Welatîyên Wanî bal kişandin ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gotin: “Keştiyên heyî hemû bi qul in, keştiya Serokatî wek Keştiya Nuh li Çiyayê Cûdî bi bawer disekine û benda gelê xwe ye.
Bi pêşengiya DEM Partî, DBP û TJAyê duh li Wan û Mêrsînê ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mitîngên Azadiyê hatin pêkanîn. Mitînga Wanê, li Qada Newrozê ya li ber Keleha Wanê ya navçeya Rêya Armûşê hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê DBPê Keskîn Bayindir, aktivîsta TJAyê Sebahat Tûncel tev li mitîngê bûn. Koma Amed, rapbêj Sîmyager û hunermend Beser Şahîn derketin ser dikê û bi stranên xwe ve performansa xwe ya li ser dikê coşa gel mezin kirin.
Welatîyen ku tev li mitîngê bûne têkildarî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk axivîn, anîn ziman ku keştiyên heyî hemû qul in, keştiya Serokatî wek Keştiya Nuh li Çiyayê Cûdî bi bawerî disekine û benda gelê xwe ye. Welatiyan diyar kirin ku divê dewlet demildest gavên hiqûqî bavêje û dan zanîn ku divê azadiya fizîkî ya Reberê Gele Kurd Abdullah Ocalan pek were.






















