Amed – Reze çalakiyên “1emîn Hevdîtinên Peyasê” ya ku ji aliyê gerînendetiya Şaredariya Peyasê ve li tax û gundên girêdayî navçeyê li dar dixe li gundan didomin.
Şeş Gerînendeyên Şaredariya Peyasê bi dirûşma “1emîn Hevdîtinên Peyasê” li gundan çalakiyên cihereng li dar dixin. Hevdîtin li gundê Sultantepeyê bi şahî û hevdîtin berdewam kir. Di şahiya li gund hatiye lidarxistin de zarokan lîstik lîstin û bi çalakiyên cihêreng rojek xweş derbas kirin. Jinan li ser qumaşan nexş çêkirin.
Şaredarî li gel lidarxistina lîstîk û çalakiyên cihêreng derbarê kontrola tenduristiyê ya giştî, pîvandina şekirê ya xwînê û tansiyon jî agahî dan welatiyan. Ji bo welatiyên astengdar, kal û pîran jî xizmetên lênêrîna hatin pêşxistin.
Şaredarî dê di havînê de bi giştî li 26 tax û gundên navçeyê hevdîtinan li dar bixe.
















