Pakêta 12emîn a Darazê ji aliyê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê ve hat erêkirin û şandin Lijneya Giştî ya Meclîsê.
Pakêta 12emîn a Darazê ji aliyê Komîsyona Edaletê ya Meclîsê ve hat erêkirin û ji bo Lijneya Giştî ya Meclîsê hate şandin. Di Komîsyona Edaletê de derbarê pakêtê de nîqaşên pakêt ji bendewariyên gel re nikare bibe bersiv hatin kirin û her wiha nîqaşên li ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk jî hat rojeva komîsyonê. Tê payîn pakêt di hefteyên pêş de were rojeva Lijneya Giştî ya Meclîsê.







