Amed – Saziyen sivîl yên Amedê ji bo mitînga 28ê Hezîranê banga tevlîbunê kirin û xwestin ku gelê Kurd ji bo azadiyê û pêşketina pêvajoyê biherike qada mitîngê.
Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û DEM Partî dê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Hezîranê de li Wan û Mêrsînê, di 28ê Hezîranê de jî li Amed û Stenbolê bi dirûşma “Bi Rêbertiya Azad ber bi Azadiya ve Dimeşin”, “Mitîngên Azadiyê” li dar bixin. Li Amedê dê di 28ê Hezîranê de li Qada Îstasyonê ya girêdayî navçeya Bajarê Nû saet di 17:00an de bê li dar xistin.
Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Veysî Aktaş dê wek axêver beşdarî Mitînga Azadiyê ya Amedê bibin. Hunermend Serhado, Kadîr Çat û Pinar Aydinlar dê di mitîngê de konserê bidin. Xebatên mitîngê di serî de li Amed û Botanê li gelek bajarên bakurê Kurdistanê tên meşandin.
Endam û nunerên saziyên sivîl yên Amedê jî ji bo mitînga ku 28ê Hezîranê bang li gelê Amedê û herêmê kirin û dane zanîn ku di serî de ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyan, pêşketina pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk ev mitîng girîng e û divê her kes li qadan dengê xwe bilind bike.













