* Rêvebera Rêxistina Sarayê Nesriya Bedra Mehmûd der barê êrîşên Dewleta Tirk en li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de got: “Di Şoreşa Rojava de jinan pêşengî kir û xebatên xwe yên li dijî pergala baviksalar didomînin. Dewleta Tirk a ku vê berxwedanê dibîne jinên pêşeng dike hedef û dixwaze di şexsê jinên pêşeng de vê şoreşê ji holê rake.”
* Dewleta Tirk di salên dawî de herî zêde dîplomat, rojnameger û jinên pêşeng dikuje. Di 10 salên dawî de zêdeyî 20 rojnameger, jinên pêşeng û dîplomat bi êrîşên sûîqastî kuştin. Ji ber ku dixwaze bi kurdên ker, kor, lal, kole re wekî peymanên Sykes Pîcotê û Lozanê dubare mêtîngeriya xwe bidomîne. Lê êdî her kurdek rojnamegerek, her kurdek dîplomatek û her jinek kurd bûye jinek bi rêxistinkirî û pêşeng û hêza xwe ji Jin Jiyan Azadî digire.
* Endamê Meclîsa Giştî yê PYDê Ehmed Xoce ku ew jî li dijî êrişên Tirkiyeyê li bendava Tişrînê tevlî çalakiya nobede bû, anî ziman ku li bendava Tişrînê destaneke dîrokî tê nivîsîn û got: “Berxwedana bendava Tişrînê wê pêşeroja tevahî Kurdistanê diyar bike. Ji bo wê jî divê em têkoşîna xwe xurt bikin.”
* Danişîna doza Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00)
* Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogullari, dê di civîna koma xwe de li meclisê biaxive (12.45)