Siyasetmedarên Kurd Cîhan Denîz û Husnu Ablay li ser gorên xwe yên li Goristana Yenîkoy a Rezanê bi girseyî hatin bibîranîn. Di bernameya bîranînê de Ayla Akat Ata got: “Hêviyên wan, xeyalên wan, îdiayên wan û şahiyên wan; bûn şahî, îdia û xeyalên me.”
Siyasetmedarên Kurd Cîhan Denîz û Husnu Ablay yên ku di 23yê Hezîrana 2008an de di qezayeke trafîkê de jiyana xwe ji dest dabûn, di salvegera mirina xwe de li goristana Yenîkoyê ya navçeya Rezanê ya Amedê bi girseyî hatin bibîranîn. Endamên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), endamên meclîsa ciwanan, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li bîranînê bûn. Bernameya bîranînê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên ku di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane dest pê kir. Dirûşmeyên ‘Şêhîd namirin’ hatin berzkirin. Paşê jî parlamenterê Amedê yê DEM Partiyê Serhat Eren û Aktivîsta TJAyê Ayla Akat Ata axivî.
‘Jiyana Cîhan her tim di nava tekoşînê de derbas bû’
Serhat Eren bal kişand ser jiyana Cîhan Denîz û wiha axivî: “Jiyana wî her tim ji bo azadiya têkoşîna gelê Kurd derbas bû. Bi rastî tevli refên gerîla bû, nav xebatê de bû. Ji biçûktiya xwe heta şehadetê bi rastî jiyana wî her tim di nava têkoşînê de derbas bû.”
Serhat Eren di dawiya axaftina xwe de diyarkir ku her du hevalên me jî bi rastî ji bo azadiya gelê xwe, ji bo azadiya gelê Kurd di nav xebatê de bûn û got: “Mîrateyek mezin ji me re hîştin. Niha tiştê ku dikeve ser milê me, berpirsyariya me bi rastî; em mîrateya ku ji me re hîştine wê biparêzin û pêş bixin. Ez bawer im ku emji her demê zêdetir nêzîkî xeyalên wan in. Heta em xeyalên wan bi cih bînin em ê rûnenên û jiyan jî ji me re heram e. Ez car din di kesayeta wan de; hevalên me, cangorî û lehengên me, şehîdên me, yên ku ji bo gelê xwe xebat meşandine, ji bo gelê xwe bedel dane, her tim di dilê me de ne, di mejiyê me de ne, riya me jî ronî dikin. Ez car din wan bi bîr tînim. Li ber wan, li ber rûmeta wan, bejna xwe ditewînim. Bi minetdarî, bi rêzdarî wan silav dikim.”
Piştî axaftina Serhat Eren girseyê bênavber dirûşmeya “Şehîd namirin’ berz kir.
‘Bedelên giran hatin dayîn’
Ayla Akat Ata jî di bîranînê de axivî û wiha got: “ Hêviyên wan, xeyalên wan, îdiayên wan û şahiyên wan; bûn şahî, îdia û xeyalên me. Ji bo ku em vê yekê bi cih bînin, bi şev û roj xebat meşand. Bedelên gelekî giran hatibûn dayîn, lê belê dibe ku hîn bêtir li ser wan bedelan zêde bûn. Îro dibe ku bi sedan hevalên me yên ku me di heman demê de bi hev re dest bi vê rêyê kiribû, êdî di nav me de nebin. Di kesayetiya wan de em hemûyan yek bi yek bi bîr tînin û li ber têkoşîna wan a rûmetdar bi rêzdarî bejna xwe ditewînin.”
Piştî axaftinan dua hatin xwendin û gul danîn ser gorên wan. Paşê girse belav bû.
Warning: Trying to access array offset on false in /var/www/ajans/wp-content/plugins/easy-image-gallery/includes/template-functions.php on line 498
Warning: Attempt to read property "post_excerpt" on null in /var/www/ajans/wp-content/plugins/easy-image-gallery/includes/template-functions.php on line 502



















