• Nûçeyên Herî Dawî
‘Pêwîst e her kes xwedî li çand û zimanê Kurdî derkeve’

‘Pêwîst e her kes xwedî li çand û zimanê Kurdî derkeve’

10 SIBAT 2025 - 09:48
Rojnameger Erencî di 14emîn salvegera xwe de hat bibîranîn

Rojnameger Erencî di 14emîn salvegera xwe de hat bibîranîn

29 HEZÎRAN 2025 - 20:45
Şêx Seîd li qada lê hatibû darvekirin hat bibîranîn 

Şêx Seîd li qada lê hatibû darvekirin hat bibîranîn 

29 HEZÎRAN 2025 - 20:06
Orhan Dogan li ser gora xwe hat bîranîn

Orhan Dogan li ser gora xwe hat bîranîn

29 HEZÎRAN 2025 - 19:28
Di êrîşa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê de 71 kes hatin kuştin

Di êrîşa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê de 71 kes hatin kuştin

29 HEZÎRAN 2025 - 17:27
Li girtîgehan 631 girtiyên nexweş hene

Li girtîgehan 631 girtiyên nexweş hene

29 HEZÎRAN 2025 - 17:14
DEM Partî konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ li dar xist

DEM Partî konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ li dar xist

29 HEZÎRAN 2025 - 17:03
Li Zozanên Laleşê ji ber bagerê du welatî birîndar bûn

Li Zozanên Laleşê ji ber bagerê du welatî birîndar bûn

29 HEZÎRAN 2025 - 15:46
Endamên DAIŞê êrîşî hilberînerên petrolê kir

Endamên DAIŞê êrîşî hilberînerên petrolê kir

29 HEZÎRAN 2025 - 14:57
Mîhrîcana Çand û Xwezaya Jinê dest pê kir

Mîhrîcana Çand û Xwezaya Jinê dest pê kir

29 HEZÎRAN 2025 - 14:21
Keskîn  Bayindir: Heta statuya  Kurdistanê dê têkoşîn bidome

Keskîn  Bayindir: Heta statuya  Kurdistanê dê têkoşîn bidome

29 HEZÎRAN 2025 - 13:18
Îranê kolberek kuşt

Îranê kolberek kuşt

29 HEZÎRAN 2025 - 12:36
Êrîşên Îsraîlê didomin: Di rojekê de 81 kes kuştin

Êrîşên Îsraîlê didomin: Di rojekê de 81 kes kuştin

29 HEZÎRAN 2025 - 11:48
Grossi: Îran dikare dest bi hilberîna uranyumê bike

Grossi: Îran dikare dest bi hilberîna uranyumê bike

29 HEZÎRAN 2025 - 10:57
Li atolyeya hunerê huner û ziman

Li atolyeya hunerê huner û ziman

29 HEZÎRAN 2025 - 10:07
Rêwiyê aştiyê: Orhan Dogan

Rêwiyê aştiyê: Orhan Dogan

29 HEZÎRAN 2025 - 09:49
  • |
  • Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
  • Hemû Nûçe
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
29 HEZÎRAN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Rojnameger Erencî di 14emîn salvegera xwe de hat bibîranîn

    Rojnameger Erencî di 14emîn salvegera xwe de hat bibîranîn

    Şêx Seîd li qada lê hatibû darvekirin hat bibîranîn 

    Şêx Seîd li qada lê hatibû darvekirin hat bibîranîn 

    Orhan Dogan li ser gora xwe hat bîranîn

    Orhan Dogan li ser gora xwe hat bîranîn

    Di êrîşa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê de 71 kes hatin kuştin

    Di êrîşa Îsraîlê ya li ser girtîgeha Evînê de 71 kes hatin kuştin

    Li girtîgehan 631 girtiyên nexweş hene

    Li girtîgehan 631 girtiyên nexweş hene

    DEM Partî konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ li dar xist

    DEM Partî konferansa ‘Di pêvajoyên şer û çareseriyê de zarok’ li dar xist

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE

Fexredîn Kiliç / AW

10 SIBAT 2025 - 09:48
Kategorî: ÇAND, MANŞET
A A
Êlih – Wênesaz Ramazan Îlten ku qala pêvajoya xwe ya wênesaziyê kir, wiha got: “Çandeke gelê kurd a dewlemend heye. Ji vê çanda dewlemend ditirsin. Pêwîst e herkes li çand, huner, hebûn û zimanê xwe xwedî derkeve.”

Wênesaz Ramazan Îlten ji gundê Tila yê navçeya Misircê ya Sêrtê ye. Îlten ê dema zarok bû ji xêzkirina wêneyan bi bandor dibe, dema diçe dibistanê dest bi xêzkirina wêneyan dike. Îlten li gund bi awayekî amatorî xêzkirina wêneyan didomîne. Ji ber ku li gund e û derfetên wî pir kêm bûne ji xwe re wêne xêz kirine. Îlten ê ji ber xêzkirina wêneyan carna rastî bertekan tê û bi gotina “Xêzkirina wêneyan guneh e” re rû bi rû dimîne.

Îlten ji ber ku di sala 1994an de gundê wan jî tê valakirin û li gel malbata xwe koçber dibe tê Êlihê. Dû re ji bo ku debara malbatê bike diçe Stenbolê dixebite. Lê lêgerîna Îlten a hunerê tu car bi dawî nabe. Îlten di sala 2002yan de Navenda Çanda Baharê nas dike. Îlten ewilî di nava koma şanoyê ya navendê de cih digire. Piştî ku di sala 2004an de DEHAPê Şaredariya Êlihê dîsa bi dest dixe di bin banê şaredariyê de atolyeyên hunerî dest pê dikin. Wênesaz Ramazan Îlten têkildarî pêvajoya xwe ya xêzkirina wêneyan, astengkirina ziman, çand û hunera kurdî ji ajansa me re axivî.

Ramazan Îlten ku li Şaredariya Êlihê ewilî tev li atolyeya şanoyê dibe çawa dibîne atolyeya xêzkirina wêneyan jî heye piştî qedandina atolyeya şanoyê tev li atolyeya xêzkirina wêneyan dibe. Piştî ku şagirt li vir perwerdeya xêzkirina wêneyan diqedînin, bi wêneyên xêz kirine pêşengehekê vedikin.

‘Bi hatin qeyûm atolye tên betalkirin’

Îlten da zanîn ku wê demê li Êlihê ji aliyê xêzkirina wêneyan ve pêşketinek çêbû û wiha got: “Demekî dirêj me xebatên xwe berdewam kirin. Mamosteyê me Fevzî Bîlge bû. Di qada wêneyî de pêşketineke mezin çêbû. Pişt re min xebatên xwe li Navenda Çanda Baharê domandin. Atolyeyên şaredaredariyê yên xizmetên hunerî ji bo ciwanên Êlihê pir baş bûn. Gelek sûdên baş jî jêhatin wergirtin. Heta ku di sala 2016an de cara ewil qeyûm tayînî şaredariyê hate kirin van atolyeyan bi awayekî cur bi cur dem bi dem berdewam kirin. Piştî ku qeyûm hatin, xwestin aliyê hunerî hinek qut bikin, qels bikin. Ji ber wê atolye jî hatin betalkirin.”

‘Ji ber rewşa tenduristiyê çar sal navber da xêzkirina wêneyan’

Îlten, da zanîn ku piştî tayînkirina qeyûm, xebatên xwe li Navenda Çanda Biharê berdewam kirin û wiha domand: “Niha jî xebatên xwe li Navenda Çanda Baharê didomînim. Piştî ku di sala 2019an de şaredarî dîsa hate bidestxistin atolyeyên wêneyan dîsa dest pê kirin. Wê demê vêcarê weke mamosteyekê min jî perwerde da. Du hevalên me yên din jî hebûn. Piştî çend mehan dîsa qeyûm tayînkirin. Atolye dîsa hatin betalkirin. Ji ber tenduristiyê min çar sal navber da xêzkirina wêneyan. Piştî çar salan min got encamên wê çi bin bila bibin ez dixwazim xêz bikim û min dîsa dest pê kir. Dema vê carê jî şaredarî hate bidestxistin projeyeke atolyeyên hunerî hebû wê bihata avakirin. Lê mixabin hêj dest pê nekirin dîsa qeyûm tayînkirin û ev xebat pêk nehat.”

‘Dixwazin hunera Kurdî bibe hunereke vik û vala’

Ramazan Îlten bal kişand êrişên li ser hunera kurdî û wiha pê de çû: “Dixwazin hunera Kurdî bibe hunereke vik û vala. Divê wateyek li hunerê werê bar kirin, kûrbûnî hebe, peyamek hebe. Em jî neteweyek in çanda me heye, paşêroj, pêşeroja me, hêviyên me hene. Li gelek qadan em hatine fetisandin bê nefes mane. Tu bixwazî nexwazî ev yek li ser hunerê bandor dike. Çawa li ser civaka me bandorek çêdibe ewqas jî li ser hunermendan çêdibe. Dema ev yek çêbû bivê nevê dê bandorê li ser hunera wî jî bike. Em li Rojhilata Navîn miletekî kevnar in. Dîrokeke gelê kurd heye, çandeke wî ya dewlemend heye. Ji vê çanda dewlemend ditirsin. Pêwîste herkes li çanda xwe, hebûna xwe, zimanê xwe xwedî derkeve û ev mafê herkesî ye.”

Banga li ciwanan

Ramazan Îlten got ku “Her çiqas derfetên wan kêm bin jî dixwazin ji ciwanan re bibin alîkar” û ev tişt gotin: “Em dixwazin ciwanan bikişînin nava hunerê. Şûna ku li kolanan bi tiştên vala re eleqedar bibin, bila werin xwe hînî hunerê bikin. Muzîk e, şano ye, wêne ye… Ez wêneyî weke tiştekî pir pîroz dibînim. Hem di hêla derûnî de hem di hela kûrbûnî de hem di hêla lênêrîna jiyanê de, pir kûrbûnên xwe yên taybet hene. Bila ciwanên me werin em ê ji wan re bibin alîkar.”

‘Divê mirovên me qedr û qîmetê bidin hunera xwe’

Ramazan Îlten axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Beşên hunera kurdî yên weke muzîk û şanoyê derketine pêş lê hunera wêne di nava miletê me de baş nehatiye rûniştandin û hinek qiymet jî pê nayê dayîn. Pêwîste bi sazî û dezgehên xwe em hinekê pêşiya hunerê vekin. Divê mirovên me qedr û qiymetê bidin hunera xwe. Heke em qedr û qiymetê nedin hunera xwe kî wê qedr û qiymetê bide hunera me. Pêwîste em qedr û qiymetê, piştgiriyê bidinê, pêşiyê lê vekin hêz bidinê ku hunera me hêj baştir pêş bikeve û dinya jî hunera me bibine.”

Etîket: çandhunerKurdîRamazan Îltenwênesazziman
FacebookTweet

Nûçeyên Din

Hevseroka Giştî ya DBPê serdana ajansa me kir

Hevseroka Giştî ya DBPê serdana ajansa me kir

25 HEZÎRAN 2025
Koroya zarokan salek li pey xwe hişt

Koroya zarokan salek li pey xwe hişt

21 HEZÎRAN 2025
Dogan Hatun: Em ê reng û rûyê bajêr bikin bi Kurdî

Dogan Hatun: Em ê reng û rûyê bajêr bikin bi Kurdî

17 HEZÎRAN 2025
UTAMARA Mihrîcana Zarokan a Kevneşop li dar xist

UTAMARA Mihrîcana Zarokan a Kevneşop li dar xist

15 HEZÎRAN 2025
‘Wa nijadperestî kurdan ra ozrê xo biwazê û kurdkî zî ganî bibo wayîrê statuyî’

Turhalli û Dilbihar: Pegasusê bêrêzî li zimanê Kurdî kiriye

13 HEZÎRAN 2025
1emîn Rojên Pirtûkan ya Îdirê dest pê kir

1emîn Rojên Pirtûkan ya Îdirê dest pê kir

12 HEZÎRAN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Zarokên Suryan fêrî suryanî dike

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan Mafê Hêviyê anî rojeva Tirkiyeyê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Nivîskar û rojnameger Abdurrahîm Kiliç wefat kir

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Onen: Em dixwazin gel ji bin vî şerê psîkolojîk derxin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • HEZÎRAN 2025 (448)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Nafiye Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne