Ciwanê bi navê Furkan Aksû yê ku duh di êrişa polîsan de birîndar bibû hîn jî di binçavan de tê girtin.
Duh li navçeya Baxcilarê ya Stenbolê ji bo Mitînga Azadiyê ciwanan belavok belav kirin. Polîsan êrişî ciwanan kiribû, 2 ciwan birîndar bibûn û 6 ciwan jî hatibûn binçavkirin. Di dema binçavkirinê de Midûrê Emniyeta Bagcilarê Mehmet Alî Taşçi bi gotina; “Ez ê pêvajoyê li serê we hilweşînim” provokasyon derxistibû û 6 ciwan bi lêdanê hatibûn binçavkirin. Di êrişê de ciwanê bi navê Furkan Aksû ji ber îşkenceyê di mejiyê wî de xesar pêk hatibû. Muayeneya yekem a Aksû bi kelepçeyê hate kirin û tevî rewşa tenduristiyê jî hîn jî di bin çavan de tê girtin.













