• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
30 HEZÎRAN 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    YRK: Di operasyona li Mahabad de 4 hevrêyên me şehîd bûn

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Rêwar Awdanan: Mafê parastinê mafekî qanûnî û rewa ye

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Cenazeyê Erol Kurt ê PKKî piştî 11 salan hat veşartin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    OHD: Dadgeha Bilind cezayê kujerê muzîkjen Aymaz erê kir

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

    Li Paweyê 2 pasdarên Îranê hatin kuştin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Navenda Nûçeyan / AW

30 HEZÎRAN 2026 - 16:08
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan diyar kir ku derengxistin zirarê dide pêvajoyê û got: “Abdullah Ocalan ger muxatab be, nexwe qada wî veke. Hem muxatab e hem jî bi hefteyan di hucreyeke 12 metrekarî de hevdîtin pê re nayê kirin. Em careke din dibêjin, divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin.”

Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tuncer Bakirhan, di koma Meclisê ya heftane de li ser geşedanên dawî axivî.

Bakirhan, destpêkê hunermend Kadir Înanir û Dayika Aştiyê Behiye Sevîmê ku jiyana xwe ji dest dan, bibîr anîn. Bakirhan diyar kir ku civînên NATOyê têkildarî beralîkirinên kûrewî de tiştên girîng dide der û got ku li cîhanê êdî pergala li ser esasen pîvanan diherife û guh li pîvanan nayê kirin, her kes li gor hêza xwe tevdigere. Bakirhan bilêv kir ku her ku bêpîvanî zede dibe, zimanê şer jî asayî dibe û got: “Di rewşeke wiha ade divê bê pirsin ka NATO bi kêrî çi tê.”

‘Biryarên mezin hemû li Rojhilata Navînê tên ceribandin

Bakirhan destnîşan kir ku NATO wextekê wekî tifaqa parastinê hatiye avakirin û got ku NATO veguheriye hegemonyayekê û amûreke şer. Bakirhan di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo mirov tiştên diqewime fêm bike divê li civînên NATO’yê mêze bike û got: “Biryarên mezin hemû li Rojhilata Navînê tên ceribandin. Em vê civînê wekî berdewamiya konsepta NATO 2030yî dibinin ku berê biryara wê hatiye dayîn. Em wê wekî xeleka şer û ewlehiyê ya nû dibînin.”

Bakirhan got: “Em behsa civîneke ku btir azadiyê, bêtir demokrasiyê, bêtir aştiyê ji gelan re bîne nakin. Em behsa civîneke berevajî vê dikin. Ev civîn dê bêtir çekan, bêtir eniyan, bêtir hêsirê çavan û êşê bîne. Li Enqereyê cîvîna kesên eniyên nû xêz dikin tê danîn, lê em ê li vir bêtir bibin dengê bindestan, kedkaran, ciwanan û aştiyê. Em naxwazin eniyên nû bên vekirin û şerên bi vî rengî bên kirin. Em ê îtiraz bikin û em qebûl nakin.”

‘Hema bêje Enqere veguheriye girtîgeheke vekirî’

Bakirhan wiha domand: “Civîn hê dest pê nekiriye, lê tiştên me behs kirin hatin teyîtkirin. Hema bêje Enqere veguheriye girtîgeheke vekirî. Jixwe çend roj şûnde em ê bibinin. Gelo Enqere amadekariyê civînekê dike an ên şerekî? Bawer bikin em fêm nakin. Ger ji destê wan bê wê bejin paceyên malên xwe jî venekin. Di vê germahiyê de dê me bê nefes bihêlin. Ev bajarê mezin, sirf ji bo çend wesayîtên protokolê derbas bikin tê girtin. Tê gotin dê ji bo beza serê sibehê ya hin serokan, dê park bên girtin. Sirf ji bo wan dê gelê Enqereyê nece parkan. Enqereyî li bajarê xwe zede tên dîtin. Berî civînê, gelek operasyon hatin kirin. Bi sedan hevalên me hatin binçavkirin. Bi hincetên pûç ev girtin û binçavkirin hatin kirin. Min li pirsen ku ji hevalên me yên di binçavan de hatine pirsîn meze kir. Tiştekî eletewş. Ma em çi bikin? Ma em rabin ji bo civîneke ku dê li cîhanê şerekî nû bide destpêkirin li çepikan bidin? Em tevgereke li dijî şer in, em vê nakin. Li holê hê protesto tüne ye, lê binçavkirin hene. Şeveqê zû derî û paceyan dişikînin, mirovan kelemçe dikin û wna binçav dikin.”

Bakirhan destnîşan kir ku bi bêdengkirina Enqereyê şahiya demokrasî çênabe û got ku ew di tiştên li hemberî çapemeniyê de jî bi heman dîmenê re rû bi rû ne.

Bakirhan di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku ji bo çalakiyeke du rojî heya niha 12 milyar TL hatiye xerckirin û got: “Mesela ji bo çêkirina rêyan 9 milyar û nîv pere hatiye xerckirin. Ji bo di rêya protkoloê de xweşiya li ber çavê lîderan xera nebe ji bo baxçeyan 69 milyon TL hatiye xerckirin. Ger rayedarekî ku şerm pê re hebe hebûya, min dixwest jê bipirsiya; ma ji rê bên çêkirin û kulîlk bên danîn ma gere civîna NATOyê hebe? Qey niha hat bîra we ku hûn ji bo rêyaan 12 milyaran xerc bikin?”

‘Em ê vê firsenda dîrokî çawa veguherînin aştiyeke mayinde’

Bakirhan destnîşan kir ku di meseleya Kurd de rê ew e ku mesele bi “qanûna çerçeve” bi hiqûqa aştiyê ve bê girêdan û got ku ev jî divê bêyî bi derengî bikeve bê kirin. Bakirhan wiha domand: “Li pêşiya me, yek ji firsendên herî mezin ên dîroka siyasî ya Tirkiyeyê heye. Ev ne mubalaxa ye. Ev, firsenda herî girîng a dîroka siyasî ya Tirkiyeyê ye. Ev, Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk e. Hindik maye du salên pêvajoyê temam bibe. Di vê pêvajoyê de hin gav hatin avêtin. Çek hatin şewitandin, li Meclisê komîsyonek hat avakirin. Komîsyon çû Îmraliyê. Rapora xwe amade kir. Em yekê ji van jî biçûk nabînin, tüne nahesibînin. Berevajî vê, em dixwazin pêvajoya civaka demokratik û aştiyê li ser van gavan ava bikin. Em difikirin ku em ê vê firsenda dîrokî çawa veguherînin aştiyeke mayinde, jiyaneke birûmet û siberojeke demokratik.”

Bakirhan wiha got: “Em careke din dibêjin, rêya vê qanûna çerçeve ye. Ne hêsan e ku mirov meseleyeke 100 salî ji zemîneke tundiyê veguhîzene zemîneke hiqûqê. Divê ev qanûn, li gor girîngiya mezinahiya vî karî bê nivîsandin û bi wêrekî bê nivîsandin. Guhê civakê li vê qanûnê ye. Guhê kesên tê payin ji çiyê dakevin, kesên bi awayekî bêhiqûqî girtî ne jî, guhê girtiyên nexweş û yên li sirgûnê jî li vê qanûnê ye.”

‘Biryarên DMME û AYMê pêk bînin’

Bakirhan destnîşan kir ku ger ev qanûn dê bi rastî û wêrekî bê pêkanîn, dê zemîneke demokratik çêbibe ku ew bi hesreta wê ne û got: “Dixwazim bi boneya vê qanûnê bala we bikişînim ser xalekê. Hûn Alî Urkut nas ikinç Bi salan Cîgirtiya Hevserokatiya me kir. Serokatiya partiyê ya Amedê û sendîkavanî kir. Yanî temenê xwe ji bo demokrasiyê derbas kir. 15 roj berê DMMEyê der barê Alî Urkut de biryara binpêkirinê da. Yanî min jî ji DMMEyê biryara binpêkirinê girt, lê li Tirkiyeyê mafê îtirazê hebû. Lê di vir de mafê îtirazê tune ye. Biryareke binpêkirinê ya ew qasî zelal da. Lê Dadgeha Îstinafê nabihîze, guhên xwe girtine. Piştî vê biryara DMMEyê, duh Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) jî biryareke binpêkirinê da. Hadê em bejin DMME, dadgeheke navneteweyî ye, hûn dadgehên navneteweyî nas nakin, em vê dizanin; we ji bo Selahattîn Demirtaş û Figen Yuksekdag pêk neanî. Yahû AYM, dadgeheke Tirkiyeyê ye, qet nebe biryarên wê pêk bînin. Alî Urkut du sal in ji ber pençeşêrê tê dermankirin. Nazmî Gur, demarên wî xitimîne û felcî bûye. Qet nebe wan berde. Ez bang li Dadgeha Îstinafê û daraza Tirkiyeyê dikim ku biryarên DMME û AYMê pêk bînin.”

‘Niha qanûn, niha aştî’

Bakirhan dîsa bal kişand ser “qanûna çerçeve” û got ku divê ev qanûn rasteqîner be û divê ne li ser esasen binpêkirina rûmeta mirovan be. Bakirhan destnîşan kir ku di mijareke wekî aştiyê de dê derengxistinî rê li ber xirabiyê veke û got: “Ji ber ku hin kes hene ji aştiyê ditirsin. Ji ber şer ji bo wan qezenc e. Şer, qoltix e. Dijminatî sermaye ye. Baş dizanin ku gava gel bên cem hev dê ev sermayedar biqedin. Ji ber vê ye ku her roja bi derengî dikeve, ji bo kesên dixwazin aştiyê bifetisînin firsendek e. Heya sererastkirinên hiqûqî neyên kirin, dê tiştên berê, normên ewlehîparêz û derdorên dijberê çareseriyê ji xwe re zemînê bibinin. Ji ber vê, qanûna çerçeve nayê taloqkirin. Yanî nabe ku taloqî payizê bê kirin. Niha qanûn, niha aştî.”

‘Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin’

Bakirhan bal kişand ser “Mîtîngên Azadiyê” û got: “Me li Stenbol, Amed, Mêrsîn û Wanê azadiyên mıtîngê li dar xistin. Ez jî beşdarî mîtînga Stenbolê bûm. Coşeke mezin, xwedîderketineke mezin hebû. Keda her kesî sax be. Di her çar mîtîngan de jî daxwazeke sereke bebriçav bû; ‘Em êdî dixwazin birêz Ocalan bibinin.’ Ev xwedîderketin vê yekê nîşanî me da. Civak naxwaze aştî bi derengî bê xistin. Wekî gotina dayika li Îzmîrê, 18 sal in di girtîgehê de bi gelek nexweşînan re têdikoşe. Baş nayê dermankirin. Şerm e. Rojek berî rojekê derxin. Bila êdî mirov di girtîgehan de nemirin. Civak dixwaze di vê pêvajoyê de qada birêz Ocalan berfirehtir be. Ger muxatab be, nexwe qada wî veke. Hem muxatab e hem jî bi hefteyan di hucreyeke 12 metrekarî de hevdîtin pê re nayê kirin. Em careke din dibêjin, divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin.”

Etîket: Abdullah Ocalanbên başkirincivîna koma meclisêDEM PartîJiyanTuncer BakirhanXebat
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

28 HEZÎRAN 2026
Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

Ciwanan ji bo “Mitînga Azadiyê” banga tevlibûnê kir

27 HEZÎRAN 2026
Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe  Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

Tulay Hatîmogullari: Ev pêvajo divê bi aştiyê tacîdar bibe
Çetîn Arkaş: Em dixwazin ku Rêber Apo demildest bê berdan

27 HEZÎRAN 2026
Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

Mitîngên Azadiyê li Wan û Mêrsînê bi coşek mezin destpê kirin

27 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    Beşdarên Konferansa Zimanê Kurdî: Statuya ziman dê aştiya civakî pêk bîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Em ê bibin şopdarên 17 biryarên ku me girtine’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo bîranîna cangoriyên 14ê Tîrmehê berhemeke nû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 30yê HEZÎRANA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li Amedê panela ji bo Şêx Seîd: Têkoşîna wî têkoşîna hebûn û tunebûnê bû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnameger Mazlûm Erencî li ser gora xwe hat bibîranîn

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Serhado: Repbêjî di eslê xwe de çîrokbêjî û dengbêjî ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ciwanên Niştimanperwer: Li Pawe 2 cerdevan hatin cezakirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCKê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Orhan Dogan hat bibîranîn: Wî her tim şerê aştiyê dikir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2026 (818)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne