* Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di nirxandinên xwe yên berê de têkildarî azadiya jinan wiha gotibû: “Pêwistiya civaka demokratîk bi hişmendiya jinê û vîna jinê ya azad heye. Hewceye mirov her tim li ser bingehê azadiyê nêzîkî jinê bibe.”
* Parêzer Aynur Zeîd Paşa ku beşdarî Dadgeha Gel a Brukselê bû, anî ziman ku wan bi belgeyan sûcên şer bi dagehê re parve kir û heyeta dadgehê jî di biryara destpêkê de aşkere kir ku Tirkiyeyê li dijî Rojava sûcê şer kiriye.
* Welatiyên Wanê bertek nîşanî cezakirina Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Abdullah Zeydan dan û diyar kirin ku ew sed qeyûman jî tayînî ser şaredariyan bikin ew ê di hilbijartinan de dîsa dengê xwe bidin DEM Partiyê.
* Hevseroka Giştî ya DBPê Çîgdem Kiliçgun Uçar û Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari dê li ber Şaredariya Wanê tev li nobeta gel bibin û dê daxuyaniyê bidin. (12.00)