Amed – Dayîkên Aştiyê ku bi salan e ji bo zarokên xwe têdikoşin xwestin dewlet demildest gavan pêwîst biavêje û wiha gotin: “Heta Serok Apo azad nebe, aştiyeke mayînde pêk nayê.”
Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê Sibata 2025an de daye destpêkirin didome. Tevî ku Tevgera Azadiyê ya Kurd û Abdullah Ocalan di nava van sal û nîvan de gelek gav avêtin jî dewletê ji bilî avakirina Komîsyona li Meclisê tu gav neavêtine û pêvajoyê hêdî dimeşîne. Tê payîn ku beriya Meclis bikeve betlaneyê dewlet dê têkildarî pêvajoyê qanûneke çarçoveyê çêbike. Di vî warî de bendewariyên gel jî hene û civak dixwaze dewlet demildest gavan pêwîst biavêje û van qanûnan çêbike. Dayîkên Aştiyê û dayîkên ku zarokên xwe di têkoşîna azadiya gelê Kurd û Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane têkildarî pêvajoyê ji ajansa me re axivîn.
‘Berî her tiştî em azadiya Serokê xwe dixwazin’
Dayîka bi navê Makbule Ozbekê ku 5 salan di zindanê de maye û 2 zarokên wê di têkoşîna azadiya gelê Kurd û Kurdistanê de jiyana xwe dest dane diyar kir ku tevî gelek êş kişandine jî aştiyê dixwaze û wiha got: “Ez dayika şehîda me. Pênc-şeş şehîdên malbata me hene. Dîsa jî daxwaza aştiyê dikim. Aştî û aramî, tifaq û yekîtiyê hem dide Kurdan hem Tirkan, dide her kesî. Berî her tiştî em azadiya Serokê xwe dixwazin.”
‘Dewleta Tirk çima gavan navêje’
Makbule Ozbekê da zanîn ku ew dixwazin beriya mirina xwe aştiyeke mayînde bibinin û domand: “Gelo çima devlet gavan naavêje, çima aştiyekê pêknaînin? Bila hêviyekî bidin vî gelî. Berê gava ku dest pê kir, em pir kêfxweş bûn. Me digot ‘îşelah ew ê aştî çêbe’. Belkî berî binaxbûnê em tiştekî bibînin. Lê em mêze dikin tiştek tune ye. Ji bo çi gavan navêjin? Bi hezaran girtî di hefsan de ne, girtiyên nexweş hene. Gelo çima bernadin? Em dixwazin gavan biavêjin.”
‘Serok Apo dê aştiyê bîne’
Makbule Ozbekê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çima mafê hevdîtinê nadin Serokatiya me? Serokatiya me mîmarê vê pêvajoyê ye. Heta Serokatî dernekeve, bi vî gelî re danûstandinê û hevdîtinê neke, ne gengaz e aştî pêk were. Aştî tişteke zor e. Kesek çêke, ew ê Serok çêke. Serok çêneke, tu kes nikare çêke. Ne Tirk dikarin, ne Erdogan dikare, ne tu kes nikare çêke. Gerek Serok çêke. Ji bo aştiyê, ji bo ku em bi pêvajoyê bawer bin divê dewlet gavan biavêje. Heviya me bi Serokatiyê heye.”
‘Hêsirên çavên dayikan bila êdî nerijin’
Dayîka Aştiyê Meyreme Tûranê ku kurê wê di nav Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê de ye anî ziman ku hê jî dewleta Tirk gaveke şênber neavêtiye û wiha got: “Pêvajoya aştiyê, ev salek û şeş meh e dest pê kiriye. Ji aliyê dewleta Tirkan ve ji bo Serokê gelê Kurd gavek nehatiye avêtin. Em jî bang dikin, heta ku Serokê Gelê Kurd azad nebe, tu kes azad nabe. Ji bo aştiyê, çi ji destê mirov tê divê mirov bike. Ji bo ku bila xwîna tu kesî û hêsirên çavên dayikan êdî nerijin.”
‘Heya Serokê me azad nebe, aştî pêk nayê’
Meyreme Tûranê diyar kir ku heya Rêberê Gelê Kurd azad nebe aştî pêk nayê û wiha domand: “Hin dayîkên me du zarok, sê zarok an çar zarokên xwe winda kirine. Dîsa jî dayikên me aştiyê dixwazin. Dibêjin êdî bila aştî çêbibe. Bila di nav me de şer çênebe. Bila di nav Rojhilata avîn de şerê qirêj çênebe. Em ji bo aştiyeke mayînde destê xwe dirêjî temamiya dinyayê dikin. Bila yekîtî çêbe, bila di navbera Tirk û Kurdan de xwişk û biratî çêbibe.”
‘Em daxwaza mafê xwe yê aştiyê dikin’
Dayîka bi navê Menîce Yenî jî ku cenazeyê kurê wê Zindan Yenî (Dijwar Şerzan) di qutiyekî de dabûn diyar kir ku tevî gelek êş kişandine jî aştiyê dixwazin û wiha got: “Dilê min êşiya, bila dilê tu dayikên din neêşe. Em aligirên aştî û aramiyê ne. Bi sedan salan e em bedelên pir giran didin. Ev salek û şeş meh e jî ev pêvajoyek dest pê kiriye, şerê çekdarî Serokê me da sekinandin. Em dibêjin bi awayekî demokratîk em herin ser masê, vê pirsgirêka xwe bi hev re çareser bikin. Dewleta Tirkiyeyê ji me û zarokên me re tenê du derî hiştin. Deriyek serê çiya, deriyek jî girtîgeh. Çima aştî em dixwazin? Çima wekhevî dixwazin? Jiyana me tev di nav şer û pevçûnan de çû. Me gelek bedel dan em dixwazin êdî zarokên me li ser axa xwe jiyaneke xweş bijîn. Em daxwaza mafê xwe dikin, axa xwe dikin, welatê xwe dikin, zimanê xwe dikin.”
‘Em dixwazin aştî çêbibe’
Guler Sevîkteka ku birayekî wê di nav Tevgera Azadiyê ya Kurd de jiyana xwe ji dest daye û birayekî wê jî hej di nav Tevgera Azadiyê de ye anî ziman ku bêyî aştiyê kesek nikare were mala xwe, ser axa xwe û wiha got: “Birayê min şehîd e. Birayekî min jî nêzî sêzdeh sal in li derve ye, me tu agahî jî jê negirtine. Zarokên me li derve ne, aştî nebe em li mala xwe rehet nînin, xew ji me re tune ye. Kesên ku çûne, şehîdên şoreşê ne, em ji bîr nakin. Em dixwazin aştiyek û xwişk û biratî çêbibe. Bila destê wan û diya wan, bavê wan bigihe hev. Ev du sal in, pêvajoyê dest pê kiriye, pir tiştekî xweş e. Şer tune ye, cenaze bi ser me de nayên. Li çiya û li bajêr, li metropolan, şer û pevçûn nemaye. Serokatî dibêje ku dema çekan çû, daxwaza me her dem wekhevî ye.”












