Amed – Swîsre dê penaberê siyasî yê Kurd Ahmet Tabû di 30yê Hezîranê de dersînor bike û radestî Tirkiyeyê bike. Ahmet Tabû da zanîn ku vegera wî ya Tirkiyeyê xetere ye û heke wî bişînin dê bê girtin.
Ahmet Tabû di sala 2022yan de ji ber cezayên siyasî yên lê hatibûn birîn neçar mabû ku ji Tirkiyeyê koçî welatên Ewropayê bike. Ahmet Tabû ji sala 2024an û vir ve li Swîsreyê dijî. Ahmet Tabû di 29ê Gulanê de dema ku ji bo nûkirina nasnameya xwe çû saziya koçberiyê hat binçavkirin û 23 rojan ji hêla dewleta Swîsreyê ve dîl hat girtin. Ahmet Tabû yê ku ji ber cezayên siyasî ji Tirkiyeyê koçî Ewropayê kiribû, li Swîsreyê hat binçavkirin û biryara dersînorkirina wî hat dayîn. AhmetTabû yê ku di Girtîgeha Flughafenê de tê ragirtin, derbarê rewşa xwe ya dawî ji ajansa me re axivî.
Çalakiya birçîbûnê bandor li ser rewşê kir
Ahmet Tabû da zanîn ku di odeya ku niha tê de ye 3 kes in û hevalên pê re bi dildarî dixwazin vegerin. Ahmet Tabû bal kişand ser guhertina nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê û wiha got: “Em ji hev serbixwe dijîn. Nêzîkatiya rêveberiya girtîgehê li gorî rojên din guheriye, bandora çalakiya me 11 rojan a ku berdewam di vê de heye. Hê firsenda me çênebûye ku em bi rayedarekî ji derve re biaxivin. Personelên li vir tenê ji bo agahdarkirina li ser rewşê hevdîtinê dikin.”
Biryara dersînorkirinê hat dayîn
Ahmet Tabû derbarê biryara dersînorkirina xwe de diyar kir ku du roj berê bi biryara dadgehê bilêda balafirê di roja 17ê Hezîranê de gihandine destê wî.
Ahmet Tabû anî ziman ku bilêd ji bo 30ê Hezîranê hatiye birîn û wiha pê de çû: “Hat gotin ku ligel min du polîs jî dê heta Tirkiyeyê werin. Ez nafikirim ku personelên li vir dixebitin derbarê rewşê de xwedî agahiyeke zêde bin. Saziya ku ev biryar ji min re şandiye SEM (Saziya Mîgrasyonê) e. Tê gotin ku ez ê teqez bêm şandin û ez nikarim îtirazê jî bikim. Her çend min tiştên ku ji ber rewşa dersînorkirina min a ber bi Tirkiyeyê ve werin serê min bi nivîskî pêşkêşî wan kiribe jî, di biryarên wan de tu guhertin çênebû. Ew plan dikin ku teqez min bi paş ve bişînin di vê çarçoveyê de ez dikarim ji we re bibêjim ku bilêda balafirê hatiye amadekirin û ji min re hatiye şandin.”
‘Cezayê pere li parêzer birîne’
Ahmet Tabû bal kişand ser rewşa hevalê xwe yê bi navê Mehmet Agît Bagdû û destnîşan kir ku di berdana wî de bandora çalakiyan heye û got ku çend roj berê Agît Bagdû ji mîgrasyonê (koçberiyê) gazî kirine, dîsa bersiva rêde dane wî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber parêzerê wî hîn jî bi dosyeyê re mijûl dibe, ev rewş weke hincet nîşan dane û cezayê pere li parêzerê wî birîne. Niha ew bi xwe jî dîsa li dijî vê rewşê derketiye û got ku ew li bendê ye.”
‘Çalakiya daxuyaniyê tu bandorek li ser rewşa me çênekiriye’
Ahmet Tabû diyar kir ku sedema dersînorkirina wî wekî ‘bi cih neanîna şertên entegrasyonê’ hatiye nîşandan û ev tişt anî ziman: “Dema min di vê mijarê de îtirazî wan kir û min pirsî ku mirovên li vir di nav 20 rojan de mafê rûniştinê digirin li ser kîjan bingehî entegre dibin vê pirsa min bêbersiv hiştin. Ji min re ragihandin ku rewş bi temamî di însiyatîfa wan de ye û berî ku encama penaberiya min AWS were, wan dosya betal kiriye. Di navbera pêvajoya ku me roja yekê jiya û ya îro de tu tişt neguheriye. Her çend dibêjin ew ê pê re mijûl bibin û vê mijarê lêkolîn bikin jî, bêdengiya xwe hîn jî diparêzin. Bi taybetî li vir, çi çalakiyên li ber girtîgehê û çi çalakiyên di parlamentoyê de hatine kirin û li dûv vê jî daxuyaniyên parlamenteran ên di parlamentoyê de jî tu bandorek çênekiriye.”
‘Heke vegerim Tirkiyeyê ez ê bêm girtin’
Di dawiya axaftina de Ahmet Tabû di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku heke ew vegere Tirkiyeyê dê jiyana wî bikeve xetereyê û wiha got: “Min ji wan re ragihand ku di rewşa vegera min a Tirkiyeyê de, ez ê hem ji ber cezayên xwe yên berê û hem jî ji ber nûçeyên derbarê min de derketine bêm girtin. Niha ez li benda biryara dawî ya ku dê were dayîn im, hê jî tu geşedaneke erênî çênebûye.”













