Dema binçavkirina 2 jê rojnameger 20 kesên ku di 15ê Sibatê de li Wanê hatin binçavkirin, rojeke din dirêj kirin.
Rojnameger û welatiyên ku li Wanê di protestoyên li dijî qeyûm hatibûn binçavkirin, du roj in di bin çavan de ne. Hat zanîn ku dozger dema binçavkirina nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Bîlal Babat, rojnameger Behçet Bayhan û 20 welatiyan rojeke din dirêj kiriye. Tê payîn ku sibê îfadeya li dozgeriyê ya rojnameger û welatiyan bê girtin.
Her wiha nûçegihana JINNEWSê Rabîa Onver û rojnameger Medîne Mamedoglû duh danê êvarê piştî îfadeya li miduriyeta polîsan serbest hatin berdan. Nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Mehmet Guleş jî vê serê sibê di saet derdora 4ê de piştî kontrola nexweşxaneyê hat berdan.
Di protestoyên îro de jî nêzî 25 welatî hatin binçavkirin û ew birine Miduriyeta Polîsan a Wanê.