingehîn sûc dike. Arîf Alî Cangi diyar kir ku ji bilî xwedîderketina gelê herêmê ya li daristanan tu rêyeke din nîne.
Desthilata dewleta Tirkiyeyê bi biryarnameyên Serokkomar Recep Tayîp Erdogan ên ku bi Madeya Pêvek a 16an a Qanûna Daristanan derxistiye gelek qadên daristanî ji sînorên parastinê derxist û wekî qadên niştecihbûnê qeyd kir.
Li dijî van biryarnameyên ku rê li ber ranta maden, turîzm û enerjiyê vedikin li herêmên wekî Akbelen, Îkîzdere û Cûdî bertekên mezin ên civakî û gel derketin holê. Pêşniyara Qanûna li ser Guhertina Qanûna Parastina Axê û Bikaranîna Eraziyan ligel Hinek Qanûnan, di Lijneya Giştî ya Meclisê de di 11ê Hezîranê de hat qebûlkirin û bû qanûn. Endamê Desteya Rêveber a Platforma Çand û Hawîrdorê ya Egeyê (EGEÇEP) Parêzerê Hawirdor û Ekolojiyê Arîf Alî Cangi derbarê qanûna derxistina qadên ji sînorên daristanan de ji ajansa me re axivî.
Arîf Alî Cangi anî ziman ku ev biryarên serokkomar her diçe krîza avhewayê kûr dikin û mafê jiyanê yê nifşên pêşerojê tune dikin.
Arîf Alî Cangi diyar kir ku li gorî Madeya 169an a Destûra Bingehîn mulkiyeta daristanên dewletê nayê dewirkirin û tu efû ji bo sûcên daristanê nayên derxistin û anî ziman ku bi her cure biryarnameyan daristan ji rûxandinê re tên vekirin.
AYMê rê li ber hiqûqê girt

Arîf Alî Cangi bal kişand ser Madeya Pêvek a 16an a Qanûna Daristanan ku derî ji talanê re vekiriye û wiha got: “Ev qanûn bi eşkereyî li dijî hiyerarşiya norman û Destûra Bingehîn e. Me wekî parêzvanên jîngehê doz vekir lê mixabin Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) di 16ê Tîrmeha 2020an de ev doza me red kir. Ji ber vê biryarê heta 10 salan ango heta sala 2030an mafê me yê dozvekirina li dijî vê madeyê hat astengkirin. Pêşî li hiqûqê hat girtin lê têkoşîna me ya ji bo jiyanê berdewam dike. Di heman demê de rêziknameya qanûnê armanc dike ku sûcên daristanê bide efûkirin. Ji bo derxistina ji sînorên daristanê tu pîvaneke objektîf û zanistî jî nîne. Ku daxwaz ji aliyê rêveberiya daristanê ve guncav bên dîtin û biryarek ku Serokkomar destnîşan bike û bê weşandin bes e ku daristanek êdî wekî daristan neyê hesibandin.”
Berdêla daristanê bi danîna şitilan nayê dayîn
Di axaftina xwe de Arîf Alî Cangi nêzîkatiya desthilatê ya ku daristanan tenê wekî komên daran dibîne rexne kir û axaftina xwe wiha domand: “Gava ku maden, enerjî yan jî turîzm tê rojevê tişta herî pêşîn ku tê fedakirin daristanên me ne. Dibêjin em ê ji ber mafê daran pera bidin an li cihekî din şitila biçînin û berdelê wê bidin. Ev derewek e. Daristan ne tenê dar in. Daristan bi gîha, kurm, çivîk, ax û mîkroorganîzmayên xwe ve pergala xwezayê ye ku di nav sedan salan de ava dibe. Tu nikarî bi çandina çend şitilên li ser kevir daristana ku hatiye tunekirin bi paş ve bînî. Di nav xala qanûnê de gotineke wiha heye; ‘Di dîroka ku ev xal ketiye meriyetê de, qadên jîngehê yan jî qadên kevirî, bêber û yên ku ne xwediyê taybetmendiya daristanê ne ku li gorî jîngehê ne’ bi armanca qanûnîkirina avahîsazî û niştecihbûnên qaçax ên di nav daristanan de ye ku desthilatdariyên siyasî çavên xwe li wan girtine.”
Li Antalyayê COP31 daristanan talan dike

Arîf Alî Cangi bal kişand ser durûtiya polîtîkayên navneteweyî ya hikûmetê û wiha pê de çû: “Tirkiye di meha Mijdarê de li Antalyayê mazûvan û hevseroka 31emîn Civîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP31) ye. Li derveyî welat ji dinyayê re qala têkoşîna li dijî krîza avhewayê dikin lê li hundir daristanên ku divê em mîna çavên xwe biparêzin ji bo rantê pêşkêşî şîrketên madenê dikin. Ev rûxandin binpêkirina mafê jiyana saxlem a nifşên îro û yên pêşerojê ye. Hemû sepanên ku zirarê didin daristanan dibin sedem ku jiyana li ser rûyê erdê bikeve rîsk û xetereyeke mezin.”
Ji bilî berxwedana gel tu rêyeke din nemaye
Parêzerê Hawirdor û Ekolojiyê Arîf Alî Cangi destnîşan kir ku ji bo betalkirina biryarên serokkomar ên derbarê derxistina ji sînorên daristanê de mirov dikare li Şûrayê Dewletê dozê vebike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Bi taybetî wekî EGEÇEPê em ji bo biryarên ku herêmê eleqedar dikin van dozan vedikin. Lê belê tenê vekirina dozê bi serê xwe têrî nake. Wisa xuya dike ku ji bilî xwedîderketina li daristanan a ji aliyê gelê herêmê ve ku li wir dijî tu rêyeke din nîne. Hêza herî mezin parastina gel a axa xwe ye.”













