* Endama Koordînasyona Jinan a HDKê Yagmur Yurtsever der barê amadekariyên konferansa ku li Stenbolê pêk bê, anî ziman ku ew aştiya bi rûmet a civakî û çareseriya demokratîk wekî pêwistiyek jiyanî digirin dest û got: “Birêz Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê Konfederalîzma Demokratîk pêşniyar dike.”
* Parêzer Erhan Çîftçîler têkildarî komploya 15ê Sibatê diyar kir ku heke Abdullah Ocalan nehatiba girtin dibe ku pirsgirêka Kurd zûtir hatiba çareserkirin û got: “Vê komployê nehiştiye li Tirkiyeyê mafên mirovan pêş bikeve, heke mafên mirovan li Tirkiyeyê pêş bikeve dê komplo careke din pûç bibe.”
* Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl anî ziman ku pêvajoya diyaloga ya bi Rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hatiye destpêkirinê ji bo biçe serî divê ewilî êrişên Tirkiyeyê yên li ser herêmê rawestin e û got: “Çareserkirina pirsgirêka Kurd ne tunebûna Tirkiyeyê berovajî wê hebûna gelên Rojhilata Navîn mîsoger dike.”
* Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan dê beşdarî kongreya Rêxistina DEM Partiyê ya Mêrdînê bibe. (09.00)
* Rêxistinên DEM Partiyê û DBPê yên Amedê dê li Qada Îstasyonê ya Amedê mitînga “Aştî û Azadiyê” pêk bîne. (12.00)
* HDK dê bi dirûşmeya “Di rêya wekhevî û jiyana azad a gelan de, çareserî di aştiyê de ye” li Stenbolê konferansa aştiyê ya navneteweyî pêk bîne. (10.00-16.00)