• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
awelatnavend@gmail.com
Ajansa Welat
19 KANÛN 2025
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Bi sedan rêya wan dişopînin

    Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Bi sedan rêya wan dişopînin

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

    Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

    Li Sûrê civîna Aştî û Civaka Demokratîk: Bê azadiya Ocalan aştî nabe

    Li Sûrê civîna Aştî û Civaka Demokratîk: Bê azadiya Ocalan aştî nabe

    Dayika Taybet li kolana lê hatibû kuştin hate bibîranîn

    Dayika Taybet li kolana lê hatibû kuştin hate bibîranîn

    Li Şamê êrişên li dijî Xiristiyanan zêde dibin

    Li Şamê êrişên li dijî Xiristiyanan zêde dibin

    Ji bo bîranîna Nazim û Cîhan li Giyadînê mewlûd hat dayîn

    Ji bo bîranîna Nazim û Cîhan li Giyadînê mewlûd hat dayîn

  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • HEMÛ NÛÇE

Kurd û dostên kurdan li gelek navendan bi girseyî 15ê Sibatê şermezar kir

Navenda Nûçeyan /AW

15 SIBAT 2025 - 21:01
Kategorî: POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Kurd û dostên kurdan li gelek welatên Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê 26emîn salvegera komploya navneteweyî şermezar kirin. Bi deh hezaran kurd û dostên kurdan ku li dehan navendan kom bûn, bi meş û mîtîngên girseyî bertekên xwe yên li dijî komployê anîn ziman û destnîşan kirin ku dê azadiya fizikî ya Abdullah Ocalan mîsoger bikin.

Strasbourg

Gelê Kurd û dostên wan ên li Strasbourgê li hev civiyan, ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan bang kirin. Çalakvanan bal kişand ser rola Abdullah Ocalan a têkildarî çareseriya pirsgirêka kurd û gotin ku divê têkiliya Rêber Abdullah Ocalan a bi gelê kurd û tevgerê re were avakirin. Parlamentera Partiya Keskan a Fransayê Sandra Regol di mitîngê de axivî û got: ‘’Ez piştgiriyê didin berxwedanê. Divê Ocalan azad be. Me hemû caran piştgirî da berxwedana we û ji nija û şûnde jî em ê piştgirya xwe bidomînin. Ocalan azad wê pirsgirêka Kurd jî çareser bibe. Mafê hemû gelan ê jiyan û diyarkirina çarenûsa xwe heye.’’

Erîvan

Li Êrîvanê komploya 15ê Sibatê hate protestokirin û girseyê bang li NY’ê kir ku ji bo azadiya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. Meşê li Qada Azadiyê dest pê kir û heya pêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) dewam kir. Li pêşiya NY’ê Rojnamevan Lianna Mihoyan û Hevserokê Komîteya Kurdistanê Silo Dirboyan axivîn û kompo şermezar kirin.

Roma

Li paytexta Îtalya Romayê ji bo protestokirina Komploya 15ê Sibatê ya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan meşek hat lidarxistin. Gelê Kurd û dostên wan ên Îtalî ku li qada Piazzale Ugo la Mafa li hev civiyan, bi meşa sê saetan hatin pêşiya Komeleya Çand a Ararat û li vir daxuyanî dan.

Bruksel

Li Brukselê jî bi heman armancê meş û mîtîng hat li darxistin. Endamê Heyeta Îmraliyê ya serdema berê Îdrîs Balûkên di mitînga Strasbourgê ya bi wesîleya salvegera 26emîn a Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hate lidarxistin de axivî û anî ziman ku bi wêneya ku li Strasbourgê derket, komplo têk çû. Îdrîs Balûkên bi bîr xist ku tê xwestin îradeya rêberê gelên bindest Abdullah Ocalan were şikandin û anî ziman ku komplo bi berxwedana îradeyê re ku komplogeran hesab nedikirin, hat têkbirin.

Dêrazorê

Bi sedan şêniyên kantona Dêrazorê, rûspiyên eşîran, endamên saziyên sivîl, leşkerî, partiyên siyasî, rêxistinên jin û ciwanan bi meşeke girseyî Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê PKKê Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Êlih

Bi boneya komploya navneteweyî li Êlihê meş hate lidarxistin. Bi sedan kesên li Parka Yilmaz Guney hatin gel hev, pankarta “Em ê roja reş veguherînin roja azadiyê” hilgirtin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li meşê bûn û beriya meşê daxuyanî hate dayin.

Stenbol

TJA û dayikên aştiyê bi heman armancê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de bang li raya giştî kirin ku têkoşînê mezin bikin û gotin: “Tarîtiya faşîzmê bişkînin û ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan hêviya aştiyê hembêz bikin” Aktîvîstên TJA li Qada Azadiyê ya navçeya Bakirkoyê ya Stenbolê daxuyaniyeke çapemeniyê dan û komplo şermezar kirin.

FacebookTweet

Nûçeyên Din

Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Bi sedan rêya wan dişopînin

Cîhan û Nazim hatin bîranîn: Bi sedan rêya wan dişopînin

19 KANÛN 2025
Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

Rojnemeger Cîhan Berk hat girtin

19 KANÛN 2025
Li Sûrê civîna Aştî û Civaka Demokratîk: Bê azadiya Ocalan aştî nabe

Li Sûrê civîna Aştî û Civaka Demokratîk: Bê azadiya Ocalan aştî nabe

19 KANÛN 2025
Dayika Taybet li kolana lê hatibû kuştin hate bibîranîn

Dayika Taybet li kolana lê hatibû kuştin hate bibîranîn

19 KANÛN 2025
Li Şamê êrişên li dijî Xiristiyanan zêde dibin

Li Şamê êrişên li dijî Xiristiyanan zêde dibin

19 KANÛN 2025
Ji bo bîranîna Nazim û Cîhan li Giyadînê mewlûd hat dayîn

Ji bo bîranîna Nazim û Cîhan li Giyadînê mewlûd hat dayîn

19 KANÛN 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    Çend diyalog û heqîqeta taziyeyekê

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foruma Hewselê tê guhertin: Dibe ku ji lîsteya UNESCOyê derkeve!

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Çîrokek ji Geliyê Zîlan: Delala Dînik

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ROJEVA 01ê ÇILEYA 2025an

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan ji endamên Komîsyonê re got: Divê maf û hebûna Kurdan bê naskirin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Girtiyê nexweş ev 3 roj in di beşa lênêrîna awarte de ye

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Ocalan ji heyetê re got: Pêvajo di merhaleyeke krîtîk de ye divê bi hev re gav bên avêtin

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Foza Yûsif: Yekîtiya demokratîk a Kurdan çêbibe wê ev sedsal bibe sedsala Kurdan

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • ‘Ragihandin di nav şer de têkoşîna zîhnî dike’

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0
  • Keda 200 salî ya Hesinkarê Ermenî Xaço û hedatî

    0 shares
    Facebook 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • KANÛN 2025 (371)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: awelatnavend@gmail.com
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND
  • ABORÎ
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • PODCAST
  • VÎDEO
  • WÊNE
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne