* Parlamenterê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan tekildarî hevdîtina dawî ya bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re axivî û ev tişt anîn ziman: “Serokatî dibêje ew ji sedî 90 ji pêvajoyê bawer e. Rexneyên Serokatî jî hebûn. Divê avakirina Komîn û saziyan teqez bê pêşxistin.”
* Xana Mezin a ku di serdemên borî de xwedî roleke mezin a aborîyê û bîra bajêr bû hêdî hêdî hildiweşe. Hilweşandina bîra aborî û çandî ya vî avahiyê kevnar windabûna nasnameya bajêr bi xwe ye.
* Endama KASEDê Sîdar Aslan derbarê kargehên xwe yên nû ku dê ji bo jin û zarokan li dar bixin wiha got: “Em dikarin hunera xwe, çîrokên xwe bi hev re biafirînin û ava bikin.”
* Însiyatîfa Yekitiya Demokratîk ê li Eywana Civînê ya Şaredariya Cizîrê bi armanca çareserkirina pirsgirêkên civakî de bi tevilbûna rûspiyên li herêmê komxebatekî li dar bixe. (09:00-17:00)
* Federasyona Lêkolînên Îslamî ya Mezopotamyayê (MÎA-FED) dê bi dirûşma “Demokratîk Îslam: Di baweriyê de dilsozî di civakê de azadî” li Eywana Alî Emîrî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê konferansa xwe ya mezin a sêyemîn li dar bixe. (09:00-17:00)
* Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Ûçar dê li Sêrtê bi welatiyên li navend, bajarokê Ziyaretê û Misircê re bi pêşengtiya jinan re bi gel re bicive. (10:00-20:00)
* Çalakiya Dayikên Şemiyê dê di hefteya 1108emîn de li Qada Galatasarayê bidome. (12:00)
* Xizmên Windayan û Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Amed, Êlih û Colemêrgê dê çalakiya xwe ya “Bila winda bên dîtin faîl bên darizandin” li dar bixin. (12:00)
* Komîsyona Koçberî û Penaberiyê ya Baroya Amedê dê di çarçoveya 20ê Hezîranê Roja Penaberan a Cîhanê de li Baroya Amedê daxuyaniyekê bide. (12:00)
* Şaxa ÎHDê ya Îzmirê, li pêşiya Sumerbanka Kevn a Konakê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, dê çalakiya xwe ya rûniştinê ya du heftiyan carekê li dar dixe, bidomîne. (13:00)
* Rojên Wêje û Pirtûkan a Tûşbayê a bi pêşengtiya Şaredariya Tûşbayê û hevkariya KURDÎWARê tê lidarxistin û dê di roja 3yemîn de bidome. (13:00 – 18:00)
* TJA bi armanca piştiriyê bide Ayşe Gokkanê û nerazîbûnê nîşanî cezayê lê hatiye birîn bide dê li gelek navendan daxuyanî bide. (13:00-19:00)
* Însiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî dê di hefteya 615an de li Cadeya Sakaryayê daxuyanî bide. (13:30)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHDa Stenbolê ji bo balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 743emîn de çalakiya Rûniştina Fyê bidomîne. (13:30)
* Înisiyatîfa Malbatên Pirsûsê, dê di meha 131emîn a Komkujiya Pirsûsê de, li pêşiya Navenda Çandê ya Turkan Saylanê daxuyanî bide. (18:00)
* DAKAP dê têkildarî cezayê girtîgehê yê ku li aktîvîsta TJAyê Ayşe Gokkanê hate birîn li pêşiya Edliyeya Amedê daxuyaniyê bide. (18:00)
Kirmanckî
* Fermandarîya Cendirmeyan, kiştişê Mehmet Yildirimî, seba birîndarbîyayîşê mulazîmê berzî keyeyê Mehmet Yildirimî rê 270.380 TL tazmînat waşt. Avûkat Mehdî Ozdemîrî seba nê qerarî wina vat: “No qerar, nimuneyêko tîpîk ê înfazê bêmehkeme û zirxê huqûqî yo ke xebatkaranê asayîşî paweno.”
* Wûşên Sagdiç o Sewregij, 50 serrîyo yo ke şiwanetîye keno. Zafê na şiwanetîye zî koyanê Dêrsim û Erzinganî de verda ra. Nika endî bîyo kokim. Hetê de çetinîya karê şiwanetîye ser hetê de zî rindekîya xoza û koyan ser vindeno, wina vano: “Hewayê koyan weşo, la karê şiwanetîye zaf girano, şew û roj, gilê gazê koyan de veşan û têşan benîme hêsîr.”








