Nivîskar Şivan ku ji ber tasa bi wêneyê Arîn Mîrxan pê re bû hate binçavkirin, piştî îfadeya li Midûriyeta Polîsan hate berdan.
Şivan Zeren ku li navçeya Tetwanê ya Bedlîsê li navenda sûkê standa pirtûkan danî bû, bi hinceta ku tasa bi wêneyê Arîn Mîrxan pê re hebû, duh hatibû binçavkirin.
Zeren birin Midûriyeta Polîsan a Tetwanê û piştî îfadeyê duh bi şev hate berdan.







