Amed – Beşdar û delegeyên Konferansa Zimanê Kurdî ya li Amedê hate lidarxistin, parastina ziman û siberoja zimanê Kurdî nirxandin.
Saziyên Zimanê Kurdî yên li bajarên Bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê xebatên ziman û wêjeya Kurdî bi rê ve dibin, 27-28ê Hezîranê li Eywana Konferansê ya ÇandAmedê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Konferansa Zimanê Kurdî li dar xist. Konferans bi dirûşma “Ji Statuyê Heta Perwerdehiyê Çarçoveyek Nû Ji Bo Muzakereyê” hate birêvebirin.
Zimanzan, mamoste û rêveberên saziyên zimanê Kurdî, nivîskar, akademîsyen, siyasetmedar, hevşaredar, nûnerên rêxistinên sivîl, rojnameger, xebatkarên çand û hunera Kurdî beşdarî konferansê bûn û rewşa zimanê Kurdî û polîtîkayên li ser ziman bi rûniştinan gotûbêj kirin.
Du rojan li ser statu û siberoja zimanê Kurdî minaqeşe û axaftin hatin kirin. Di konferansê de gotûbêjên girîng hatin kirin û hate destnîşankirin ku divê zimanê Kurdî bibe xwedî statu û zimanê perwerdehiyê û hate xwestin ji bo parastina ziman qanûnên mîsogeriyê bên çêkirin.
Ji beşdar, delege û axêverên konferansê Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar, zimanzan Zana Farqînî, Seroka KASEDê Salîha Ayata, Hevşaredarê Farqînê Kadrî Esen, Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş û nivîskar Mizgîn Ronak derbarê konferansê û girîngiya ziman de pirsên ajansa me bersivandin.
Beşdarên konferansê diyar kirin ku divê zimanê Kurdî di warê qanûnî de were parastin û bal kişandin ser statu û perwerdehiya bi zimanê Kurdî. Beşdarên konferansê dan zanîn ku divê qedexe û astengiyên li pêşiya zimanê Kurdî bê rakirin û hemû sazî û dezgehên Kurdan xebatên xwe bi Kurdî bi rê ve bibin û jiyana rojane ya hemû berpirs û rêveberên saziyan bibe bi Kurdî. Beşdarên konferansê destnîşan kirin ku qebûlkirin û statuya Kurdî dikare rê li ber aştiyek civakî vebike.
‘Helwest lazim e’
Hevberdevkê Komîsyona Ziman Çand û Hunerê ya DEM Partiyê Heval Dilbihar: Hemin zimanê Kurdî gazî û hawara min û te ye, ez û tu ango hemû kes ji bo Kurdî têkoşîna xwe bilind bike. Êdî tenê bi hawar û gaziyan, bi gotinan, axaftinan û biryaran zimanê Kurdî nayê parastin. Êdî helwest lazim e. Êdî têkoşînek navxweyî lazim e di nav Kurdan de. Parastin û têkoşîna zimanê Kurdî bi kirinê dikare pêk were. Beriya her tiştî aştî bê zimanê Kurdî nabe. Divê mafên herî xwezayî yên Kurdan di vê pêvajoyê de bên qebûlkirin.
‘Em bi zimanê gardiyanan diaxivin’
Nivîskar Mizgîn Ronak: Piştî ez derketim derve, êdî min dît ku dengê Kurdî ji kolanan nayê. Carna wek dînan li meriv tê. Ez guhê xwe vedikim dibêjim ka belkî yek bi Kurdî biaxive. Nav bi Kurdî ne lê zimanê axaftinê bi Tirkî ye, ev yek per û baskên meriv dişkîne. Li girtîgehê zimanê me hebû û zimanê gardiyanan hebû. Tu li kolanên bajar û welatê xwe digerî lê tenê bi zimanê gardiyanan tê axaftin. Tu mêze dikî gelê te bi zimanê gardiyanan diaxive. Her kes bi zimanê serdestê xwe diaxive, ev jî xwe zindanîkirinek din e.
‘Zimanê min ji navê hebûna min e’
Zimanzan Zana Farqînî: Tu zimanê tiştekî red bikî tu nikarî behsa aştiya civakî jî bikî. Ku tu bêjî ez welatek demokratîk im, ez bi demokrasiyê xwe bi rê ve dibim, divê beriya her tiştî ji wê fam û feraseta berê bê berdan. Divê li gorî rastiya civakê ew qanûnên bên derxistin. Dinyayê ji destê vê tekperestiyê kişandiye. Heke tu çand, ziman û hebûna neteweyekî nas nekî xwişk û biratî jî pêk nayê. Ziman yek ji sembola hebûna miletekî ye. Zimanê min ji navê hebûna min e.
‘Rexneyên li ser ziman mafdar in’
Parlamentera DEM Partiyê ya Mêrdînê Bêrîtan Guneş: Rexne û xwerexnekirin ji bo partiya me her dem bûye pêngavek xwemezinkirinê, xwenûjenkirinê û xwerastkirinê. Lê hin rexneyên ku ji bo ziman li ser partiya me tên kirin bi rastî jî mafdar in. Axaftin û pêşvebirina zimanê Kurdî ji bo her siyasetmedarek, parlamenterek, hevşaredarek, xebatkaran, civakî û her kesî berpirsiyariyek e.Rexneyên ku di cih de bin, helbet em dinirxînin û li serê diaxivin. Li Meclîsê neqebûlkirina zimanê Kurdî dijminatiya li hemberî Kurdî ye.
‘Şaredarî xebatan dikin lê têr nakin’
Hevşaredarê Farqînê Kadrî Esen: Çiqas jî şaredarî karên zimanê Kurdî bikin jî lê kêm dimîne. Ji ber ku em gelekî bindest in. Tevî ku pêvajoya aştî tê birêvebirin jî lê zimanê me azad û fermî nebûye. Lewma her çiqas xebat ji aliyê şaredariyan ve bê kirin jî kêm dimîne. Ji bo pêşxistina ziman divê astengî û zehmetiyên li pêşiya Kurdî bi awayek qanûnî bên rakirin.
‘Saziyan ziman tenê têr nake’
Seroka Komeleya Çand Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED) Salîha Ayata: Em rûdinên pesnê zimanê xwe didin lê em dibêjin ez nikarim bi Kurdî biaxivim. Meseleya ziman tenê meseleya sazî û dezgehên zimên nîn e. Lê saziya ziman bi tena serê xwe nikare zimanê siyaset û polîtîkaya Kurdî bike bi Kurdî.












