Duyemîn danişîna doza rojnameger Şehrîban Aslan pêk hat. Rojnameger Şehrîban Aslan bi îdiaya “binpêkirina nepeniya jiyana taybet” dihat darizandin. Şehrîban Aslan ji dozê beraat kir.
Duyemîn danişîna doza der barê nûçegihana JINNEWSê Şehrîban Aslan pêk hat. Bi hinceta nûçeyên hin rêveberên Midûriyeta Malbat û Xizmetên Civakî ya Amedê ji bo pêdiviyên xwe wesayitên midûriyetê bi kar tînin û nûçeyên ku ji bo pêdiviyên xwe yên şexsî bi kar tînin, der barê rojnameger Şehrîban Aslan de doz hatibû vekirin. Şehrîban Aslan beşdarî rûniştina dozê ya li 16emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Amedê pêk hat, nebû. Di danişînê de parêzerê wê Resûl Tamur amade bû. Komeleya Rojnamegerên Jin ên Mezopotamyayê (MGK), Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DFG) û Komeleya Lêkolînên Medya û Hiqûqê (MLSA) jî danişîn temaşe kirin.
Dozgeriyê di danişînê de nêrîna xwe pêşkêş kir û beraetê xwest.
Parêzer Resûl Tamûr jî diyar kir ku ew bi vê nêrînê razî ne û daxwaza beraeta muwekîlê xwe kir. Heyeta dadgehê piştre biryara xwe eşkere kir û biryara beraeta da.